Salîha Aydenîz: Em ê mohra xwe tenê li binê darê bixin

  • 09:09 9 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
Rojda Aydin 
 
MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê û namzeta Mêrdînê Salîha Aydenîz, têkildarî xebatên xwe de axivî û got: “ Em dizanin ku em bi ser ketine. Pêwîste em vê serkeftinê heta dawiyê bimeşînin. Ji bo ev pergal bigûhere divê em bi hejmarek zêde di meclîsê de cihê xwe bigirin. Em ji vir bang li jin û ciwanan dikin ku 14’ê Gulanê de rol û mîsyona xwe ya ji bo parastina sindoqan bilêyzin.”
 
Ji Hilbijartinên Giştî ya 14’ê Gulanê re ku çend roj man, Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Paritya Çep a Kesk) li tax, kolan, kuçe, navçe û gundan xebatên xwe şev û roj bê ne haber didomîne. Li Mêrdînê xebatên hilbijartinê bi mehan e didome, cihê ku neçûne nameye. Di serdanên tax, gund û navçeyan de gel bi coş, hêz û baweriyek mezin Partiya Çep a Kesk ku pêşwazî dike. Her wiha mitîngên ku tên lidarxistin de jî gel li dijî polîtîka û rêvebiriya îktîdarê bi dengek mezin bersivek xûrt didin.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Salîha Aydenîz, têkildarî xebatên xwe de axivî.
 
‘Pêwîste xeta sêyemîn bi hêzekî mezin bikeve meclîsê’
 
Salîha, anî ziman ku hilbijartina 14’ê Gulanê ji hilbijartinek ne ji rêzê ye û got ew ji vê hilbijartinê re wek dema sedsalî dinêrin û got: “Ji ber vê yekê jî pêwîste nêzîkatiya me jî wisa be. Ji ber vê yekê jî xebatên me jî û bernameyên me jî li gor vê yekê dimeşin. Hilbijartina 14’ê Gulanê ya 2023’yan tê 2'yemîn sedsaliya Komara Cumhuriyetê. Ji bo Gelê Kurd sedsaliya Peymana Lozanê ye. Sedsal berê hat xwestin ku Gelê Kurd di dîrokê de bê jêbirin û tunekirin. Lê belê Gelê Kurd bi têkoşîn, bedeldayîn, sekin û hêza xwe heta vê rojê hatiye. Hem li Rojhilata Navîn, hem Tirkiye û hem jî li Kurdistanê Gelê Kurd di aliyê diyarkirina siyasetê de di xala mifteyê de ne. Em dizanin ku îro hêza Gelê Kurd û siyaseta Gelê Kurd Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Azadiya Kurd û Demokrasiyê ji bo Komareke Demokratîk a du sedsaliya xwe de xebatên xwe bi vê hişmendiyê dimeşînin. Siyaseta ku em dizanin ava bikin xeta sêyemîn e. Em dibêjin pêwîste xeta sêyemîn bi hêzekî mezin bikeve meclîsê. Bi têkoşîn, stratejî û tifaqên me îro em hêzek mezin in. Hêza me ji bo veguherandina pergala sedsalî hêzek xûrt e û li ser piyan e, hem jî ji bo veguherandina îktîdarê hêza me xûrt e. Di nav vê çarçoveyê de em li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe dimeşînin. Siyaseta me ya xeta sêyemîn taybet li ser Gelê Kurd û jinan û tevahiya gelê Tirkiyeyê re bûye hêviyek. Ji ber vê yekê jî em diçin kîjan gund, tax û navçeyan bi hêvî, biryar û coşek mezin tên pêşwazîkirin.”
 
‘Em ê di 15'ê gulanê de pergalek nû ava bikin' 
 
Salîha, da xuyand ku hemû kesî vê pergala sedsalî û rejîma yek mêrî jiyaye û destnîşan kir ku taybetî di ev 8 salên dawiyê de rêvebirî çawa tê bikaranîn diyar e. Salîha, bi lêv kir ku polîtîkayên tecrît, qeyûm û kuştina jinê wek polîtîkayên rêvebirtiyê tê bikaranîn û wiha axivî: “Hemû kes vê tiştê dibîne. Me îro hêviyek derxistiye holê û pê hatiye girtin. Ji bo vê jî em xebatên xwe di her aliyê de dimeşînin û taybetî li Mêrdînê. Wekî ku hûn zanin Mêrdîn ne bi tenê gel û olek heye. Mêrdîn baxceyên gelan û beweriyan e. Di her aliyê de hêvî li dora Partiya Çep a Kesk pêçaye. Em dizanin ku Partiya Çep a Kesk serkeftinek mezin dê bi dest bixîne. Kesên ku li Mêrdînê heta îro deng nedane me dibêjin em ê piştevaniya we bikin û dengê xwe bidin we. Ji ber vê jî atmosfera Mêrdînê dide nîşandan ku dê 6-0 derbixîne û em jî di wê baweriyê de ne. Mêrdîn dê rola xwe ya dîrokî ya ji bo xeta sêyemîn bilêyze. Ji ber vê yekê jî li Mêrdînê xebat bi awayek xûrt û geş dimeşin. Ji Newrozê, 8’ê Adarê, 1’ê Gulanê û hetanê îro me xebatên hilbijartinê bi hev re meşand. Li tax û kolanan hejmarek gelek zêde jin û ciwan xwedî vê siyaseta xeya sêyemîn derdikevin. Hêviya pêşerojê di vir de dibînin. Ev îktîdar û pergal ji bo pêşeroja ciwanan û jinan bêhêviyek dida pêşiya wan. Me hêviyek ew qas mezin daye jin û ciwanan ku em diçin ku derê bi girseyekî mezin tên pêşwazîkirin. Ji ber ku ji me hêviyek mezin dîtine xwedî derketinek mezin di hêla jin û ciwanan de dibînin. Ji ber vê hêviya me zêdetir dibe. Ji ber vê jî em dibêjin xeta sêyemîn di Partiya Çep a Kesk de bi ser ketiye. Di 14’ê Gulanê de em ê vê yekê bibînin û 15’ê Gulanê de jî em ê pergalek nû ava bikin.”
 
'Dixwazin carekedin salên 90’î zindî bikin’
 
Salîha, diyar kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê hemû kes ji bo serkeftinê amadeye û ji ber vê yekê xebatên wan şev û roj bênavber didome. Saliha, da zanîn ku xebatên hilbijartinan, mitîng, vekirina buroyên hilbijartinê û têkiliyên ku ew bi gel re datînin de dibînin ku biryar hatiye dayîn ku Partiya Çep a Kesk bi hejmarek zêde bikeve meclîsê û wiha pê de çû: “Lê belê em dibînin ku ev îktîdar xebatên xwe yên hilbijartinê wek rê û rêbazên  demokrasiyê pêk naînin. Îro xebatên wan walî, qeymeqan û leşker pêk tînin. Diçin gundan rûspiyan û gelan tehdît dikin. Ew xebatên xwe yên hilbijartinê zext, zordarî û bi bikaranîna erkên dewletê ve pêk tînin. Binesaziya YSK’ê jî em gelek baş dizanin. Zagonên dawî ji bo çi derxistin em wê gelek baş dizanin. Îktîdar jî zane ku windakiriye. Îro bi tenê polîtîkayên şer dimeşîne, polîtîkayên tecrîdê giran dike û polîtîkayên xwe yên zextan zêde dikin. Me di mîtînga Qoserê de jî dît ku hemû hêzên xwe li wir kom kirine. Ew dibêjin hilbijartin hilbijartinek darbeyê ye. Lê ew dixwazin darbeyekî pêk bînin. Ji ber vê jî li her cihê ji me re astengiyan derdixînin. Lê em di her mitîng û hevdîtinên xwe de tînin ziman; em bi xwe bawerin, lê em ji vê îktîdarê bawer nînin. Em ji têkilî û tifaqên wan bawer nînin. Ew dixwazin carekedin salên 90’î zindî bikin.”
 
‘Jin û ciwan dê rol û mîsyona xwe bînin cih' 
 
 Salîha, diyar kir ku di vê pêvajoya hilbijartinê de rol û mîsyon çiqasî dikeve ser milên rêvebiriyan, ew qas dikeve ser milên jin, ciwan û gelan jî û wiha got: “Tê xwestin ku darbeyê li vîna gel bixin. Ji ber vê jî pêwîste em rol û mîsyona xwe bilêyzin. Taybetî xwedîderketina li sindoqan jî gelek girîng e. Em dizanin ku ew ê sindoq di hêla demokrasiyê de dê tijî bin. Lê ji sindoqan derketin pêwîste em xwedî lê derbikevin. Taybetî îro dixwazin serê gelê me tevlîhev bikin. Gelek partî û tifaq digerin dibêjin me jî tifaq çêkiriye. Lê belê bila gelê me baş bizanibe ku tifaqa me bi tu partiyekî re jî tuneye. Tifaqên me ya Ked û Azadiyê û Azadiya Kurd û Demokrasiyê ye. Lê partiya me yek tenê ye ew jî Partiya Çep a Kesk e. Partî û tifaqên din li kolanan xebatên qirêj dimeşînin. Piştî ku gel, jin û ciwanên me mohra xwe di bin darê xist piştre jî divê xwedî derbikevin. Em dizanin ku em bi ser ketine. Pêwîste em vê serkeftinê heta dawiyê bimeşînin. Ji bo ev pergal bigûhere divê em bi hejmarek zêde di meclîsê de cihê xwe bigirin. Em ji vir bang hemû jin û ciwanan dikin ku 14’ê Gulanê de rol û mîsyona xwe ya ji bo parastina sindoqan bilêyzin.”
 
‘Em ê xwedî li pêşeroja xwe derkevin' 
 
Salîha, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku îktîdar xeynî bikaranîna erka dewletê tişta ku bide gel tuneye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger ku hebûna dê îro wek hemû partiyên demokrasiyê xebatên xwe di nav rê û rêbazên demokrasiyê de bimeşandana. AKP îro xebatên xwe bi walî, qeymeqam û leşkeran ku dimeşîne dide xuyakirin ku dixwaze pergalek çawa ava bike. Em jî dibihîzin ku îktîdar diçin gundan mal bi mal digerin û gundiyan tehdît dikin û dixwazin bi pere dengan bistînin. Lê belê gelê me hişyare û zana ye. Gelê me ji ber ku jiyane baş dizane ku ger ev îktîdar carekedin bibe îktîdar dê çi bibe. Gelê me bi jiyanê tecrûbe kir. Dem dema tirsê nîne. Ev îktîdar ew qas tişt pêk anî ku tirsa me nema êdî. Îro hilbijartin di navbera bi tirse w ê heta demê berdewam bika yan jî dê demokrasî pêk were. Di nav rê û rêbazên aştiyê de em bi hev re bijîn. Bila nekevin nav lîstokên qirêj ên vê îktîdarê. Ev îktîdar ji ber ku zane windakiriye berê xwe dide van rêyan. Tirs tirsa wan a mezin e. Ew ditirsin, em natirsin. Em bi hêz û coşek mezin xwedî siyaset, nirx û pêşeroja xwe derbikevin. Têk çûyîna vê îktîdarê em ê pêk bînin. Ji ber vê jî bila gelê me bi zanibe ku hilbijartinê de partiya me yek tenê ye ew jî Partiya Çep a Kesk e. Em ê mohra xwe bi tenê bin darê bixin. Ji bo serokkomariyê jî em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglu û ji xwe wêneyê wî heye. Bila gelê me tu tevlîheviyê nejî.”