‘Li dengê xwe xwedî derên rê nedin hîle û dizîyê’

  • 09:06 9 Gulan 2023
  • Ramyarî
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya navçeya Cizîrê Berîvan Kutlu bal kişand ser girîngiya ewlehiya sindoqan û destnîşan kir ku divê her kes li dengê xwe baldar be û rê nede dizî û hîleyên bên kirin.
 
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma û xebat bê navber didomin. Bi nêzbûna hilbijartinê re yek ji mijarên girîng yên di  rojevê de jî ewlehiya sindoqan e. Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê Berîvan Kutlu bal kişand  ser girîngiya ewlehiya sindoqan.
 
Berîvan, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo têkbirina vî pergala qirêj gelek girîng e û got: “Ji hilbijartinê re rojên bi jimar man. Li gel hemû zextan û derûniya ji ber erdhejê pêkanîna hilbijartina ji bo civakê bû moral. Li qadan de û bi pêşwazîkirina  namzedan re gel peyama xwe didin û dixwazin vê pergala qirêj bi dawî bikin. Di nîqaş û hevdîtinên me de jî e peyam derdikeve holê. ev coş û moral bandorê li xebatên me dike û em bi hêztir dike. Hêvî û daxwaziyên me jî ew in ku em di 15’ê Gulanê de bi şahiyeke mezin çûyîna vê pergal û desthîlatdariyê pîroz bikin. Ev daxwaz ne tenê ji bo gelê Kurd di heman wextê de ji bo hemû gelên li Tirkiyê jî hêvîyek mezin e. Ji ber ku êdî sebra gelên a li hemberî vê desthilatdariyê qediya ye. Ji ber vê serkeftina di 14'ê Gulanê de ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê şahiyek e.”
 
‘Bila her kes li dengê xwe baldar be’
 
Berîvanê bal kişand ser ewlehiya sinndoqan û got: “Demek dirêj e xebatên me yên ji bo parastina sindoqan hene. Berî bi mehan me amadekariyên xwe kiribûn. Piştî ku girtina HDP’ê ket rojevê me amadekariyên xwe yên ji bo HDP’ê veguherandin ji bo Partiya Çep a Kesk. Xebatên me yên di vî mijarê de bi baldarî didomin û gelê me jî di vê mijarê de hessas e. Gelek kes dixwazin di xebatên parastina sindoqan de cih bigirin. Heta niha ev hikûmet bi dizî û lîstokên di hilbijartinê de li ser vê desthîlatdariyê maye. Komîsyona me ji bo parastina sindoqan xebatên xwe bênavber û bi rêk û pêk berdewam dike. Ewlehiya sandoqan beş bi beş e. Di warê parastinê de pirsgirêk tune ye. Xebatên me yên ji bo ewlehiya sandoqan di mile fermî de bi dawî bûne û yên ji bo beşên din jî ber bi dawî ve diçin. Gava ku me dengê xwe da divê em baldar bin û nehêlin ku hîleyan bikin. Ji ber ku wê roja hilbijartinê yên ku nikarin qezenc bikin serî li hîleyan bidin û dikarin pirsgirêkan derxînin. Em ji Gelê me yê Botanê bawer in. Gelê me piştî ku dengê xwe didin heta dengên wan biçin erebeyan jî diişopînin. Lê ev baldarî lazime ku li her deverê pêk were.”
 
Deng wê çawa werin bikaranîn?
 
Berîvanê, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek ciwanên me yên ku cara ewilî deng bi kar bînin hene. Niha gava em xebatên xwe dimeşînin em dibînin ku di hişê gel de tevilehî çêbûye. Wekî ku wê di pûsûla parlementeriyê de du dengan bi kar bînin. Ev şaşitiyek mezin e. Em ji xeynî partiya xwe dengê xwe nadin partiyeke din. Tenê bila di pûsûlayê de dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk û mohra xwe lê bidin.  Jixwe du pûsûla didin.  Di ya parlementeiyê de em ê bidin Partiya Çep a Kesk wekî din nadin partiyekê din. Tenê ji bo pûsûlaya Serokkomariyê em ê mohra xwe li binê wêneye Kiliçdaroglu bidin. Ji bo parlamenteriyê em nadin  CHP’ê. Gava me dengê xwe bi kar anî jî di pusulayê de mohra me divê li pêş be û em li gorî wê pusulayê bipêçin û bikin zarfê.”