Li Qersê Mîtîng û li Erdexanê jî hevdîtina bi gel re

  • 14:14 8 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
QERS/ERDEXAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mîtînga Partiya Çep a Kesk a Qersê de ku bi hezaran kes lê amade bûn axivî û got, “Em temînata vî welatî ne. Em garantiya vî welatî ne. Em ê bi gelên Tirkiyeyê re wekî Tirk û Kurd,  bi gelên xwecihî re di nava aştî, dewlemendî û aramiyê de bijîn."
 
Partiya Çep a Kesk li du bajarên girîng ên Serhadê bi gel re hat gel hev. Li Qada Cûmhûriyetê ya Qersê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtînga ku bi hezaran kes beşdar bûn de, girseya ciwanan û jinan bal kişand. Tevî baranê jî bi hezaran kesên ku qad tijî kiribûn li ber muzîkê govend girtin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, mêvanan gel silav kirin.
 
'Pêdiviya vî bajarî bi Partiya Çep a Kesk heye'
 
Parlamenterê Bajêr ê Partiya Çep a Kesk Sertaç Çelîkkaleli jî got, “Yên ku di vê hilbijartinê de dest ji vî bajarî berdan û heqaret li gelê Qersê kirin, ji bîr nekin. Dema ku sindoq diçin, faşîstên ku hewl didin gel ji hev cuda bikin ji bîr nekin. Pêdiviya vî bajarî bi Partiya Çep a Keskan heye û çareseriya hemû pirsgirêkan heye. "Em ê di demek nêzîk de hesabê her tiştê ku ji me dizîn bixwazin."
 
'Em bi hêvî ne'
 
Piştre namzeta din Gulcan Alp bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” derket ser dikê. Gulcan got, “Em bi hêvî ne û em bawer dikin ku em ê di 14’ê Gulanê de li rojeke xweş şiyar bibin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vê zilmê di sindoqan de veşêrin."
 
'Wê li qersê hemû parlamenter ji partiya me bin'
 
Herî dawî yek ji namzetan Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî wiha got: “Yên ku her cure zilm û zordariyê dikin bila werin Qada Cumhuriyetê ya Qersê, gel û coşê bibînin. Me li hemberî polîtîkayên qirêj  ên AKP û  MHP’ê çok neda. Em di her şert û mercî de li cem gelê xwe sekinîn û têkoşîn meşand. Çepên Kesk li hemberî yên ku rêyên qersê çênakiin û ava Qersê naynin, sewalvanyê tunde dikin, ji bo ciwan û jinan siberoja wan nîne derdikeve. Hûn nikarin me bi kuştin, girtin, bi zorê  tine bikin. Em bi milyonan e û em tên. Em ê li vir 3-0 parlamenteran bi dest bixin. Hemû gelên li vir dijîn, em ê şaredariya Qersê jî ji nû ve bistînin û hemû parlamewnterên li vir ji Partiya Çep a Kesk bigirin."
 
'Em ê bi hev re bi ser kevin'
 
Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir jî got, "Hindik ma ew ê li Qersê fîşê AKP-MHP’ê bikişînin. Ji hilbijartinê re hefteyek maye û îradeya gelê Qersê wê li ser Partiya Çepên Kesk be. Azadî, aştî û bextewarî wê bi pêşengiya partiya me pêk were. Rojên azad nêzîk in. Partiya me wê rê li ber siberoja gelan veke û azadiyê bîne. Niha em ji vê zilmê, ji vê feqîriyê re dibêjin êdî bes e. Divê em vîna gelê xwe biparêzin û sindoqan bi kesk, sor û zer boyax bikin. Divê were zanîn ku em ê bi ser bikevin, em ê bi hev re bi ser bikevin.”
 
Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan jî herî dawî axivî û wiha got:
 
"Ez gelên me yê kurd, tirk, terekeme, azerî yek bi yek silav dikim û spasiya wan dikim. Îro Qers mitîngek dîrokî li dar dixe. Ez spasiya hemû kedkarên me dikim. Stranbêj Cîhan Aymaz ê li Kadikoyê di encama êrişek nijadperest de hatibû qetilkirin, li bajarê wî li Qersê bi rêzdarî bibîr tînim. Ez kujer û êrişên nijadpereset şermezar dikim. Dîroka dawîanîna êrişên wan nijadperest û polîtîkaya wan dubendiyê roja 14’ê Gulanê ye. Yên niha li meydanan heqaret dikin, tiliyên xwe dihejînin, gefan dixwin, gotinên nijadperest dikin, ji tiştên di nava van 5 rojan de biqewimin berpirsiyar in. 
 
Her ku winda dikin êrîş dikin
 
Her ku winda dikin û têk diçin, dest bi êrişan dikin û her ku êrişan dikin têk diçin û winda dikin. Nizanin ku piştî çend rojên din ew ê biçin. Dijminatiya wan a li ser kurdan, dijminatiya wan a li dijî demokrasiyê, dijminatiya wan a li dijî jinan û mûxalefetê êdî nikarin veşerîn. Roj bi roj xwe radixe ber çavan. Ew eşkere dibêjin. Li mitîng û meydanan di bernameyên televîzyonan de eşkereyî dibêjin. Em ê tu carî destûrê nedin vê dijminatiyê. Partiya Çepên Kesk êdî mîsogeriya jiyana hevbeş a gelên Tirkiyeyê ye, xwişk û biratî ye, refah û aştî ye, siberoja me ye. Em ewlekariya vî welatî ne. Em temînata vî welatî ne. Em wan û dijminatiya wan bi hev re bihêlin. Em ê bi gelên Tirkiyeyê re; kurd, tirk, azerî û bi gelên xwecihî re di nava aştî, dewlemendî û aştiyê de bijîn. Qers ji bo vê bersiva herî baş e. Gelê Qersê bi sedsalan bi hev re di nava aştiyê de dijîn û ji niha û pê ve jî dê bi vî rengî jiyana xwe bidomînin.” 
 
Em bi coş tên pêşwazîkirin
 
Qersiyên delal, em diçin ku em bi heman coş û peroşê re tên pêşwazîkirin. Li her derê heman îrade heye. Em dibînin ku li Tirkiyeyê alên Partiya Çepên Kesk bi slogan û peyamên xwe li ba dibin û li hemû Tirkiyeyê jî heman atmosfer heye. Helbet azadî ji bo Selo, Fîgen, Gultan û Aylayê. Daxwaza azadiyê ya hevalên me yên ji ber fikrên xwe li vî welatî di girtîgehê de ne, wê piştî 14'ê Gulanê pêk were.”
 
Piştî aftina Pervînê Berfîn Aktay konser da.
 
Erdexan
 
Partiya Çep a Kesk li navçeya Golan a Erdexanê hevdîtina gel li dar xist. Di civîna ku bi sedan kes lê amade bûn de Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan axivî û diyar kir ku desthilatdarî gelan li welat parçe dike û destnîşan kir ku desthilatdarî dijminê herî mezin ê Kurdan e. “Bila ji wan re bibe ders, me li ber wan çok netewand. Erdogan hê jî hewl dide tirsê belav bike. Hîn jî difikire ku ew ê di hilbijartinê de bi ser bikeve. Nizane xelkê birçî û belengaz dihêle.  Piştî 6 rojan dê Tayyîp Erdogan biçe û ev serdema tarî dê bi dawî bibe. Ew hîn jî difikirin ku bi belavkirina pereyan û belavkirina tirsê dê qezenc bikin.  Ji bo em wekîlekî tayîn bikin divê em ji vir 10 hezar dengan bigirin û ji bo vê jî em ê 6 rojan bê navber bixebitin. Em ê hem Erdogan û hem jî tirsa ku belav dike têk bibin. Erdahan bêyî Partiya Çep a Kesk nedibû."
 
Piştî hevdîtinê hunermend Pınar Aydınlar jî axaftinek kurt kir.