Dayikên Şemiyê dest ji berxwedanê bernadin

  • 09:10 8 Gulan 2023
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - DDB’ê der barê qedexekirina Qada Galatasarayê ya ji bo Dayikên Şemiyê biryara binpêkirinê da  lê tevî vê 5 hefteye qad tê qedexekirin û dayikên şemiyê tên binçavkirin. Dayika şemiyê Îkbal Eren got,  "Birayên Suleyman Soylu gumanbarê xizmên me ne' qedexe bi biryara kêfî ya Suleyman Soylu tên kirin."
 
Dayikên Şemiyê ji 27’3e gulana 1995’an heta niha têkoşîna xwe ya edeletê didomin. Ji 95’an heta niha 700 hefteyî li Qada Galatasarayê hatin gel hev û têkoşîna xwe meşandin. Çalakiya dayikan bi biryara kêfî di 25’ê Tebaxa 2018’an de hat qedexekirin. Dayikan tevî vê dest ji têkoşînê bernedan. Dayika Şemiyê Masîde Ocak Kişlakçi der barê tundiya polîs de serî li Serdozgeriya Komarê ya Stnbolê da.  Lê biryara neşopandinê hat dayîn. Masîdeyê li ser vê di 19’ê hezîrana 2019’an de serî li Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) da.  DDB’ê di mehên borî de biryara xwe aşkerakir û diyar kir ku mafê pêkanîna civîn û pêşendanê hatiye binçêkirin û biryar da ku tazminata manewî ji bo Masîdeyê bê dayîn. Piştî vê biryarê Dayikên Şemiyê derketin Qada Galatasarayê çalakiya xwe pêk anîn. Lê polîs biryara DDB’ê nas nakin û hef hefte dayikan derb dikin û binçav dikin.
 
Dayika Şemiyê xwişka Hayrettîn Eren ku 42 sale agahî jê nayê girtin, Îkbal Eren der barê tundiya polîsan de ji ajansa me re axivî û got bi biryara kêfî a wezîrê karê hundir Suleyman Soylu ev qedexe tên kirin.
 
‘Em têdikoşin’
 
Îkbalê got Dayikên Şemiyê mirovên ku ji bo xizmên xwe yên hatine windakirin têdikoşine û wiha got: “birayê min Hayrettîn Eren di 1980’an de hat windkairin. Em ji wê rojê de têkoşîna edeletê didin. Dayikên Şemiyê aqûbeta zarokên xwe dipirsin. Ji bo kezeba dayikên din neşewite têdikoşin. Ji bo kesên din neyên windakirin têdikoşin.  Piştî dayik li Qada Galatasarayê runiştin winda kêm bûn. Têkoşîn didome. Dayikên Şemiyê ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo hemû kesî têdikoşin.”
 
‘Bi biryara Suleyman Soylu tên qedexekirin’
 
Îkbalê da zanîn u ji 95’an heta niha li Qada Galatasarayê têkoşîna xwe didomînin û ji hefteyê 700’î şûnde qad qedexe kirine û wiha domand: “Gelo çima ev qad tê qedexekirin. Di hefteya 700’î de me daxuyanî da.  Serokwezîrê demî got ‘Dayikên Şemiyê tên bikaranîn.’ Piştre fêm kir ku em nayên bikaranîn li me geriya. Em 10 dayik li Qesra Dolbahçe bi wan re hatin gel hev. Ji me re got ‘pirsgirêka we pirsgirêka me e’. Bi vî awayî polîtîka di bin çavan de windakirinê qebûl kirin.  Lê di hefteya 700’î de tundî li me kirin. Bi biryara kêfî ya Suleyman Soylu tundî li me hat kirin. Soylu her tim dayikan hedef digire. Birayên Suleyman Soylu  gumanbarên windakirina xizmên me ne.”
 
Binpêkirin bi windakirinan sînor nema
 
Îkbalê her wiha bal kişand ser biryara DDB’ê û wiha dirêjî daye: “Dewletê biryara DDB’ê jî binpê kir.Demek dirêj ji ber qad qedexe bû em nediçûn qadê.  Demekê me daxuyaniyên xwe li ber ÎHD’ê didan. DDB’ê biryar da ku me tu sûc nekiriye û em mafên xwe yên qanûnî bi kar tînin.  Bi vê biryarê em dîsa çûn qadê. Dayik hesreta hestiyên zarokên xwe ne. Em bi biryarin derkevin qadê. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”