‘Wê jin saltanata wan xera bikin’

  • 09:08 8 Gulan 2023
  • Ramyarî
Gulistan Dursun
 
RIHA - Li Rihayê ku vekirinên buroyan vediguherin mîtîgan, jin eleqeyek mezin nîşan didin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Rihayê Senem Erîş diyar kir ku faşîzma wis ditirse parlamenteriyên parlamenterên jin xistine û xistine zindanan. Senemê got wê jin biserkevin.
 
Ji hilbijartinan re demek kurt ma. Li Rihayê xebat bê navber didomin. Partiya Çep a Kesk ji partiyên din zêdetir namzetên jin nîşan dane. Vekirina buroyên hilbijartinê yên jinan eleqeyek mezin dibînin. Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tevli dibin. Hevberdevka Rihayê Senem Erîş xebatên Partiya Çep a Kesk  nirxandin.
 
Senemê da zanîn ku  ji roja nîqaşên hilbijartinê destpêkirine li navend û navçeyan xebat meşandine û wiha got: “Bi taybet em bi jinan re hatin gel hev. Bi coşek mezin em pêşwazî kirin.Jin bawer dikin ku wê rejîma faşîst biçe. Di vî warî de agahiyên xweş hene. Jin 21 sale bêzr bûne. Jin dixwazin bibin xwedî gotin. Ji bo vê desthilatdariya faşîst bişînin her tiştî dikin. Jin wê vê saltanatê hilweşînin. Em vê li qadan baş dibînin.”
 
‘Hêviya jinan Partiya Çep a Kesk e’
 
Senemê di berdewamiyê de destnîşan kir ku li Rihayê hêviya jinan ji Partiya Çep a Kesk gelek zêde ye û wiha domand: “Mirov bi Partiya Çep a Kesk bawer dikin. Piştgiriyê didin û em xebatan dimeşînin. Em vê rihê berxwedanê ji kevneşopiya xwe digirin. Emîne Şenyaşar du sale li ber edliyê li ber xwe dide.  Ji bo edeletê berxwedanek mezind dide. Jin piştgiriyê didin vê berxwedanê.”
 
Ji jinan eleqeyek mezin
 
Senemê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Jin eleqeyek mezin nîşanê buroryên hilbijartinê didin. Bi coşek mezin buro tên vekirin. Jin xwe di buroyên hilbijartinê yên jinan de rehet îfade dikin. Jin di her qadê de di têkoşîna me de cih digirin. Riha pir baş pêş dikeve. Partiya Çep a Kesk li Rihayê wê rekorê bişkîne. Jin tevî hemû êrîşan wê bi ser kevin.”
 
Senemê herî dawî balkişand ser ewlehiya sindoqan û got divê her kes xwedî li sindoqan derkevin, sindoq îradaye gelin û divê her kes xwedî li wan derkeve.