‘Dewlet ket derdê kursiya xwe’

  • 09:07 8 Gulan 2023
  • Rojane
 
MELETÎ - Tevî di ser erdhêjê Re 3 meh derbas bûN bandora hilweşînê li taxa Oren a Argan a Meletiyê wek xwe ye. Jinên taxê  bi derfetên xwe têkoşîna jiyanê didin û ji bo soza çêkirina xanî ya desthilatdariyê jî berteka "We kefen nedî hunê xanî çêbikin" nişandan.
 
Bandora erdhêja 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû pêk hat û bandor li gelek bajaran kir, hîna wek roja ewil didome. Yek ji cihên ku zirarek mezin dît taxa Oren a Argan a Meletiyê bû. Li taxê hîna piranî kavil nehatine rakirin welatî bi derfetên xwe têkoşîna jiyanê didin. Bi germbûna hewayê re jiyan zehmetir dibe û yên herî zêde bi bandor dibin jî jin in.
 
‘Me tiştek ji dewletê nedît’
 
Leyla Demîroglu da zanîn ku roja ewil a erdhêjê bi 70 kesî re li xaniyekî ku nehatiye hilweşandin bi cih bûne û got: “Em li bereqaya ku 20 ciwan lê dimînin bi cih bibûn. Em 5 malbat li wê bereqeyê bi cih bûn.Niha her kes belav bû. Em 4 malbat man. Av û xwarina me tune bû. Me ev alav ji bin kavilên xwe derxistin. Xwarinên me ji bo zivistanê çêkiribûn ji ber ceryan tune bû bûn çop. Girar, genim, konserveyên me hemû wêran bûn. Ez hîna deynê konserveyan didim. Ev 3 mehe tu pirsgirêkên me nehatin çareserkirin.”
 
‘Dewlet ket derdê kursiya xwe’
 
Leylayê balkişand ser pirsgirêkan û got: “Tuwalet û serşo hevpar in. Jin pir zehmetiyan dikşînin. Biyanî jî tên bi kar tînin. Keça min bi enfeksyonê ket. Em regl dibin. Ped tune ne. Du caran ped hat êdî nehat. Xwesuya min bi enfeksyonê ket. Em ji tuwaletan bi enfeksyonê dikevin. Niha kon hemû bîhn jê tên. Xaniyên me hilweşiyan. Me ji dewletê tu tiştek nedît. Dewlet ket derdê kursiya xwe. Em xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Li gundê me bi hezaran biyanî hene. Em van nas nakin. Em dipirsin dibêjin xebatkarin. Bi şev xurdevan tên van deran. Çi karê wan bi şev heye. Dewlet dikare vê bide sekinandin. Ewlehiya me tune ye.”
 
‘Dewletê kefen nedît wê xanî çêbikin?’
 
Jina bi navê Gulfîruz Acar jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Di erdhêjê de xaniyê me hilweşiya. Em neçar man mala cîranan bi kar bînin. Min îsal bi şertên zehmet ji xwe re xanî çêkir. Lê hilweşiya. Em rezil bûne. Ev sê mehe tu tiştek çareser nebû. Ji bo hilbijartinên tên. lê bila neyên. Ewil Kiliçdaroglu got ez qezenc bikim ezê di 6 mehan de xanî çêbikim. Lê niha dibêje salek. Dewletê kefen nedît gelo wê çawa xanî çêbike?”