Li Erdîşê daxwaza jinan azadiya girtiyên siyasî ye

  • 09:04 8 Gulan 2023
  • Rojane
 
WAN - Jinên tevli mîtînga Partiya Çep a Kesk a Erdîşê bûn bal kişandin ser polîtîkayên zext û şer yên desthilatdariyê û bang kirin ku di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtyên siyasî divê azad bibin.
 
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re 6 roj man û Partiya Çep a Kesk dest bi mîtîngên fînalê kir. Partiya Çep a Kesk heta niha di mîtîng û hevdîtinên gel de bi mîlyonan kes anîn gel hev. Bi taybet li herêma Serhedê heta niha bi dehan mîtîng pêk anîn û jin û ciwanan eleqeyek mezin nîşan dan.
Li Erdîş a Wanê di rojên borî de bi tevilbûna hezaran kesî mîtîng pêk hat û jinên tevli mîtîngê bûn daxwazên xwe bi hevkariya ajansa me anîn ziman. Welatiyê bi navê Kemalî Aktay got: “Ji bo Kurdan ji bo azadiya serokê xwe dibêjim Partiya Çep a kes. Dixwazim girtiyên  siyasî bên berdan. Çima zarokên me girtî ne. Em ê 14’ê di Gulanê de bersiva wan bidin.”
 
‘Em ji bo zarokên xwe yên li serê çiyan li vir in’
 
Jina bi navê Saniye Matur jî wiha vegot: “Em ji bo ol, wijdan û zarokên xwe yên serê çiyan li virin. Em ji bo mafên xwe li virin. Divê di hilbijartinan de Kurd û jin bi wijdan tevbigerin.”  Jina bi navê Gulîzar Çîçek jî wiha got: “Ez dayika şehid im. Ji bo şehîdên xwe li vir im. Serkeftin ya me ye.”
 
‘Çareserî Azadiya Ocalan’ 
 
Nurcan Zengîn jî wiha anî ziman: “Ji ber polîtîkayên AKP’ê welat ber bi şertên giran ve çû. Çareserî  azadiya Abdullah Ocalan e û çareserkirina pirsgisrêka Kurd e. Zarokên me birçî diçin dibistanan. Kartol û pîvaz jî biha bûne. Erdogan mala me şewitandin. Bila Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve. Êdî bes e.”
 
'Em ê bi hev re biguherin'
 
Jina bi navê Herdem Uzumcuoglu jî daxuyakirin ku desthilatdarî hewl dide tirsê biaifrîne û wiha bertek nîşan da: “Tecrîda li Îmraliyê li her derê belav bûye. Em hemû di zindanê de ne. Civak nikare hilma xwe bigire. bila girtî bên berdan. Bila her kes wekhev bijî. Divê her kes vê hilbijartinê de destê xwe bide ser wijdana xwe û wisa biryarê bide. Em bi hev re biguherin.”
 
‘Denga min ji min re ye’ 
 
Devlet Sakar jî destnîşan kir ku wek hemû gelan gelê Kurd jî mafê wî heye bi ziman û nasnameya xwe bijî û wiha dawî lê anî: “Em nasnameya xwe dixwazin. Em mafên xwe dixwazin. Piranî zarokên me çûn çiyan. Zarokên me şehîd dibin. Êdî bes e. Ez dengê xwe didim xwe.”