Wê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ desthilatdariyê bişînin

  • 09:02 8 Gulan 2023
  • Ramyarî
STENBOL - Jinan diyar kirin ku Partiya Çep a Kesk ji bo jinan hêviyek mezin e û gotin: “Kavileke 20 salan li welat heye. Partiya Çep a Kesk wê pirsgirêkan çareser bike. Jin wê di 14’ê Gulanê de bi dirûşma 'jin jiyan azadî' bersivê bidin û dethilatdariyê hilweşînin.”
 
Ji hilbijartinan re 7 roj ma û Partiya Çep a Kesk xebatên xwe bê navber dimeşîne. Jinên Stenbolê daxwazên xwe û çima dibêjin Partiya Çep a Kesk vegotin.
 
Jina bi navê Arzu Akgun diyar kir ku Partiya Çep a Kesk wê azadiyê ji jinan re bîne, dengê jinan bilind bike û  wiha dirêjî daye: “Jin kedkar e, hilberîner e, tişta ku biser nexîne tune ye. Partiya Çep a Kesk hêza jinê ye. Em ê bi ser kevin. Partiya Çep a Kesk denge jinan temsil dike. Ez dixwazim Çep a Kesk aştî, azadî û demokrasiyê bîne. Ez dixwazim Kurd, Tirk, Elewî, Sunnî, Laz û Çerkez bihev re bijîn. 14’ê Gulanê de wê jin bersivê bidin.”
 
Tercîh Partiya Çep a Kesk e: Em ê bi ser kevin
 
Kadriye Tenîkan jî bi lêv kir ku nav biguhere jî fikriyat hemane û ji ber vê ew bi Partiya Çep a Kesk berdewam dikin û got: “Em ji bo aştî û aramiyê li virin. Em dixwazin pêşerojê hîn bêtir xurt bikin. Divê xwîn raweste û hemû reng li virin. Divê xizaniya jinan bidawî be. Bêguman di carekê de nabin. Lê  kavileke 20 salanl li vî welatî heye. Wê Partiya Çep a Kesk çarser bike. Tercîha me Çep a Kesk e.  Em ê bi Partiya Çep a Kesk desthilatdariyê bişînin.”
 
‘Jin wê bi Partiya Çep a Kesk desthilatdariyê hilweşînin’
 
Jina bi navê Halîme Ak jî  wiha bi lêv kir: “Partiya Çep a Kesk ji bo daxwazên gel xebatan dimeşîne. Em dixwazin pêşî li mirinên jinan, îstîsmar, destdirêjî bê girtin, dawî li betaliyê bê û her kes azad bijÎ. Ji ber vê em dibêjin Partiya Çep a Kes.  Partiya Çep a Kesk partiya jinê ye û hemû çareserî bi wê re ye. Jin wê bi partiya Çep a Kesk desthilatdariyê bişîne.”
 
‘Em ê bersivê bidin’ 
 
Jina bi navê Cevher jî ku nexwest paşnavê xwe bide wiha vegot: “Ji ber Partiya Çepa Kesk mafê gotina jinan xeps nake em dibêjin Partiya Çep a Kesk. Çep a Kesk wê bi piştgiriya jinan serkeftinê bi dest bixe. E mê 14’ê di Gulanê de bersivê bidin desthilatdariya AKP’ê.”