TJA li Dêrîkê şahî li dar xist

  • 08:44 8 Gulan 2023
  • Rojane
MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê ya berê ya Amedê Çaglar Demîrel a ku di şahiya Dêrîkê de axivî, anî ziman ku îktîdara AKP’ê 21 sal in tişta ku neaniye serê kurdan nemaye û got: “Girtîgeh tijî bûne û hemû hevalên me dîl hatine girtin. Ji bo çareseriyê em Partiya Çep a Kesk bişînin parlamentoyê. Ji ber ku mifte destê Partiya Çep a Kesk de ye.”
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê ji ber Hilbijartinên Giştî ya 14’ê Gulanê de şahî li dar xist. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê ya Amedê Çaglar Demîrel, Berdevka Meclîsa Dayîkên  Aştiyê Havva Kiran, namzetên Mêrdînê Bêrîtan Guneş û Kamuran Tanhan, rêxistinên Partiya Çep a Kesk û HDP’ê yên navend û navçeyê û gelek kes tevlî şahiyê bû. Beriya axaftinan bi coşek mezin govend hat gerandin.  
 
‘Mifte di destê Partiya Çep a Kesk de ye’
 
Çaglar Demîrel, destpêka axaftina xwe de welatiyên ku di qezaya Dêrîkê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û ji malbatan re sersaxiyê xwest û got, “Ev yek ne qeza bû, qetlîam bû.” Çaglar, welatiyên ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dan re jî sersaxiyê xwest û da xuyand ku êdî bila komkûjî û erdhêj bi dawî bibin. 
 
Çaglar, da xuyand ku ji hilbijartinan re hefteyek maye û wê rojê dê sindoqan vebikin û bi ser kevin û wiha axivî: “Îktîdara AKP’êev 21 sal in gelek tişt anî serê kurdan. Komkujî, girtin, sirgûn û gelek tişt di jiyana me de cih girt. Ji ber vê yekê jî em ê vê îktîdarê bigûherînin. Lewma jî em dibêjin êdî bes e. Bila ev îktîdar biçe û em ê ji bo demokrasî, azadî û aştiyê bi ser kevin. Ji ber vê yekê jî em ê di vê pêvajoya hindikmayî de zêdetir bixebitin. Gelê Dêrîkê her gavê vîna xwe xwedî derket. Ev coş û rih her gav bi Dêrîkê re heye. Ji ber vê jî berê her tiştî em ê biçin ser sindoqan û em ê bi ser kevin. Hûn jî zanin ku gelek hevalên me yên siyasetmedar  di girtîgehê de dîl tên girtin. Girtîgeh tijî bûne. Ew siyasetmedar ji ber ku nêrînên xwe anîne ziman hatine girtin. Em ê deriyên zindanan bişkînin. Em ê beriya her tiştî hevalên me yên girtî derbixin. Em ji Dêrîkê heta girtîgehan slavên xwe yên ger dişînin. Em her gav dibêjin hilbijartin ji bo me girînge. Lê ev hilbihartin hebûn û tunebûna me ye. Ji bo aştî, demokrasî û azadiyê ev hilbijartin gelek girînge. Dêrîka rengîn dê rola xwe ya mezin bilêyze. Ji Mêrdînê em ê 6 namzetên xwe bişînin parlamentoyê. Di parlamentoyê de wek Partiya Çep a Kesk em miftene. Kes nikare bêyî me tiştek bike.”
 
‘Em tecrîdê qebûl nakin’
 
Kamuran Tanhan jî wiha got: “Ger li dinyayê xelatek herî pîroz hebe divê ew jî Dayîkên Aştiyê yên kurd bin. Gelek dayîk zarokên xwe windakirin lê dibêjin êdî bila ev şer bi dawî be û mirin tunebe. Îro gelek girtî 30 sal in ku di girtîgehan de ne cezayê xwe jî xilas kirine nayên berdan. Lê belê îktîdara faşîst Gelê Kurd nas nekiriye. 4 hezar gundên me hatin valakirin. 17 hezar xizmên me windakirin. 10 hezaran siyasetmedarên me kirine zindanan. Lê dîsa jî serê xwe nedewandin. Bila vê baş bizanibin ku em ê di 14’ê Gulanê de serê xwe natewînin û em ê bi ser kevin. Wekî ku hûn jî zanin di girtîgehan de tecrîdek mezin heye. Ev 22 sal in ne malbat û ne jî parêzer nikarin bi Serokê Gelê Kurd re hevdîtinê bikin. Fikr û ramanê Rêberê Gelê Kurd a ji bo Rojhilata Navîn gelek girînge. Ji ber vê yekê em vê tecrîdê qebûl nakin.”
 
‘Dem dema serkeftinê ye’
 
Namzet Bêrîtan Guneş wiha axivî: “Rêya yekem an ev şer dê mezin bibe yan jî hêviya aştiyê mezin bibe. An Peymana Stenbolê bi ser keve, an jî wê tifaqa feodal bi ser keve. An DEDAŞ bi ser keve, an jî rêçber î cotkarên me bi ser kevin. An qeyûm bi ser kevin, an jî vîna gel bi ser keve. Lê dê qeyûm paşiya sitûyê xwe bixûrînin û biçin ji welatê me. 7 rojên me mane û divê em kedek mezin bidin û bixebitin. Roja hilbijartinê piştî ku me dengê xwe bikar anî şûnde ji bo dengê me nedizin em li ser sindoqên xwe bisekinin. Banga min ji jinên ciwan ew e ku xwedî sindoqên xwe derbikevin. Em ê hefteyek şûnde vê saetê tililiyên xwe mezin bikin. Dem dema serkeftinê ye.”  
 
Gel tim dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kir. Bername, bi stranên Koma Dengên Jinên Azad û gerandina govendê bi dawî bû.