Ji Bursayê bang kirin: Ji bo parçekirina tecrîdê ‘dîsa em!’

  • 21:05 7 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
BURSA - Di mîtînga Bursayê de balkişandin ser şikantina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotin ‘Dîsa em!’ Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar got: “Deklerasyona ku birêz Ocalan şandiye hê jî bi me re ye. Ev deklerasyon dikare bê pêkanîn.” Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayîp Temel jî got: “Baweriyê bi desthilata AKP’ê neynin, li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye.”
 
Partiya Çep a Kesk, li Parka Merînosê ya navçeya Osmangaziyê ya Bûrsayê mîtîngek li dar xist. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, namzetê parlementeriyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel û Başak Demîrtaş tevlî mîtîngê bûn. Qada mîtîngê bi alayên Partiya Çep a Kesk hat xemilandin û pankarta li ser “Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin” nivîsandî hat daliqandin.
 
Girseyê li ber stranên kurdî govend gerand û tim dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Kujer Erdogan” berz kirin.
 
Di mîtîngê de ewilî namzetê parlementeriyê Necdet Îpekyuz axivî. Necdest bi kurdî û tirkî girse silav kir û bi lêv kir ku ji bo çîroka aştî û demokrasiye bihûnin bir ê ketine û got ku ew li vir in û ew ê bi hev re biguherînin û wê saltanata hermaiyan birûxînin.
 
Paşê namzeta parlementeriyê ya bajêr Ceylan Erol Erdoganê axivî.Ceylanê jî bal kişand ser Peymana Stenbolê û got ku jin dê vê desthilatê bişînin.
 
Namzetê parlementeriyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek axivî û  jî got dê heya 14’ê Gulanê alayên wan neyên xwarê û dê fîşa ampûlê bê kişandin.
 
Başak Demîrtaş axivî girse silav kir û silavên Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê bere Selahattîn Demîrtaş ragihand girseyê.
 
‘Li Îmraliyê hevdîtin tune tecrîd heye’
 
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayîp Temel jî destnîşan kir ku dê hesabê hemû komkujiyan bipirsin û got: “Em dizanin ku zilma li ser gele kurd bi tecrîda Îmraliyê dest pê kiriye. Dibêjin ku dewletê hevdîtin bi Ocalan re kiriye. Em parlementer dibêjin, li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye. Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, têkoşîn heye. Baweriyê bi desthilata AKP’ê neynin. Hem muxalefet hem jî desthilat der barê tecrîda Îmraliyê de tiştên şaş dibêjin. Em dibinin ku AKP-MHP heqîqeta birêz Ocalan esas nagire. Lê wê AKP-MHP bi saya ciwanan biçe.”
 
Çîgdem: Em ê mijarê bi muxatabê wan re çareser bikin
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar bi coşa  hezaran hat pêşwazîkirin.  Çîgdemê destnîşan kir ku desthilat meseleya kurd ji nedîtî ve tê û got: “Di pêvajoya aştiyê de mirov nemirin û di serî de gelê kurd tevahiya civakê dît ku aştî pêkan e. Deklerasyona ku birêz Ocalan di 2013’an de şand hê jî bi me re ye. Ev deklerasyon dikare bê pêkanîn. Şandina vê desthilatê ku şer li gelan ferz dike, di deste me de ye. Çareseriya vê jî ew e ku Partiya Çep a Kesk bi awayekî bihêz biçe meclisê. Di 14’ê Gulanê de dê jin û gel bi ser bikevin. Rêya me vekirî be, serkeftin an serkeftin.”