Li Mîdyatê hevdîtina gel: Ev hilbijartin ji bo hemû gelan girînge

  • 18:49 7 Gulan 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku qeyûm tayînê şûna wê kirin Fîgen Altindag, destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo Rojava, Irak û Sûriyê jî gelek girînge û got: “Em ê roja yekşemê bi ‘Jin Jiyan Azadî’ mohra xwe lê bixin.”
 
Partiya Çep a Kesk, ku ji Hilbijartinên Giştî ya 14’ê Gulanê re kêm roj maye xebatên xwe bê navber didomînin. Li Mîdyatê bi tevlîbûna namzet Leyla Kaya û George Aslan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Fîgen Altindag, Tevgera  Jinên Azad (TJA), Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alaattîn Turan û dehan kesî  hevdîtina gel pêk hat. Hevdîtina ku li Qada Newrozê pêk hat, bi alên Partiya Çep a Kesk hat xemilandin. 
 
Girseyê bê navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berzkirin û govend gerandin. Piştre Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Alaattîn Turan axivî û bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û bang li hemû kesî kir ku xwedî sindoqên xwe derbikevin. 
 
‘Em ê mohra xwe lêxin’
 
Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayînê şûna wê hat kirin Fîgen Altindag axivî û destnîşan kir ku ew çay an jî tiştekî din navêjin û kûlîlk avêt ji girseyê re. Fîgen, bi lêv kir ku hilbijartinek krîtîk benda wan e û wiha axivî: “Gelê Mîdyatê dê bi reng û zimanê xwe di sindoqan de bersiva xwe bidin. Ji bo pêşeroj û zarokên me roja yekşemê roja dawî ye. Pêwîste em vê rojê baş bikarbînin. Ev hilbijartin ne bi tenê ji bo Gelê Kurd, her wiha ji bo gelên ku di bin zilmê de ne, ji bo erep û sûryaniyan gelek girînge. Lê taybetî ji bo gelê Kurd gelek girînge. Em hilbijartin ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê her wiha ji bo Rojava, Irak û Sûriyeyê jî gelek girîge. An azadî an jî şer. An despotîzm an jî em ê demokrasiyê bi hevre bînin. Gelê Mîdyatê dê bersiva pêwîst bide. Roja yekşemê em ê bi ‘Jin Jiyan Azadî’ mohra xwe lê bixin.” 
 
‘14’ê Gulanê dê serkeftina jin û gelan be’
 
Namzet Leyla Kaya jî da xuyand ku ji hilbijartina girîng re kêm roj maye û wiha domand: “Rejîma yek mêr dijminê jin, zarok, gel, ol û ziman e. Gelê  Mîdyatê  wê sindoqan de bide windakirin. Qada ku tijî ye ji  desthilatdariyê re bû bersivek. Bi rengê jinê, hêza ciwanan û vîna gelan dê faşîzma yek mêrî di 14’ê Gulanê de têk biçe. Em jin dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ li hemû cihanê belav dikin û ji rejîma yek mêrî re dibin bersiv. 14’ê Gulanê dê serkeftina jin, ciwan û gelan be.”
 
‘Tu tişt bêhesap namîne’ 
 
Herî dawî George Aslan axivî û wê jî destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê ji bilî zilm, valakirina gundan, girtin û binçavkirina tu tiştekî din nedaye gelan û wiha pê de çû: “Di salên 90’î de gelek bûyerên faîlî meçhûl hatin jiyîn. Bi hezaran gund hatin valakirin. Mîlyonan mirov ji cihên xwe hatin derxistin. Di aliyê aboriyê de welat binpê bûye. Gel nikare debara xwe bike. Di vê pêvajoyê de 6 serokkomar hatin û hemûyan jî ji bo gelê kurd tune bikin siyasetê meşandin. Lê belê nikaribûn bi ser kevin. Ev têkoşîn bi salane berdewam dike. Rojên derbasbûyî de 300 hiqûqnas û rojnameger jî navê de hatin binçavkirin. Dixwazin çavên gel bitirsînin. Divê ev guhertin pêk bê û ew li pêşiya hiqûqê hesabê bidin. Tu tişt bê hesap namîne.”
 
Bername bi stranên Koma Azwerî, Koma Tîrêj û Koma Mahsûm û gerandina govendê bi dawî bû.