Ji Meral Daniş bang: Yên we nas nakin hûn jî nas nekin

  • 09:13 6 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Namzeta partiya Çep a Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariyê yên li hember jinan û got: “Yên we nas nakin hun jî nas nekin. Dengên xwe nedin kesên ku mafê we nas nakin.  Piştgiriyê nedin siyaseta ku tundiya li ser we erê dike.”
 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş ku li Qereyaziyê qezaya trafîkê derbas kir û ji ber vê nikare tevli xebatên hilbijartinan bibe ji ajansa me re axivî.
 
Meral Daniş Beştaş kî ye?
 
Meral di 1967’an de li Şemrex a Mêrdînê hatiye dinê û di 1990’î de ji fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê mezun bû. Meralê ku di mijara jin û mafên mirovan de xebat meşand, di doza Nahîde Topuz de parêzera ku serlêdan kir tê zanîn. Di gelek dozên binpêkirina maf yên li DMME’ê  hatin dîtin de têkoşîn da. di 93’an de hat binçavkirin îşkence dît. Di 2017’an de hat girtin.  Meralê sê deman di ÎHD’ê de rêveberî kir. Di heman demê de di Baroya Amedê de rêveberî kir, serokwekîlî û serokatiya Piştevaniya Mafên Jinan û Navenda pêkanînê kir. Di 1999’an de Xelata Mafên Mirovan a Weîmar-Almanyayê girt. 
 
Di hilbijartinên 7’ê hezîran û 1’ê mijdarê de parlamentera Edenê ya HDP'ê hat hilbijartin. Di dema 27’an de ji Sêrtê hat hilbijartin. Niha di hilbijartina serdema 28’an de jî ji Erziromê namzeta Partiya Çep a Kesk a parlameteriyê ye.  Meralê herî dawî li Qereyaziya Erziromê qeza derbasw kir û hîna dermankirina wê didome. Em çûn serdana wê. Meralê der barê pêvajoyê de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
‘Em ê bi jinan re Erziromê biguherin’
 
Meralê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser namzetiya xwe ya li Erziromê û wiha vegot: “Di esasê de li her derê jin hepsî malê tên kirin mafê wan tên tunekirin.Ev polîtîka bêguman li Erziromê jî hene. Heta em karin bêjin Erzirom mînyatura van polîtîkayan e. Li Erziromê aliyekî ku li dora AKP-MHP’ê kom bûye heye. Ev demek dirêje me ev didît. Me hemûyan dît ku malbata parlamentera AKP’ê Zehra Taşkesenlîoglu li Erziromê li hemû cihan hatine bicihkirin di midûriyet, zanîngeh û saziyên cuda de hatine bicihkirin, gelek nokteyên girîng bi dest xistine. Tirkiyeyê ev gelek nîqaş kiribû. Ev tenê mînakeke. Ji bo parlamenterên din jî ev rewşek cuda nîne. Ez ji bo AKP’ê bêjim, Erzirom ji bo polîtîkayên xwe pêk bîne wek laboratuvarê bikaraniye. Ji ber vê jî hem ji bo Erzirom hem ji bo jinên wê hewcedarî bi guherînan heye. Li Erziromê jin ne azadin. Nikarin azad derkevin kolana. Piştî ez bêm hilbijartin em ê van pirsgirêkan danîn ber xwe. Niha du hevalên min yên din ên jin hene. Ayşan Tarlan û Bahar Goksu. Em ê bi jinan re Erziromê biguherin.”
 
‘Li Erziromê bayê Partiya Çep a Kesk gelek xurt e’
 
Meralê balkişand ser nexweşiya xwe û xebatên hilbijartinê û di vê mijarê de ev tişt vegot: “Ez niha derman dibim. Lê em her tim bi hevalan re li ser onlîne dixivin.  Ez bi dîmen tevli civînan dibim. An jî bi telefonan. Bi vîdeoyan.  Li Erziromê bayê Partiya Çep a Kesk gelek xurte. Eleqeyek mezin heye. Ez vê ji vir hîs dikim. Hevalên me bê navber dixebitin. Em ê Erziromê bi Çep a Kesk boyax bikin.”
 
‘Biryarbûn û têkoşîn hîn bêtir xurt dibe’
 
Meralê destnîşan kir ku xebatên hilbijartinan gelek baş derbas dibin û wiha domand: “Gel niha hemû bala xwe daye ser 14’ê Gulanê. Îradeyeke ku hesab wê bipirse heye. Psîklolojiya tirs û tehdîdê veguheriye bertek, hêrs û biryarê.  Hîna operaysonên siyasî didomin. Rojnameger, hunermend, hiqûqnas tên girtin. bi vê hewl didin tirsê biafirînin. Ev biryarbûn û têkoşînê hîn bêtir xurt dike. Desthilatdarî baş dizane ku wê biçe. Ji ber vê êrîş dike.  Desthilatdarî niha di nav tirsek mezin de ye. Bi fikarin. Em niha xebatên xwe bi coşek mezin didomînin.”
 
‘Wê jin bersiva herî mezin bidin’
 
Meralê balkişand ser hevkariya desthilatdariyê ya bi partiyên wek HUDAPAR û Yenîden Refah û di vê mijarê de jî ev nêrîn anî ziman: “Me bi tifaqa wan bi awayekî aşkera dît ku bi rehetî deste ji mafên jiyana jinan berdidin. Çima vê dibêjim.. Qanûna hejmar 6284 a ku jinan ji tundiyê diparêze kirin mijara bazarê. Desthiladariya Peymana Stenbolê fesh kir niha vê nîqaş dike. Ev tifaqa hebûna jinan tehdîd dike. Mafê jiyanê nas nake. Mafên azadiyan nas nake. Lê jin wê bersiva herî mezin bidin wan. Em Partya Çep a Kes mafê jiyana jinan û wekheviyê esas digirin. Civaka ku jin lê ne azad be, nikare soza jiyanek azad bide.  Tu kes ne azade.”
 
 
Meralê bal kişand ser rewşa girtîgehan, girtiyên nexweş û diyar kir ku ev rojeke ku divê tu car neyê jibîrkirinê û wiha dirêjî daye: “Di vê mijarê de wek hemû hevalên xwe ez jî pir xebitîm. Di vê nexweşiya xwe de min gelek peyamên xweş û hestiyar girtin. Ji hemûyan re spasiyên xwe dişinim. Divê em girtiyên nexweş ji bîr nekin. Em dikarin daxwazên wan îfade bikin.”
 
Ji bo jinên Erziromê bang
 
Meralê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku ev hilbiajrtin hilbijartina jin û ciwanane û wiha dawî lê anî: “Em jin û ciwan wê ji vê hilbijartinê re pêşengiyê bikin. Bang li hemûyan dikim. Yên we nas nakin hun jî nas nekin. Dengên xwenedin kesên ku mafê we nas nakin. Piştgiriyê nedin siyaseta ku tundiya li ser we erê dike. Ji kerema xwe re nesekinin. Ez bi vê nexweşiyê jî dixebitim. Hun jî çi ji destê we tê bikin. ji bo serkeftinê divê em bixebitin. Ev hilbijartin pir girîng û krîtîk e.  Em ê bi ser kevin. Bila guma kesî tune be. Divê em xwe bigihînin her kesî. Divê her cureyê kanalên ragîhandinê ji skype heta telefonan, maîl heta îstagramê ji tîktok heta watsab, telegramê hemû bên bikaranîn. Divê her kes wek peywirdarê hilbijartinê bixebite. Muşahîd amade ne. Wê li ser sindoqan bin. Komîsyonên me yên têkildar xebatên xwe dimeşînin. Muşahîd, parêzerên me dixbitin.  Heta belgeya îmzeya şil neyê girtin bila tu kes nebêje kar û barê sindoqê qedyaye. Ez vê bi taybet dibêjim.”