‘Bibin muşahîd xwedî li sidoqan derkevin’

  • 09:03 6 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Bahar Peker ya di komisyona hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a Amedê de cih digire ji bo ewlehiya sindoqan bang kir û bi dirûşmeya "Bibin muşahîd xwedî li sindoqan derkeve" bang li gelê Amedê kir.
 
Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re demek kurt ma û xebat bê navber didomin. Yek ji mijarên girîng ya rojevê ewlehiya sindoqane. Bahar Peker ya di komisyona hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a Amedê de cih digire balkişand ser girîngiya parastina sindoqan û muşahîdbûnê.
 
12 hezar serlêdan
 
Baharê daxuyakirin ku hilbijartin ji bo hemû gelên Tirkiyeyê dîrokiye û wiha vegot: “Divê em wisa nêzî ewlehiya hilbijartinan bibin. Em bi hilbijartinê dikevin demek nû. Wek Partiya Çep a Kesk ji ber cara yekem em dikevin hilbijartinê me zêde pirsgirêk jiyan. Yek ji van pirsgirêkan nebûna peywirdarên sindoqê yên fermî bûn. Li Amedê ji sedî 70 potansiyela me ya dengan heye. Ji ber vê ev ji bo me derfete. Derfet çiye; em dikarin bo îtîraz rayedar peyda bikin, ji bo îtîrazê kesên rayedar bidin û muşhîd bidin.”
 
‘Ji bo pêşerojê divê em xwedî li dengan derkevin’
 
Baharê her wiha destnîşan kir ku di 14’ê Gulanê de hedefa wan ji sedî 85 e û wiha dirêjî daye: “Hedefa me ev e em ji Amedê 12 parlamenter û ji seranserê Tirkiyeyê 100 parlamenterî derbixin. Di vê mijarê de gelek serlêdanên muşahidiyê tên. Niha 12 hezar serlêdan hatine kirin. Daxwaz û eleqeyek mezin heye. Gel bi rastî dixwaze xwedfî li îradeya xwe denga xwe û sindoqan derkeve. Em vê baş dibînin. Li navenda Amedê 3 hezar û 673 sindoq hene. Çiqas pirsgirêk hebin jî em ê di 14’ê Gulanê de biserkevin. Em wek Partiya Çep a Kesk bang dikin; Piştî bikaranîna dengan sindoqên xwe nehêlin û necin. Sindoqan bişopînin. Mafê îtîraza we heye. Heta wê rojê piştî girtekên îmzeya şil bi derî ve hat daliqandin şûnde hûn dikarin wan bişopînin. Em dengên xwe bikar neynin û necin. Em li wir bimînin û xwedî li denga xwe derkevin.”
 
Xwedî li sindoqan derkevin
 
Baharê dawiyê de wiha vegot: “Hîna ji bo muşahîdiyê em serlêdanan digirin. Em serlêdanên gelê xwe dipên. Pusulayên dengan derketin. Dora Partiya Çep a Kesk li her herêmê cuda ye. Mînak li Amedê di rêza 12’yan d eye. Berpirsyariyek mezin dikeve ser mile me. Hilbijêrên Amedê gelek polîtîk in. Di hişmendiya vê de ne. Em bi dirûşma ‘Hûn jî bibin muşahîd xwedî li sindoqan derkevin’ serlêdanên we dipên.”