Li bajaroka Bajêrge buroya hilbijartinê hat vekirin

  • 20:01 5 Gulan 2023
  • Rojane
COLEMÊRG- Partiya Çep a kesk li Geverê li bajaroka Bajêrge buroya hilbijartinê bi tevlibûna sedan kesî vekir.
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk bê navber didome. Li bajroka Bajêrge a Gever a Colemêrgê jî bi tevlibûna sedan kesî buroya hilbijartinê hat vekirin. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, namzetê partiya çep a Kesk Onur Duşunmez, rêveberên HDP, Partiya Çep a Kesk û dayikên aştiyê tevli bûn.
 
Namzet Onur Duşunmez di vekirina buroyê de axivî û diyar kir ku wê biserkevin.  Saît Dede jî balkişand ser operasyonên qirkirina siyasî û daxuyakirin ku wê gelê Kurd bersivê di 14’ê Gulanê de bide.
 
Piştî axaftinan buro hat vekirin.
 
Li gundan xebat didomin
 
Li aliyê din jî di çarçoveya xebatan de Partiya Çep a Kesk çû serdana gundê girêdayê Colemêrgê Xezekiyan, Palaniza Qeznê, gundên girêdayê Geverê, Şahê, Kokep û Axesîpî, gundên girêdayê Şemzînanê Bêtkar, Bêzeno, Nîxaylan, Gulkan û Belêze.