Salîha Aydenîz: Em ê deriyên Îmraliyê parçe bikin

  • 15:50 5 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
 
MÊRDÎN – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz a ku di mitînga Qoserê de axivî diyar kir ku berpirsyariyek mezin dikeve ser milên ciwanan û got: “Em ê deriyê Îmraliyê parçe bikin û azadiyê ava bikin.”
 
Partiya Çep a Kesk li navçeya Qoser a Mêrdînê bi beşdariya hezaran kesî mitînga hilbijartinê lidaxist. Mitînga ku li Qada Newrozê hat lidarxistin, bi alên Partiya Çep a Kesk ve hat xemilandin. Welatiyên ku tevlî mitîngê bûn di destpêkê de ji lêgerînê derbas bûn û piştre ketin qadê. Jin bi cil û bergên xwe yên gelerî û kesk, sor û zer ketin qadê. Girseyê bi alên Partiya Çep a Kesk qad xemilandin. Her wiha di qadê de dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Jinên çandê yên Qoserê jî bi erbaneyan meşiyan û ketin qadê. Di heman demê de namzetên Mêrdînê, Tevgera Jinên Azad  (TJA), Dayikên 
 
Aştiyê û bi hezaran kes li qada Newrozê kom bûn. Di heman demê de beriya destpêkirina bernameyê welatiyan bi stranan govend gerandin. Di qadê de pankartên “Demîrtaş çi bêje ew e”, “Heta jin azad nebe civak azad nabe” û “Kesên ku rihê demê baş nexwînin dê biçin çopên dîrokê” hat berzkirin. Her wiha bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” deqeyek rêz hat girtin. 
 
Her wiha Hevseroka Giştî yaPartiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta Mêrdînê Saliha Aydenîz û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku şûna wî qeyûm hat tayînkirin Ahmet Turk ku ketin qadê coş mezintir bû. Destpêka axaftinan de namzetên Mêrdînê derketin ser dîkê û girseyê slav kir û piştre axaftin destpê kirin. 
 
Ahmet Turk axivî û bi lêv kir ku ew di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin û wiha vegot: “Wek bloga demokrasiyê em ê vê pergalê bigûherînin û ji vê îktîdarê xilas bibin. Dema ku em lê dinêrin aborô bin ax bûye û mafê mirovan hatiye binpêkirin.  Gelê Kurd ji bo azadiyê bedelên gelek mezin daye. Lê belê Gelê Kurd tu carî serî netewandin.” Axaftina Ahmet a dê îktîdar û pergala wî hilweşe bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hat birîn. Ahmet, destnîşan kir ku ew di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin û em dixwazin peyamek bidin hinekan. Gelê me dê ji vê zilmê xilas bine. Siyasetmedarêm Kurd dikin girtîgehan û dibêjin berdewam.   Ji ber ku zimanê dayikê qedexe kirine dibêjin berdewam. Ji xeynî vê tu tiştek tuneye. Bêguman ev pergal dê biçe.” 
 
‘Rolek mezin dikeve ser milên ciwanan’
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê û namzeta Mêrdînê Saliha Aydenîz, bang kir ku bila desthilatdarî bitirse ku jin, ciwan û gelê berxwedêr bi coşa xwe tên û anî ziman ku qada Qoserê biryara xwe ya 14’ê Gulanê daye. Salihayê bi lêv kir ku ji bo dara Partiya Çep a Kesk şîn bibe, rol û mîsyonek mezin dikeve ser wan û wiha pê de çû “Ji ber vê yekê ciwan xebatên xwe dê bimeşînin. Divê em hemû kesên derdorê xwe derbikevin û roja 14’ê Gulanê xwedî sindoqan derbikevin û sindoqan biparêzin.”
 
‘Polîtîqayên qirêj dimeşînin’
 
Salihayê destnîşan kir ku Gelê Kurd bi salane ji bo pêşeroja xwe têdikoşe û wiha domand: “Lê belê îktîdara AKP’ê polÎtîqayên xwe yên qirêj li ser Gelê Kurd bimeşne. Dixwaze li ser gelê Qoserê bimeşÎn.e Lê belê gelê me bi berxwedana xwe polîtîqayên wan ên qirêj ên taybet vala derxist. Em ê destûr nedin ku li ser gelê me van polîtîqayan bimeşînin. Em ji vir dibêjin ku çawa Gelê Qoserê li dijî van polîtîqayan têkodşin, jin jî têkoşîna xwe mezin dikin. Jin li her deverê cihanê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ mezin bûye û em ê li Qoserê jî mezin bikin. Gelê Kurd bi vê awayî têkoşîna xwe mezin dike û li hember êrîşan disekine. Dîktatorê herê mezin Saddam bû. Wê dawiya desthilatdariya AKP û MHP’ê jî wek wî be.”
 
‘Azadiyê ava bikin’
 
Salihayê  bi lêv kir ku wê qeyûman jî bi desthilatdariyê re di 14’ê Gulanê de bişînin û wiha  balkişand ser tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: “Em ê di 14’ê Gulanê de jî deriyên îmraliyê parçe bikin. Em ê di 15’ê Gulanê de govenda azadiyê bigerînin. Ji bo azadiya Gelê Kurd, Kurdistan û Tirkiyeyê em ê li berxwe bidin. Emê dijminên kurdan bişînin. Pêşeroj dê ya me be. Em ê azadiyê ava bikin.”
 
Piştî axaftinan Kolektîfa Rîtmên Azad derket ser dîkê û stranên xwe got û girse piştre bi belav bû. 
 
Di dema belavbûnê de polîs êrîşê girseyê kir.