HDP'ê têkildarî operasyonên berî hilbijartinê daxuyanî da

  • 13:00 5 Gulan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê Nûray Ozdogan da zanîn ku di mehekê de 295 kes hatine binçavkirin û 61 kes hatin girtin û got: "Em ê destûrê nedin îktidar qadên hilbijartinê veguherînin qadên tundiyê. " 
 
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Ozdogan, têkildarî operasyonên binçavkirinê yên li Amed, Enqere û Stenbolê hatin kirin, li Navenda Giştî HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist. Ozdogan da zanîn ku îktidar ji bilî xwe ji her kesî re dibêje "terorîst" û got: "Operasyonên li dijî partiya me û hemû muxalifên ku ji aliyê daraza û hiqûqa AKP'ê ve tên kirin, li ber hilbijartinê zêde dibin."
 
'AKP ketiye nava tirs û xofê'
 
Nûray bal kişand ser bîlançoya mehek dawî ya binçavkirin û girtinan û wiha got: “Li dijî endam û rêveberên partiya me, li dijî endam û rêveberên Partiya Çep a Kesk, li dijî endam û rêveberên DBP, li dijî ESP’ê, rojnamevan, hiqûqzan, hunermend, nûnerên rêxistinên sivîl di operasyonên hatin kirin de 295 kes hatine binçavkirin û ji van binçavkiriyan 61 kes hatine girtin. Di erefeya hilbijartinên 14’ê Gulanê de li dijî partiyên me, kurdan û muxalîfan zext û zordarî zêde bûne. Helbet sedemek vêya heye, ew jî encamên rapirsiyan in. AKP ketiye nava tirs û xofê.”
 
'Wê ev lîstok û dijminatî di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe'
 
Nûray bal kişand ser gotinên Suleyman Soylû ku ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re gotiye, “darbe” û wiha axivî: “Rayedarên AKP’ê dest bi gotinên ku ketine nav tirs û xofê kirine. Suleyman Soylû ku bi hezaran polîs, leşker û bekçiyan dide pişt xwe û hê jî Wezîrê Karên Navxweyî, hilbijartinên 14’ê Gulanê wek ‘hewldana darbeyê’ pênase kir. Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê demildest dawî li wezîfeya Wezareta Karên Navxweyî ya Suleyman Soylî were anîn. Her ku hilbijartin nêz dibe gotinên nefretê û provokasyon zêdetir dibin. Îktidara AKP-MHP’ê li dijî her kesî dijminatiyê daye destpêkirin. Wê ev lîstok û dijminatî di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe û were xerakirin. Em li dijî provokasyonan her kesî vedixwînin ku sekan be û hişyar bin.”