Hunermend û hiqûqnas: Yekane rizgahiya me yan azadî yan azadî

  • 09:02 5 Gulan 2023
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Hiqûqnas û hunermendan diyar kirin ku desthilatdariya ku ketiye zorê rojnameger, hiqûqnas û gelek kes girtiye û got: “Ne hiqûqnas ne jî kedkarên çepameniyê ji gotina rastiyê netirsiya bêdeng neman. Ev komplo wê vala derkeve. Yekane rizgariya me heye têkoşîn e. An azadî yan azadî.”
 
Di 8’ê Hezîrana 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Amedê daye destpêkirin de midûra ajansa me Safiye Alagaş jî tê de 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin. Îdianameya rojnamegeran 10 meh şûnde hat amadekirin û rûniştina yekem wê di 11’ê Tîrmehê de bê dîtin. Di 29’ê cotmeha 2022’yan de jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda ya serdozgeriya komarê ya Enqereyê da destpêkirin de midûra karê nivîsan a ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever, nûçegîhan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nalim, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz, nûçegîhana ajansa me ya JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznur Deger hatin girtin. Rûniştina 9 rojnamegeran wê di 16’ê Gulanê de bê dîtin.
 
Di 11 mehan de 34 rojnameger hatin girtin
 
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran derbarê 216'an kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji van kesan 143 kes hatibûn binçavkirin. Nûçegîhana ajansa me Bêrîtan Canozer, rojnamevan Mehmetşah Orûç, Abdurrahman Gok, Remzî Akkaya, jî tê de 48 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Li aliyê din di 29’ê Nîsanê de jî di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de li 15 bajaran bi ser malan de hat girtin û  li Amedê hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) Dîcle Muftuoglu û edîtorê MA'yê Sedat Yilmaz jî tê de 5 kes hatin girtin. Herî dawî di 30’yê Nîsanê de li 8 bajara operayson hat kirin û serokê giştî yê ESP’ê, endamên SKM’ê û edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz jî tê de gelek kes hatin girtin.
 
Hunermend û hiqûqnasan der barê girtinan de ji JINNEWS’ê re nirxandin kirin.
 
‘Ji gotina rastiyan netirsiyan’
 
Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Nagehan Avçil wiha got: “Rejîma faşîst AKP-MHP her cara dikeve zorê êrîşê Kurdan dike bi polîtîkayên binçavkirinê hewl dide Kurdan biçewisîne. Di pêvajoya hilbijartinê de li hember kedkarên çapemeniyê operasyona girtin û binçavkirinê pêk tînin. Ji hilbijartinan re demek kurt maye. Ev êrîş nîşan didin ku AKP-MHP xitimiye û êrîş dike. Ji xwe re li riyekê digere. Lê ne hiqûqnas ne jî kedkarên çepemeniyê ji gotina rast netirsiyan û bêdeng neman. Wê têkoşînê bidomînin. Ev komplo wê vala derkeve.”
 
‘Rastî şoreş in’
 
Hunermend Pinar Aydinlar jî bertek nîşanî operaysonan da û bi lêv kir ku ji hilbijartinan demek nêz maye desthilatdarî bi êrîşan hewl dide civakê biçewisîne û got: “Operasyonên li hember sosyalîst û Kurdan bi lez didomin. Bêguman ên têkoşîna hebûnê dane her tim bi zextan re hatine rû hev. Lê îro wek hûn dibînin li hember JINNEWS,  Ajansa Mezopotamya, ETHA û hemû sosyalîstan operasyonek heye û ev operasyon ji ber fikaran pêk tê. Ji ber dizanin ku wê winda bikin. Li dijî zextan têkoşîna heqîqetê didome. Em dizanin ku bi hezaran hilbijartin wê bên û derbas bibin. Lê yên li alî gel cih digirin her tim mohra xwe li dîrokê didin. Ji ber rastî şoreş in.”
 
Yekane rizgariya me heye: An azadî yan azadî
 
Pinarê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku divê ev operasyon demildest bi dawî bin û wiha vegot: “Têkoşîna demokrasiyê rastiya heqîqetê ya mîlyonan e. Ji ber vê ez operasyonan şermezar dikim. Em heta dawî ligel hevalên xwe ne. Yekane rizgariya me heye em têkoşîna wê didin. Ew jî ‘An azadî yan azadî’ ye.”