Di ser erdhejê re sê meh derbas bûn: Pisgirêk nehatin çareserkirin

  • 09:05 4 Gulan 2023
  • Rojane
 
SEMSUR - Di ser erdhêjê re sê meh derbas bûn û tevî vê li gundê Bulam hîna kavil nehatine rakirin. Jinan diyar kirin ku hîna pirsgirêka hîjyenê dijîn û hefteyê carê dikarin serê xwe bişon. Jinan got ev bi nok û fasuleyan çareser nabe û gotin hîna pirsgirêkên wan çareser nebûne.
 
Di ser erdhêja navenda wê Mereş bû re sê meh derbas bûn. Li gundê Bulam a Semsurê hîna kavil nehatine rakirin. Konên ligel kavilan hatine avakirin bi riskin û ji ber vê nexweşiyan rû daye. Jinên ku di erdhêjê de barê wan du car zêde bûye pirsgirêka wan ya herî mezin paqî ye. Jinan diyar kirin ku ji ber ava paqij tune ye û qadên aydê jinan tune ne nikarin paqijiya bedena xwe bikin û bi gelek nexweşiyan re rû bi rû ne.
 
Divê qadên aydê jinan bên çêkirin
 
Ji ber ku tenê tuwaletek tê bikaranîn jin bi nexweşiyan dikevin û ligel vê jin ji her karê  kon, zarok û kal û pîran berpirsin. Ji ber ku kon li ser rê hatine çêkirin,  ji kavilên xaniyan bi bandor dibin û ev herî zêde li ser jiyana jnan bandora xwe dike. Jinên sibehê zû radibin karê malê dikin, ligel vê nan çêdikin, xaliyan dişon û her kar li ser pişta jinan hatiye barkirin.
 
‘Şaredar me guhdar nake’
 
Jina bi navê Zahide Yilmaz a xaniyê wê di erdhêjê de hilweşiya wiha dibêje: “Em perîşan bûne. Em gelek pirsgirêkan dijîn. Pisgirêka serşoyê. Ya dermanan. Rewşa me ne xema tu kesî ye. Ne şaredar ne keya. Ez bi ardê xwe nan çêdikim. Carna xwarin tê carna nayê. Gelek pirsgirêk hene. Em carnan cilên xwe dibin malên cîranên xwe yên ku xaniyên wan hilneweşiyan e. Em ji bo serşoyê jî malên cîranên xwe bi kar tînin. Lê em êdî şerm dikin. Ev sê mehe ji bilî kon me tu tiştek nedît.”
 
‘Em bincilkan jî peyda nakin’
 
Zahîdeyê bal kişand ser pirsgirêkên jinan û wiha vegot: “Hemû bar li ser me ye. Tiştek tune em li xwe bikin. Çi pere hebe em ji bo zarokan xerc dikin. Ez nikarim ji xwe re tu tiştekî bigirim. Ya herî hêsan em nikarin bincilkan ji xwe re bigirin. Alîkarî bê em ji wir digirin. Wekê din tune ye. Em nizanin çi bikin.”
 
‘Bi fasule û nokê nabe’
 
Jina bi navê Elîf Dogramaci jî bi lêv kir ku barê jinan di erdhêjê de du car zêde bûye, bi germbûna hewayê re hemû xurek êdî xera dibin û parastina wan jî li ser jinane. Elîfê wiha dirêjî daye: “Cemedank tune. Erdhej ket meha çaran. Lê ne ava germ ne cemedank heye. Em diçin mala cîranan sere xwe dişon. Ev kar wisa bi nok û fasûliyan nabe. Paqijî pir girînge. Ava germ pêwiste. Tuşetekî me di konan de nema. Em tên li ber dîwaran rudinin.  Hêviya me ev e her tişt biguhere. Hîna konteynirek nehatiye. Pirsgirêka herî mezin serîşuştine.  Serşo û paqijî hîna pirsgirêka mezine.”
 
‘Sê mehin hîna kavil nehatine rakirin’
 
Jina bi navê Zeynep Taşan anî ziman ku qadên wan yên tayebet tune ne û wiha bi lêv kir: “Divê demildest xaniyên me bên çêkirin. Du kurên min yên ciwan hene. Em bi hev re di kon de dimînin. Em dixwazin rojane serê xwe bişon lê nabe.  Em di kon de çi bikin. Di konê 3 metreyî de wê çi taybetiya mirov hebe. Hîna kavilên li gund jî nehatine rakirin. Sê mehin kavil ranebûne gelo wê kengê xanî bên çêkirin? Tuwalet hevpar tên bikaranîn. Hefteyê carê em diçin mala cîranan serê xwe dişon. Em ê çiqas paqij bin gelo.”
 
Jina bi navê  Sitiye Şenses jî ku nexweşa şekir e diyar kir ku bi germbûna hewayê re şert û merc hîn bêtir zehmet bûne û got: “Pisgirêka avê didome. Ava paqij tune ye. Gelek tiştên bên gotin hene. Lê em êdî naxwazin biaxivin. Em diaxivin tiştek çareser nabe. Em di kon de bi nok û fasuleyan dijîn. Em wek jin pirsgisrêkan dijîn. Lê ev çend mehe em di vê rewşê dene û tu çareseriyek nehatiye kirin.”