Dayika Aştiyê ya ku polîs pişta wê şikand: Ez şûnde gavê navêjim

  • 09:04 4 Gulan 2023
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Dayika Aştiyê Behiye Duman di çalakiya ji bo jin û zarokên mexdûrên erdhejê di 1’ê Adarê de pêk hatibû de, polîsan lê îşkence kir û ji du cihan pişta wê şikandin. Behiyeyê diyar kir ku wê gilî bike û got li dijî êrîşan wê şûnde gavê navêje.
 
Di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş erdhêj pêk hat û bandor li sre 11 bajarî kir. Di erdhêjan de dehezaran kesî ji ber bêtedbiriya desthilatdariyê jiyana xwe ji dest dan.  Destiladarî li şûna alîkariya welatiyan bike êrîşî muxalîfan kir. Dîsa agahiya bi dehezaran zarokên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan nexistin qeydan. Zarokên ji kavilan hatin derxistin jî bi mehanin winda ne. Li aliyê dîn dîmenên ku zarok ji aliyê tarîkatan ve hatine dîtin derketin holê. 
 
Ji her alî Tirkiye û Kurdistanê welatî li dijî van tiştên hatin jiyîn daketin kolanan. Polîsn îşkence li welatiyan kirin. Yek ji van çalakiyan ya Tevgera Jinên Azad (TJA) ya bi şîara ‘Dem dema azadiya jinê ye’ ya ji bo starta 8’ê Adarê di 1’ê Adarê de li Stenbolê li Kuçukçekmeceyê da bû.  Li ber HDP’a Kanaryayê daxuyanî hat dayîn û polîsan êrîş kiribû.  Di êrîşê de dayika aştiyê Behiye Duman a 59 salî ji aliyê polîsan ve hat îşkencekirin û binçavkirin. Polîsan ji du cihan pişta Behiye Duman şikandin.
 
Behiyeyê îşkenceya polîs ji ajansa me re vegot.
 
Behiye diyar dike 20 salî bû tevli têkoşînê bûye 35 sale têdikoşe û ji 1999’an heta niha jî bi dayikên aştiyê re têkoşîn axwe didomîne. Behiyeyê wiha got: “Dema em li gund bûn hertim bi ser mala me de digirtin. Bav û sê apê min bi îşkencê kuştin. Wê demê min biryara xwe da. Ji biçûkatiyê de tevli têkoşînê bûm. Ez ji bo tecrîd bişkê, ji bo girtî bên berdan, aştî pêk bê têdikoşiğm. Bavê min kuştin. Ez naxwazim kesên din bên kuştin.”
 
Cenazeyê bavê wê nedan!
 
Behiyeyê wiha dirêjî daye: “Bavê min bi îşkenceyê kuştin. 4 rojan cenaze li erdê hiştin. Dewletê leşkerekî xwe kuşt û avêtin stiyê bav û apê min. Ji ber vê bav û apê min çûn çiyê. Dora wan girtin. Piştre jî kuştin.  Wê demê leşkerek jî mir. Gotin heta malbata leşker neyê em cenazeyê nadin.”
 
Pişta wê şikandin
 
Behiyeyê  diyar kir ku dewletê gelek caran îşkence û zext lê kiriye û wiha domand: “Lê têkoşîn û berxwedana min her çû xurt bû. Ji bo jin û zarokên mexdurên erdhêjê me daxuyanî da. Polîsan em bi îşkencê binçav kirin. Polîsan ji du cihan pişta min şikand. Min ji pêlekanê de kaş kirim. Ez ji ser hişê xwe çûm. Piştre li piştamin xistin. Tevî min got ez nikarim hilmê bigirim wan ez bernedam. Ji paşve kelepçe kirin.  Piştre bi saetan ez di wesayîtê de mam. Dawî ez birim Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdêyê ya Kanunî Sultan Suleyman.”
 
Doktor rapor polîs jî telefon neda! 
 
Behiyeyê destnîşan kir ku li nexweşxanê derketiye holê pişta wê şikestiye û got: “Doktor got divê li nexweşxanê bê razan. Lê  telefon bi polîsan re bû. Min nikaribû agahî bidim malbatê. Li nexweşxanê nemam. Tevî pişta min şikestibû doktor rapor neda. Ji ber êşa min zêde bû min wê demê rapor nepirsî. Ger rapor dabin polîsan jî polîsan neda min. Ji ber polîsan kaxiz ji doktoran digirtin.  Piştî îfadê hatim berdan.”
 
Wê gilî bike
 
Behiyeyê daweiya axaftina xwe de wiha got: “Ez li dijî êrîşan serî natewînim. Yekane daxwaza min polîsê îşkence li min kir bê cezakirin. Mafê wî tune îşkence li mirovan bike. Ez ê der barê polîsa jin ya îşkence li min kir serlêdana sûc bikim. Ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”