Parêzer Rengîn Ergul: Tecrîda li Îmraliyê ‘sivik’ hat dîtin!

  • 09:03 4 Gulan 2023
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Wezareta Dadê der barê astengkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nêrîn şand ji DBE’ê re û îdia kir ku li Îmraliyê pêkanînên xerab tune ye. Parêzer Rengîn Ergul diyar kir ku ev bersiv şaş e û got bersiveke ku wezareta dadê di çarçoveya qanûnan de bide tune ye, ev bersiv di konjoktura siyasî de hatiye dayîn.
 
Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî bû û axaftina wan di nivî de hatibû qutkirin. Ji hevdîtina ser telefonê heta niha jî tu agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nayên girtin.
 
Tecrîd birin DBE’ê
 
Parêzeran, ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan û miwekîlên din re di 22’yê mijdara 2021’ê de serlêdan kirin. 4’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê bi hinceta biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan, serlêdan red kir. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê jî bêyî sedemekê nîşan bide, biryara redkirinê qebûl kir û biryar di 1’ê kanûna 2021’ê de teqez bû. Li ser vê yekê parêzeran bi sedema ku miwekîlên wan bi tecrîda girankirî rû bi rû maye, qedexeyan û miameleya xerab lê tê kirin, di 24’ê kanûna 2021’ê de li Dadgeha Bilind a Ewropayê (DBE) serlêdanên şexsî kirin. Di nava 8 salan de Bûroya Hiqûqê ya Asrinê bi dehan caran serî li DBE’ê dan. Hat zanîn ku DBE’ê ji bo 23 serlêdanan ji Wezareta Dadê nêrîn xwestiye.
 
Tecrîd ‘sivik’ dît!
 
Wezareta Dadê di 24’ê adarê de têkildarî serlêdana derheqê astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatê re bi DBE’ê re nêrîn parve kir. Wezaret, bal dikişîne ser biryarên dadgehê û îdia dike ku tecrîda li Îmraliyê ‘pêkanîna xerab’ tune ye. Wezaret her wiha dibêje ku pêkanîna xerab têgeheke “îzafî’ ye”, biryarên têkildarî astengkirinan bi bîr dixe û tecrîdê li Îmraliyê weke tecrîdeke “sivik” dinirxîne û vê îdiayê dike: “Li Îmraliyê pêkanîna xerab tune ye.”
 
Parêzer Rengîn Ergul der barê mijarê de û neaşkerakirina rapora CPT'yê de axivî.
 
‘Bersiveke di çarçoveya qanûnan de bê dayîn tune ye’
 
Rengînê diyar kir ew wek nêrîn û parastinê li vê nanêrin û got: “Li Îmraliyê tecrîdek giran heye. Ev tecrîd her tim dijqanûnan di destûra bingehîn ji dervê qanûna înfazê hat kirin. Ji ber vê jî em dibêjin ku bersiveke ku Wezareta Dadê ku di çarçoveya qanûnan de bide tune ye. Wezareta Dadê dibêje pêkanîna xerab tune ye. Ev nêrîn û şîrove şaş e. Bêguman pêkanîna xerab ne dîtbarî ye, der barê vê de nirxandin û belgeyên tipî û hiqûqî hene. Bi salane tu têkilî bi Îmraliyê re nayê erêkirin û agahî nayê girtin. Ev bêguman tê wateya pêkanîna xerab. Hevdîtina parêzer a bi muwekîl re li gor usulê ye. Dema ev neyê cih, tê wateya pêkanîna xerab.”
 
‘Ger pêşniyaran neynin cih, dikarin raporê aşkera bikin’
 
Rengînê di berdewamiyê de bi lêv kir ku CPT’yê rapora xwe ji însiyatîfa Tirkiyeyê re hiştiye û ev rexne kir û wiha vegot: “Rastiyeke Tirkiyeyê ku pêşniyarên saziyê nayne cih heye. Di xala 11’emîn a CPT'yê de tê diyarkirin ku ger hikûmet pêşniyar û pêngavên ku CPT dibêje pêk neyne dikare raporê aşkera bike. Di heman demê de CPT berpirs e rayagiştî agahdar bike. CPT dikare welatên alîgirê peymanê kontrol bike. Lê ji tabloya heta niha em dibînin ku hikûmeta Tirk pêşniyarên CPT'yê naşopîne, nayne cih. CPT pergala li Îmraliyê wek pêkanîna xerab venasî. Tevî hemû pêşniyar û tespîtan hikûmeteke ku pêşniyaran nayne cih mijara gotinê ye. Ger ku hikûmet gavê navêje CPT neçar e ku rayagiştî agahdar bike. Em jî wek rayagiştî û hiqûqnas pêvajoyê dişopînin.”
 
Yên deng dernexin jî hedef in
 
Rengînê wiha dirêjî da: “Dema li ser hiqûqa dijiminahiyê guherînek qanûnî tê kirin hew Kurd û siyasetmedarên Kurd hedef tên girtin. Wek Birêz Ocalan wek siyasetmedarên HDP’ê. Em pir baş dizanin ku yên li dijî vê bêdeng dimînin jî dibin hedef. Em ji rayagiştî ya Tirkiyeyê re dibêjin ku bêdengî dibe sedema hedefgirtinê. Me ev pir baş dît. Ji bo vê jî em dibêjin ku divê rayagiştî dengê xwe derxe û li dijî vê derkeve.”