Partiya Çep a Kesk Xinûsê ye: Ew ê Erzirom li îradeya xwe xwedî derkeve

  • 15:48 3 Gulan 2023
  • Ramyarî
 
ERZIROM - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di mîtinga Partiya Çep Kesk a Xinûsê de axivî. Pervînê di mîtinga gel eleqeyek mezin nîşan dayê de wiha got:"Ji ev zilm, ev hovîtî, rejîma yekmêrî biqede, ji bo heqê Apê Alî Riza wê Erzirom li îradeya xwe xwedî derkeve."
 
Partiya Çep a Kesk li Xinûsa Erziromê mîting li dar xist. Bi hezaran kes tevlî mîtîngê bûn. Bi hezaran kes ji Qereyazî, Tatos, Qereçoban û gelek kuçeyan hatin. Li Qada Cumhuriyetê dîmenekî rengîn derket holê. Hunermendên herêmê jî derketin ser dikê û bi stranên xwe bûn sedema coşeke mezin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê mêvan derketin ser dikê. 
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk a Erziromê Muammer Duman û namzetên din ên parlamenteriyê axivîn. Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş ji ber qeza derbas kiribû loma jî nikaribû biçiya bernameyê û bi telefonê tevlî bernameyê bû. Meralê got:"Ev qelebalixiya nîşanî me dide ku Erziromê biryara xwe daye."
 
'Em ji bo azadiyê li qadan e'
 
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik jî di mitîngê de ev tişt anî ziman: “Piştrast bin ku em ê bikarin ji vir 3 parlamenteran jî derxînin. Em ê ji Xarpêt û Meletiyê jî parlamenteran derxînin. Em ji bo azadiyê li qadan e. Em ê deriyê tecrîda li Îmraliyê bişikînin. Di serî de hevalên me yên di girtîgehan de, dê bi dehhezaran hevalên me azad bibin. Gelê kurd êdî li ser vê xakê şer, pevçûn û rageşiyê naxwazin. Kurd, muzakereyê dixwazin. Em dixwazin rewşeke wisa biafairînin ku êdî kurd, tirk û tu kes nemire.” 
 
'Em ê bi hejmareke zêde bikevin meclisê'
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî. Pervîn, got ku li her deverê bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku weke Partiya Çepên Kesk em ê guherîn, veguherîn, edalet, aştî, aramî û refahê li her devera Tirkiyeyê belav bikin. Em ê bi hejmareke zêde bikevin meclisê. Êdî Partiya Çepên Kesk di wê astê de ye ku bi 100 parlamenteran bikeve meclisê. Ji ber ku ev rewş vê nîşan dide. Bi jin, ciwan, kal û pîr, bi tirk, kurd, elewî û sûniyên xwe, hemû kesên rastî cihêkariyê tên, yên rastî tundî û zextê tên biryara xwe dane. Dê Partiya Çepên Kesk bi ser 100 parlamenteran re bişîne meclisê. 
 
Divê em di 14’ê Gulanê de AKP’ê li Erziromê bikin partiya tabelayê
 
Her devera em diçinê dibêjin ku dengek ji bo Partiya Çep a Kesk, dengek jî ji bo têkbirina faşîzmê. Ji ber ku kesên li vî welatî faşîzmê têxin meriyetê diyar in. Yên ku kurdan înkar dikin, yên mafê hemwelatiya wekhev a elewiyan binpê dikin diyar in. Yên ku cînayetên jinan, yên tundiyê li jinan dikin û yên zextê li jinan dikin diyar in. Îktîdarek li pêşberî me heye ku keda jinan dixwe, pêşeroja ciwanan û xeyalên wan têk dibe. Em ê vê tifaqa zilmê ya AKP-MHP’ê ya 21 sal in didome, di 14’ê Gulanê de hilweşînin. Em dizanin ku gelemperiya ciwanên li vê derê bê kar in. Ciwanên vê derê ji bo peydakirina kar diçin bajarên rojava. Ciwanên Xinûs, Tatos, Qereçoban û Qereyaziyê nikarin li ser xaka xwe kar peyda bikin. Lewma ji bo debara xwe diçin rojava. Gelo ma xelkê Erziromê vê heq dike? Hevalên min ên Erziromî; hûn vê heq nakin. Ji bo guherandina jiyana ku îktîdara AKP’ê hêjayî ciwanan dibîne, divê em di 14’ê Gulanê de AKP’ê li Erziromê bikin partiya tabelayê. Ev yek peywira rêhevalên min e.
 
Bi derewên nû derdikevin pêşberî gel
 
Dibe ku navê wê Partiya Edalet û Pêşketinê be lê bi vê nexapin. Em dizanin ku hemû bêedaletî vê partiya navê edaletê li xwe kirye anîne. Di navê wê de pêşketin heye lê tenê Çeteyan 5’an û alîgirên xwe pêş dixe. Bi xema wê nîne bê ka xelkê Erziromê çi dijî û çi difikire. Xelkê Erziromê ji pacên qesrê xuya nake. Di hemû serdemên hilbijartinan de bi derewên nû derdikevin pêşberî gel û ji gelên Tirkiyeyê deng dixwazin. Niha jî derewan dikin û dibêjin li Cûdî petrol dîtine. Vê jî weke sozeke derew pêşkeşî gel dikin. Hûn dizanin rezerva esasî li ku ye? Di bin wê qesrê de ye. Çavkanî di esasê xwe de di bin wê qesra bi milyar dolaran hatiye çêkirin de ye. Dê di 14’ê Gulanê de ampûlên wê qesrê vemirin. 
 
Ji bo gelê me di nava edalet, aştî, aramî û refahê de bijî em derketin rê
 
Em dizanin ku esnaf, karker û cotkar heta qirikê ketine nava deynan. Esnafên Xinûsê heta êvarê hêj sîfteh nekirî vedigere mala xwe. Hemû kes deyndar kirin, deyndarî xwe kirin û ji bo kesên li banqeyên dewletê dinihêrin deyndar kirin. Ji ber barê deynan, xelkê berê xwe da qertên krediyê. Welatekî bifikirin ku xizanî û hejarî dibe para gel û çavkanî dibin para wan. Ne hûn û ne jî em vê şêweya jiyanê heq nakin. Ji bo gelê me di nava edalet, aştî, aramî û refahê de bijî em derketin rê. Meşa me didome. Gotin, biryar, mohr a we ye, Partiya Çep a Kesk a we ye. Dê xelkê Erziromê xwedî li namzet û partiya xwe derkeve. Ji bo Erziromê parlamenterek tenê bes nake. Gavek berê hevalên me yên namzet li ser dikê bûn. Hûn tevekan jî nas dikin. Ji bo ku hejmareke zêdetir a nûneran li vî bajarî biçe meclisê, divê hûn bêhtir bixebitin û ev yek berpirsyartiya we ye. 
 
Hûn ê mizgîniya herî xweşik bidin me
 
Hem baweriya min bi we tê hem jî ji we biewle me. Dizanim ku hûn dê bi ser kevin. Hûn ê mizgîniya herî xweşik bidin me. Heke em xemsariyê bikin û qadan vala bihêlin, dê hin kesên din van valahiyan dagirin. Divê bi jin, ciwan, kal û pîran em tevek bi şev û roj bixebitin, li hemû deriyan bixin, bi her destî bigirin û wan qaneh bikin. Em ê Partiya Çep a Kesk bi her kesî bidin naskirin. Ji bo ku ev zilm, ev barbarî, ev rejîma yekzilamî bi dawî be, ji bo heqê apê Alî Riza (Cenazeyê kurê wî Hakan Arslan ku li Sûrê jiyana xwe ji dest dabû di tûrekî de jê re hatibû radestkirin), dê xelkê Erziromê xwedî li vîna xwe derkeve. Ev zilm ne tenê li apê Alî Riza hate kirin, ev zilm li temamiya gelê kurd hate kirin. Ya ku ji serdema Şêx Seîd heta niha li zarok û neviyên wan tê kirin, zilm e. Ev welat êdî xwedî wê hêzê ye ku ji zilm, zext, tundî, şer û pevçûnan re bibêje bes e. Lewma tercîha we pir girîng e. Hûn dê yan tarîtî, polîtîkayên şer û faşîzmê hilbijêrin an jî ronahî polîtîkayên aştiyê û demokrasiyê hilbijêrin. Lê ez di wê baweriyê de me ku dê li tevahiya Tirkiyeyê bayê aştiyê bigere, bayê demokrasiyê bigere û dê ev ba li parlamentoyê bi cih bibe.” 
 
Mitîng, bi guhdarîkirina stranên Dengbêj Xalîde bi dawî bû.