MKGP û DFG: Wê faşîzim têk biçe

  • 13:14 3 Gulan 2023
  • Rojane
 
AMED - Bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Cîhanê ya Azadiya Çapemeniyê MKGP û DFG, daxuyaniyek dan û gotin: "Em van binçavkirin û girtinan ji bo welat û hilbijartinê wekî talûkeyekê dibînin. Bêdengkirina çapemeniyê tê wateya veşartina rastiyan a  ji civakê. Tevî hemû zext, girtin û îşkenceyan rojnameger wê tim dengê civakê bin û dev ji vê yekê bernadin."
 
Bi minasebeta 3'yê Gulanê Roja Cîhanê ya Azadiya Çapemeniyê, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li ber Edliya Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya bi kurdî ji hêla Berdevka MKGP'ê Roza Metîna û ya bi tirkî jî ji hêla endamê DFG'ê Cuma Daş ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Îro 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ye. Me saleke din a ku azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê tune bû li dû xwe hişt. Di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de 2 rojnameger hatin girtin. Li Tirkiyeyê her çiqas azadiya çapemeniyê di bin ewlehiya makezagonê de be jî bi taybet ji roja AKP di sala 2002'yan de hatiye ser îktidarê û heta niha li gor Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rojnamegerên Sînornenas Tirkiye her sal cihê xwe li dora paş digire. Ango her diçe di warê azadiya çapemeniyê de bi paş dikeve. Li gor endeksa sala borî Tirkiye di nava 180 welatan de di dora 149'an de bû. Li gor daneyên sala 2023’yan jî Tirkiye ji nava 180 welatî ket rêza 165’an. Va bi tena serê xwe rewş û şertên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê derdixe holê. 
 
33 rojnameger girtîne
 
Li Tirkiyeyê bi taybet di 10 salên dawî de li dijî Çapemeniya Kurd a Azad êriş pêk hatin. Gelek xebatkarên çapemeniya azad hatin girtin û binçavkirin. Bi ser ajans, şîrketên produksiyonan hatin girtin. Polîsan dest xistin ser ekîpmanên teknîkê û rojnameger hatin asta ku nikaribin bixebitin. Di sala dawî de 35 hevalên me hatin girtin, niha jî 33 jê girtîne. Di dema şopandina nûçeyan de bi caran hevalên me hatin astengkirin, hatin binçavkirin, êrişên hatin asta îşkenceyê hatin kirin. Ger em vana bi kurtasî bînin ziman, em dikarin bi vî hawî bînin ziman;
 
Li Amedê di 16'ê Hezîrana 2022'yan de 16 rojnameger hatin girtin û îddianameya wan 10 meh şûnde hat amadekirin. Piştre di îddianameyan de rojnameger ji ber nûçe û bernameyên çêkirine hatin sûcdarkirin. 10 hevalên me yên rojnameger di 29'ê Cotmeha 2022'yan de hatin girtin û îddianameya wan jî 4 meh şûnde hat amadekirin. Li vir jî hewl dan ku ji naveroka nûçeyan sûc derxin holê. 
 
15 saetan bi kelepçeya berovajî hatin hiştin
 
Dîsa li Amedê di 25'ê Nîsanê de operasyon li dijî siyasetmedar, hiqûqnas û hunermendan pêk hat. Li vir dîsa 4 hevalên me bi hinceta nûçeyên çêkirine hatin girtin. Herî dawî di 28'ê Nîsanê de bi çarçoveya navenda wê Enqere li Amedê bi ser mala Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz de hat girtin û hatin binçavkirin. Heta Dîcle birin Enqereyê îşkence lê hat kiririn. Dîcleyê 15 saetan bi kelepçeya berovajî hat hiştin. Dîsa Sedat ji ber îşkenceya dît guhê wî nebihîst. Dîcle û Sedat di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hatin girtin. 
 
Em dev jî têkoşîna xwe bernadin
 
Dema tabloyeke wiha li welatekî hebe li wir behskirina azadiya çapemeniyê jî gelekî zehmet e. Li qadan nêzîkatiyeke zayendperest li dijî jinên rojnameger pêk tê, êrişên digihêjin asta destdirêjiyê tên kirin, gef li wan tê xwarin. Ev jî nîşan dide ku jinên rojnameger li qadan ne di binê ewlehiyê de ne. Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê dîsa dibêjin em êrişên li dijî çapemeniya azad qebûl nakin. Heta li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê pêk were, heta ji bo jinên rojnameger qadên ewle bên avakirin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Li her qada em lê ne em ê li gel rojnamegeran bin. 
 
Em ê xwedî li mîrateyan derkevin
 
Demeke kurt ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re ma. Em van binçavkirin û girtinan ji bo welat û hilbijartinê wekî talûkeyekê dibînin. Bêdengkirina çapemeniyê tê wateya veşartina rastiyan a  ji civakê. Tevî hemû zext, girtin û îşkenceyan rojnamegerên ji bo heqîqetê têdikoşin wê tim dengê civakê bin û dev ji vê yekê bernadin. Em ê xwedîderketina li mîrateya Apê Mûsa, Deniz Firat, Gurbeteli Ersoz dewam bikin. 
 
 
Wekî hevalên me yên hatine girtin dibêjin, wê faşîzim têk biçe û çapemeniya azad dê bi ser bikeve... Ev pergal wê 10 rojên din biçe. Li ber hilweşandinê ye."