Li Stenbolê mîtînga jinan: Em bi hev re bi hêz in

  • 09:05 3 Gulan 2023
  • Ramyarî
STENBOL - Di 7'ê gulanê de li Kadikoya Stenbolê mîtînga jinan a Partiya Çep a Kesk tê lidarxistin. Siyasetmedarên jin banga tevlîbûna mîtîngê kirin û gotin: "Li dijî xespkirina destkeftiyên jinan em ê li qada mîtîngê bicivin. Em ê hêzê bidin hevdû û em ê bi hev re bi ser kevin."
 
Bi nêzbûna 14'ê Gulanê re xebatên Partiya Çep a Kesk li Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. Mîtîng, şahî û çalakiyên partiyê coş û kelecanek mezin pêk tê. Jinan ji bo hilbijartinê tax bi tax û mal bi mal digerin û bal dikişînin ser girîngiya hilbijartinê. Ligel xebatên li taxan jinan li gelek navendan mîtîngên jinan li dar dixin. Yek jî wan mîtîngan dê di 7'ê Gulanê de li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê pêk bê.
 
Jinên ku amadekariya mîtîngê dikin ji ajansa me re axivîn û banga tevlîbûna mîtîngê kirin.
 
'Her tim jin hedef tên nîşandan'
 
Ji Koordînasyona Jinan a Navendî ya Partiya Çep a Kesk Feray Mertoglu, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên AKP-MHP'ê ya ku dijminatiya jinê dike û got: "Destkeftiyên jinan ên bi salan hene û ji ber vê jî divê em ê li qadan bin. Betalkirina Peymana Stenbolê û helwesta li hemberî qanûna 6284'an divê jin helwesta xwe bi xurtî nîşan bide. Daraza ku kujerên jinan efû dike heye û kujer û êrişkaran serbest berdide. Serbestberdana wan jî dibe sedema hedef nîşandana jinan. Ji ber vê sedemê jî gelek jin tên qetilkirin."
 
'Ji bo parastina sindoqan berpirsiyariyê bigirin'
 
Feray, daxuyand ku polîtîkayên AKP-MHP'ê yên li hemberî jinan her roja ku derbas dibe zêdetir dibe û wiha bi lêv kir: "Şîdeta li hemberî jinê, kuştina jinê û dijminatiya jinê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Li dijî wan polîtîkayan divê em têkoşîna jinan mezin bikin û her tim li qadan bibin. Em bang li li jinan dikin ku ji bo parastina sindoqan berpirsiyariyê bigirin."
 
'Em ê bi hev re bi ser kevin'
 
Feray di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser mîtînga jinan: "Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî mîtîngê bibin. Em jin bi hev re bi hêz in, em ê bi hev re bi ser kevin. Jinan ji bo guhertin û veguhertinê dê dakevin qadan."
 
'Ji bo destkeftiyan em ê têbikoşîn'
 
Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Elîf Bulut jî destnîşan kir ku ji bo jiyaneke azad û biryareke serbixwe divê jin dakevin qadan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em ê li dijî zîhniyeta AKP-MHP'ê li qadan bin. Jin bêtir li dijî îktîdarê ku li dijî jinan derdikeve têdikoşe. Hemû jin dê li dijî xespkirina destkeftiyên xwe bi hev rê têbikoşin. Jin bi piştevaniyê bi hêz dibe û têkoşîna xwe mezin dike. Em ê di 7'ê gulanê de li Parka Yogurtçu bên cem hev û mîtînga jinan li dar bixin. Em ê li qadan gotinên xwe bêjin û em ê cesaretê bidin hevdû. Em bang li hemû jinan dikin ku tevlî mîtîngê bibin."
 
'Em ê li dijî kedxwariyê li qadan bin'
 
Berdevka Rêxistinbûnê ya Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Şakîre Şeyda Ataş jî di axaftina xwe de bal kişan ser girîngiya mîtînga 7'ê gulanê û got: "Jin di her qadên xebatê de pêşeng in. Jin dê bi rengê xwe tevlî mîtîngê bibin. Em xebatên xwe ya ji bo mîtînga jinan didomînin. Ji 7 salî heta 70'î salî dayik, dost û hevalên me dê tevlî mîtîngê bibin. Em ê li qadan daxwazên xwe bînin ziman. Em ê li dijî xizanî, kedxwarî û êrişan kom bibin."