MKGP 6 salî ye: Wê li dijî êrişan rêxistinbûyina jinê xurtir bibe

  • 12:25 2 Gulan 2023
  • Rojane
 
Nişmiye Guler 
 
AMED - MKGP a ku rihê piştevaniya jinên rojnameger pêş dixe û li dijî medyaya bi zihniyeta baviksalarî tê birêvebirin, li berxwe dide dikeve 6 saliya xwe. Berdevka platformê Roza Metîna bal kişand ser têkoşîna jinên rojnameger a li qadan û got:"Em ê li dijî zext û zordestiyê rêxistinbûyina xwe bêtir xurt bikin."
 
Zextên li ser çapemeniya azad û di esasê xwe li ser jinên rojnameger ên ji aliyê îktidaran ve dewam dike. Li dijî van zextan 6 sal berê di 3’yê Gulana 2017’an Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) hat avakirin. Ev platform îro ji bo jinên rojnameger bûye wekî banekî. Cara ewil li Tirkiyeyê jinên rojnameger di bin banê MKGP’ê de hatin gel hevdu. 
 
Binpêkirina mafan dikin rapor
 
Ji roja platform hatiye avakirin heta îro ji bo jinên rojnameger kampanya hatin lidarxistin, atolyeyên nûçeyan hatin lidarxistin, çalakî pêk hatin. Her wiha ji 3 mehan carekê rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger tê amadekirin. Ev di heman demê de ji bo jinên rojnameger dibe jêderk. 
 
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) Roza Metîna têkildarî mijarê nirxandin kir. 
 
‘Mafê parastina hemû rojnamegeran esas girt’
Roza Metîna bal kişand ser armanca avakirina platformê û wiha got:”Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dema di sala 2017’an de hat avakirin li ser esasên mezinkirina rêxistinbûyina jinê hat avakirin. Di wê demê de gelek sazî û dezgeh hatin girtin. Di bin navê Rewşa Awarte de êrişeke gelekî mezin hem li dijî rêxistinbûyina jinê hem li dijî çapemeniya azad hem jî li dijî jinên têkoşer û civakê hat kirin. Wê demê jin li kîja qadê çalak bû êriş lê dihat kirin. Ji ber wî hawî jî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin û di bin banê vê platformê de jinên rojnameger hatin gel hevdu. Piştgirî dan hevdu. Jinên di bin banê platformê de hatin gel hevdu ne tenê bûn dengê jinên kurd di heman demê de bû dengê jinên cîhanê. Dema platform hat avakirin mafê parastina hemû rojnamegeran esas girt.”
 
‘Platform li dijî zimanê zayendperest hat avakirin’ 
 
Rozayê bal kişand ser zimanê zayendperest û wiha pê de çû:”Niha zimanekî zayendperest ê îktidara AKP-MHP’ê heye. Bi vî zimanê zayendperest jî êrişeke mezin li dijî jinê û civakê tê kirin. Bingehe tundiyê bi vê riyê tê avakirin. Her wiha bingeha cihêkariyê jî wiha tê avakirin. Em dikarin bêjin Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê li dijî zimanê zayendperest, li dijî zimanê yekperest û li dijî zihniyeta yekperest hat avakirin. “
 
‘Me xwest li dijî zimanê medyaya yekperest têkoşîna jinê derxe pêş’
 
Rozayê bal kişand ser kar û xebatên platfromê û wiha lê zêde kir:”Heta niha wekî platform gelek kampanya hatin meşandin. Kampanyaya piştevaniya ji bo rojnamegeran hat lidarxistin. Li ser medyaya dîjîtal jî hem kampanyaya îmzeyê hem jî bername hatin lidarxistin. Li dijî binpêkirina mafên rojnamegeran têkoşîn dewam dike. Ji sê mehan carekê rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger tê amadekirin. Bi vê raporê platform balê dikşîne ser neheqiyên li jinên rojnameger tên kirin. Platform di heman demê de kar, xebat û keda jinên rojnameger jî derdixe pêş. Ne tenê binpêkirina mafan keda jinên rojnameger jî derdixe pêş. Bernameyên cuda di bin banê platformê de hatin lidarxistin. Jinên rojnameger di van bernameyan de bal kişandin ser binpêkirina mafan, tundî, îşkence û neheqiyên ji aliyê sîstema heyî ve tên kirin. Jinan bal kişandin ser tundî û zextên bi rêya medyaya alîgir tên kirin. Her wiha jinan bal kişandin ser têkoşîn û berxwedana jinên rojnameger jî. Tiştê di vir de bêtir derket pêş têkoşîn û piştevaniya di navbera rojnamegerên jin de bû. Niha sîstema heyî bi medyaya alîgir êrişeke mezin pêk tîne. Me jî wekî platform xwest li ser medyaya dîjîtal dengê jinên rojnameger bilind bikin. Me xwest li dijî zimanê medyaya yekperest têkoşîna jinê derxe pêş.” 
 
‘Jinên rojnameger dixwazin li mîrateya çapemeniya azad xwedî derkevin’
 
Rozayê diyar kir ku jinên rojnameger ên kurd dixwazin vê kevneşopiyê vê mîrateyê bidomînin û got:”Hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê jin di bin banê çapemeniya azad de dixebitin. Bêyî ku ji sîstema heyî re xizmetê bikin. Çimkî di esasê xwe de karê çapemeniya azad têkoşîna li dijî zimanê sîstemê ye. Li dijî zimanê çapemeniya sîstemê ye. Dîroka kevneşopiya çapemaniya azad dîrokeke kevnar e. Ji niha de dest pê nekiriye. Xwe dispêre dîrokek kevnar. Di 18982an de Rojnameya Kurdistan hat çapkirin. Dîsa em dikarin Serxwebûnê mînak bidin. Di wê demê de û berî wê demê ev kevneşopiya çapemaniya azad hebû. Jinên rojnameger ên kurd dixwazin vê kevneşopiyê vê mîrateyê bidomînin. Dixwazin li vê mîrateyê xwedî derkevin. “
 
‘Li dijî êrişan li qadan têkoşîn dewam dike’
 
Rozayê da zanîn li qadan êrişên li dijî jinên rojnameger dewam dikin û wiha got:”Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojnameger bi awayekî azad nikarin bixebitin. Ji ber zext û zordestî gelekî zêde ne. Mekanîzmaya niha ya sîstema heyî jî çapemeniyê tenê ji bo xwe wekî alavekê bi kar tîne. Wekî alaveke kontrolkirinê bi kar tîne. Tenê ji bo berjewendiyên xwe biparêze bi kar tîne. Loma jî hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê sîstema heyî dixwaze qadê li rojnamegeran teng bike. Çimkî wexta qadê li rojnamegeran teng bike wê demê wê rojnameger nikaribe dengê civakê derxe pêş. Yanî ev zext û êrişana di heman demê de tê wateya tepisandina dengê civakê. Lê belê li dijî vêya li qadan têkoşîneke mezin jî tê meşandin. Dema jinên rojnameger derdikevin qadan heqaret li wan tê kirin, zimanekî zayendperest li hemberî wan tê bikaranîn, îşkenceya derûnî li wan tê kirin, ji karê xwe tên dûrxistin, karê wan tê astengkirin. Li dijî vê yekê jî li qadan têkoşîn dewam dike.”
 
‘Em pênûsa hevalên xwe li erdê nahêlin’ 
 
Rozayê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin a demokrasiyê û meseleya kurd heye û wiha pê de çû:”Li Enqereyê di 29’ê Cotmehê de rojnamegerên çapemeniya azad hatin girtin. Li wir xwestin serî bi jinên rojnameger bidin tewandin. Ev yek di dîmenan de jî derket. Bi vê re dixwazin peyama ‘em ê serê we bitewînin û em nahêlin hûn bi awayekî azad karê xwe bimeşînin’ bidin. Xwestin peyama ‘divê hûn tenê berdevkiya berjewendiyên me bikin’ bidin. Sîstema heyî niha vî tiştî diparêze. Lê belê jinên rojnameger di peyamên xwe de jî dibêjin ‘em serî natewînin, em pênûsa hevalên xwe li erdê nahêlin, em karê xwe nîvco nahêlin’. Hem li qada Bakurê Kurdistanê hem jî li qada Tirkiyeyê li dijî hemû zext û zordestiyan di heman demê de jî têkoşînek heye. Hewldana mezinkirina têkoşînê heye. Li gor daneyên MKGP’ê herî dawî 17 jin di girtîgehan de bûn. Lê belê ev hejmar bi operasyona qirkirina siyasî bi operasyona li dijî çapemeniya azad re zêde bû. Dîsa herî dawî li gor daneyên DFG’ê 87 rojnameger li Tirkiyeyê di girtîgehan de bûn. Lê belê bi operasyonên dawî ev hejmar zêde bû. Ez ne bawer im ku li tu derê cîhanê ewqas rojnameger, siyasetmedar, hunermend, nivîskar, parêzer, parêzvanên mafên mirovan di girtîgehan de bin. Jixwe li welatekî ewqas kesên ji bo doza azadiya xwe li berxwe didin di girtîgehan de bin wê demê li wî welatî pirsgirêka demokrasiyê heye. Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin a demokrasiyê û meseleya kurd heye. Ji bo ev mesele neyê çareserkirin û kûrtir bibe jî ev êriş li dijî çapemeniya azad tên kirin.” 
 
‘AKP-MHP ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve êriş dike’
 
Rozayê da zanîn êrişên îktidara AKP-MHP’ê di heman demê de jî amadekariyên ji bo hilbijartinê ye û wiha got:”Niha em ber bi hilbijartinên 14’ê Gulanê ve diherin. Hilbijartinên di 14’ê Gulanê de hilbijartinên dîrokî ye. Gelekî krîtîk e. Çimkî di heman demê de wê qedera vî welatî diyar bike. Niha îktidara AKP-MHP’ê ji bo di hilbijartinan de bi ser bikeve, ji bo nelirêtî, lîstik û qirêjiyên wê di hilbijartinê de bikin, bi rêya çapemeniya azad, dernekeve holê loma jî êriş dikin. Elbet ev êrişana bi hilbijartinê tenê ne girêdayîye. Berî hilbijartinê jî ev êriş hebûn. Di esasê xwe de êrişa li dijî çapemeniya azad êrişa li dijî nasnameya gelê kurd e. Êrişa li dijî mafê girtina nûçeyan a gelê kurd e. Êrişeke li dijî doza têkoşîna gelê kurd e.  Ev êrişana piralî ne. Hilbijartin tenê perçeyekî vê ye. Ev êrişana di heman demê de li dijî rêxistinbûyina jinê ya di qada çapemeniyê de ye. Em di pratîka AKP-MHP’ê de dibînin ku çiqasî dijminatiya jinê dike. Em dikarin bêjin hemû destkeftiyên jinan bi kedeke mezin bi dest xistine di 21 saliya îktidara AKP’ê de hat hedefgirtin. Gelek êriş li dijî van destkeftiyan hat kirin. Wekî binçavkirin û girtina jinên rojnameger, wekî betalkirina Peymana Stenbolê, wekî hedefgirtin zagona 6284’an. Vana tenê çend mînakên berbiçav in. Mînak gelek in. Ev îktidar li ser aloziya civakî li ser piyan disekine. Em dikarin bêjin di heman demê de êrişa li dijî çapemeniya azad, li dijî jinên kurd di heman demê de li dijî destkeftî û îradeya jin û civakê ye.” 
 
‘Platform ji jinên cîhanê re bû feyz’
 
Rozayê diyar kir platform bû sedem ku nêzîkatiya neyînî ya gelek mêran jî bê guhertin û wiha got:”Dema Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat avakirin di nava şert û mercên dijwar de hat avakirin. Di vir de bi eslê xwe peyameke em serê xwe natewînin hat dayin. Vê peyamê bandoreke mezin hem li ser jinê hem jî li ser civakê kir. Vê yekê hêz û qewetek da jinên rojnameger. Em niha dibînin çawa sîstema bi zihniyeta baviksalarî civakê bi rê ve dibe li ser bedena jinê siyasetê dimeşîne. Bi vê siyasetê jî dixwaze tenê têgeha namûsê li ser bedena jinê bimeşîne. Bi vî rengî jî dixwaze bigihêje armanca xwe. Em dikarin di heman demê de bêjin platformê li dijî vê nêzîkatiyê jî her tim têkoşîna xwe dewam kir. Bi vê têkoşîna xwe jî bandor li ser jinan kir. Jinên cîhanê jî di vî warî de feyzek ji vê têkoşîna platfromê girt. Hem bi nêzîkatiya xwe hem jî bi zimanê xwe platform bû sedem ku nêzîkatiya neyînî ya gelek mêran jî bê guhertin. Çimkî ev zimana bandorê li ser binhişiya civakê jî dike. Têkoşîna platformê ya ku di vî warî de tê kirin bû sedema guhertinên erênî. Îro dema xebatkarên ajansa jinê ya JINNEWS’ê nûçeyan çêdikên, li gor hesasiyeta parastina îrade û parastina mafê jinê wan nûçeyên xwe dihonin. Ji bo zimanê zayendperest nebe sedema cihêkariyê xebatkarên ajansa jinê li gor wê nûçeyên xwe dihone. Jixwe gelek endamên platformê jî di bin banê ajansa jinê de nûçeyên xwe dihonin û vê hesasiyetê nîşan didin. Ji bo zimanê zayendperest têk bibin li gor wê nûçeyên xwe dihonin. Ev bandorê li ser jinan û civakê dike. Her wiha bandorê li ser jinên cîhanê jî dike. Çimkî midura nûçeyan a ajansa JINNEWS’ê Safiye Alagaş îro di girtîgehê de ye lê belê di qada navneweyî de hêjayî xelatê hat dîtin. Safiye di heman demê de endama Platfroma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ye. Em dikarin bêjin endamên platformê bi vê têkoşîna xwe bandora xwe li ser jinên cîhanê kir ku endama platformê hêjayî xelatê dibînin.” 
 
‘Kîja îktidar hat berê jin kirin hedef’
 
Rozayê da zanîn ku îktidaran tim di destpêkê de jin û çapemenî kirine hedef û got:”Ji ber jinên rojnameger nûnertiya têkoşîna jinan dike ji ber îrade û hêza jinê derdixin pêş loma jî hedef tên girtin. Jin dema di nava civakê de xwedî rêxistinbûyineke xurt be, dema di nava civakê de nûnertiyeke xurt bike ev bandoreke erênî ya mezin li ser civakê dike. Û civak jî bi vî rengî pêş dikeve. Loma jî kîja îktidar wexta hat di destpêkê de jinên rojnameger û xebatkarên çapemeniya azad kir hedef. Kîja îktidar hat xwest li ser jinê civakê têxe binê kontrola xwe. Her tim ev fikir li pêş bû. Wexta em jinê têxe binê kontrola xwe dema em serî bi jinê bide tewandin wê demê em ê serî bi civakê jî bide tewandin. Loma jî berê têkoşîna jinê bûye hedef. Dema di 8’ê Hezîranê de 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin û di 16’ê Hezîranê de jî hatin girtin tenê karê ku kirin wekî sûc hat nîşandan. Bername û nûçeyên çêkirin wekî sûc derket pêşiya wan. Dîsa di 29’ê Cotmehê de jî li Enqereyê rojanemger hatin girtin. Di nav de dîsa rojanemgerên jin jî hebûn. Dîsa bername û nûçeyên çêkirin ji wan hatin pirsîn. Di bin navê ‘endamtî û propagandaya rêxistnê’ de her tim rêxistinbûyina çapemeniyê bûye hedef. Di operasyona qirkirina siyasî ya herî dawî de jî rojnameger, siyasetmedar, parêzer, hunermend, şanoger, parêzvanên mafê mirovan bûn hedefek mezin. Çimkî ev kes pêşengiya civakê dikin. Doza parastina nasnameyê pêş dixin. Loma jî ev sîstem wan digirin û naxwaze ev civak pêş bikeve. Her tim dixwazin ev civak li gor berjewendiyên wan bi teşe bibe. Herî dawî dîsa Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu hat binçavkirin. Bi kelepçeya berovajî ew birin heta Enqereyê, îşkence lê kirin. Yanî di vir de peyamekê didin. Di şexsê Dîcleyê de hemû rojnamegeran dikin hedef. Dibêjin an hûn ê bi ya min bikin an jî em ê nehêlin tu karê xwe bike. Lê belê dema Dîcle û rojnamegerên din peyama xwe şandin gotin em serî natewînin.” 
 
‘Zîhniyeta mêr li her derê eynî ye’
 
Rozayê bel kişand ser zihniyeta mêr a li her derê eynî ye û wiha got:”Li Tirkiye, Îran, Pakîstanê li dijî rojnamegerên jin êrişeke mezin û sîstematîk heye. Hemû zihniyet eynî ye. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bi pêşengiya jinê serhildaneke mezin derket pêş. Dema jina kurd Jîna Emînî tenê porê wê xuya kir û loma jî hat qetilkirin jin û civak rabû ser piyan. Têkoşîn hîn jî didome. Jinên rojnameger ên li ser Jîna Emînî nûçe çêkirin hatin darizandin, cezakirin. Bûn hedef. Dîsa li Pakîstanê Talîban naxwaze jin li qadan be. Herî dawî Talîban Radyoya Dengê Jinan jî girt. Li Pakîstanê jî naxwazin jin û civak bi pêşengiya jinê pêş bikeve û hişyar bibe. Li van welatana bi hişmendiya baviksalarî, bi heman zihniyetê jin tê çewisandin. Ev yek jî bi destên mêr tê kirin. Îro li Îranê civak bi rêya olê tê xapandin. Tade û zilmê li civakê dike. Li Tirkiyeyê jî îktidara AKP-MHP’ê dixwaze bi rêya olê bigihêje armanca xwe. Dixwaze bi vî hawî teşeyê bide civakê. Bi salan e olê bi kar tînin. Bi vî rengî dixwaze serî bi jinê bide tewandin û civakê têxe binê kontrola xwe. “
 
‘Wê xebatên platformê li ser esasên mezinkirina rêxistinbûyinê bidomin’
 
Rozayê da zanîn ji bo têkoşîn mezin bibe dîsa ew ê di siberojê de ji aliyê platformê ve kar û xebat bên meşandin û wiha got:”Platfroma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji roja hat avakirin mezinkirin û xurtkirina rêxistinbûyina jinê esas girt, têkoşîna li dijî zimanê zayendperest esas girt û wê di vê rêyê de dewam bike. Mafê girtina nûçeyan a jinê wê dîsa ji aliyê platformê ve bê parastin. Ew ê di kar û xebatên siberojê yên platformê de dîsa ev yek esas bê girtin û xebat wê bi vî rengî bidomin. Dema rojnameger hatin girtin bi DFG’ê re jî xebatên hevpar hatin kirin û piştevaniya di navbera saziyan de derket pêş. Dema rojnameger hatin girtin xebatkarên li saziyên cuda dewsa wan nûçe û bername çêkirin. Di vir de ew rihê piştevaniyê derket holê. Bi taybet ji bo dengê jinê li cîhanê bê belavkirin jî kar û xebat hatin kirin û wê bidomin. Ji bo hestiyarî û hesasiyeta civakê ji aliyê xebatkarên çapemeniya azad jî derkeve holê kar hat kirin û ev jî esas hat girtin. Ji bo têkoşîn mezin bibe dîsa ew ê di siberojê de ji aliyê platformê ve kar û xebat bên meşandin. 
 
‘Pîşeya rojnamegeriyê nûnertiya têkoşîna civakê dike’ 
 
Rozayê bal kişand ser 3’yê Gulanê Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê û wiha bi dawî kir:”3’yê Gulanê Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê ye.  Em dikarin wekî roja têkoşîna hemû rojnamegeran jî pênase bike. Em dikarin wekî roja têkoşîna çapemeniya azad jî pênase bikin. Loma em hêvî dikin ku ev roj bibe wesîleya mezinkirin, dewamiya têkoşîn û azadkirina hemû rojanemgerên di girtîgehan de. Rojnamegerên ku bi binpêkirina mafan rû bi rû dimînin. Em dîsa vê gotina xwe dubare dikin. Dema em derketin ser rê me got bêyî ku ‘em bifikirin mêr dibêje ka jinê çawa nivîsand’ û bi îradeyeke azad em ê nûçeyên xwe binivîsin û li dijî zimanê zayendperest têbikoşin. Em dîsa dibêjin rojnamegerî ne sûc e, rojnamegerî nikare bê darizandin. Pîşeya rojnamegeriyê nûnertiya têkoşîna civakê dike. Ji ber wî hawî jî kesek nikare pênûsa xebatkarên çapemeniya azad bitewîne. Ew ê ev pênûs her tim bi awayekî zindî nivîsandina rastiyan berdewam bike.”