Li Rihayê parêzer amadekariya ewlehiya sindoqan dikin

  • 09:02 2 Gulan 2023
  • Ramyarî
Gulistan Dursun 
 
RIHA - Cîgira Seroka Baroya Rihayê Gulîstan Paydaş bang li parêzerên bajêr kir ku di ewlehiya hilbijartinê de cih bigirin û got: "Em ê heta sibehê şiyar bin, ji bo ewlehiya hilbijartinê, em ê piştevaniya hiqûqî bikin." 
 
Li aliyekî partiyên siyasî û tifaq, xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin, li aliyê din jî ewlehiya hilbijartinê di rojevê de ye. Bi taybetî operasyonên girtin û binçavkirinê yên ku ji aliyê AKP-MHP’ê ve tên kirin, di derbarê ewlehiya hilbijartinê de fikaran zêde dike. Em bi Cîgira Seroka Baroya Rihayê Parêzer Gulîstan Paydaş re li ser ewlehiya hilbijartinê û amadekariyên li Rihayê axivîn.
 
'Divê her kes erka xwe bi cih bîne'
 
Gulîstan bal kişand ser wê yekê ku pêwîst e hemû aktorên ku di pêvajoya hilbijartinê de cih digirin bi awayekî adil, mafdar, rastgo, bêalî û şefaf tevbigerin û wiha bilêv kir: "Ewlehiya hilbijartinê, beriya her tiştî, dilsozî û baweriya hilbijêran hewce dike. Bûyerên ku di hilbijartinên berê yên li Rihayê de qewimîn tê bîra me. Heke her kes erka xwe bi cih bîne, tu carî bêhiqûqî çênabin."
 
'Her kes dikare tevlî hilbijartinê bibe'
 
Gulîstan, diyar kir ku Baroya Rihayê ev demeke dirêj e li ser ewlehiya hilbijartinê dixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me madeyên ku di zagon û rêziknameya hilbijartinê de weke sûc tên pênasekirin, bi broşurê amade kirine. Em ê di vî warî de li hemû aliyan belav bikin. Ji xeynî wê me semîner jî li ser ewlehiya hilbijartinê ji bo hevkarên xwe li dar xist û dê di pêşerojê de jî berdewam bikin. Çi hevkarên me yên dilxwaz bin, çi jî rêxistinên me yên sivîl ên derve, ew dikarin beşdarî perwerdeyên wiha bibin. Li ser navê ewlehiya hilbijartinê em bi awayekî vekirî perwerdeyê didin derve."
 
Broşûr hatin amadekirin
 
Ji aliyê din ve Gulîstan diyar kir ku platforma hilbijartinê ji bo ku di roja hilbijartinê de ji aliyekê ve koordînasyon were kirin hatiye avakirin û wiha bi lêv kir: "Her aliyek wê nav û qadên erka parêzerên di roja hilbijartinê de hatine wezîfedarkirin ji me re agahdar bike. Dema pirsgirêk derkeve em ê parêzerê herî nêz bişînin qada pirsgirêkê. Her partî dê di roja hilbijartinê de parêzerekî bi nav bike da ku bi wan re bi kordînasyonê bixebite. Broşurên ku me der barê sûcên hilbijartinê de çap kirine dê li dengdêran bên belavkirin. Hemû parêzerên partiyê dê karta çavdêriya baroyê hilgirin û belgeyên destûrnameya partiya wan jî li cem wan bin. Di roja hilbijartinê de, dê wekîl der barê pirsgirêkên hevkarên xwe de me agahdar bikin û em ê nimûneyên daxwaznameyên îtîraz û giliyê ku ji bo her bûyerê cuda hatine amadekirin wekî PDF parve bikin."
 
'Em ê piştevaniya hiqîqê bikin'
 
Gulîstan ji parêzerên qeydên xwe yên Baroya Rihayê re got, "Ji kerema xwe beşdarî hilbijartinê bibin" wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bi dildarî pêşniyar dikim ku hûn wek muşahîd Baroya Rihay beşdarî sindoqan bibin. Ji xeynî vê em ji welatiyên me dixwazin dema ku di hilbijartinê de nelirêtiyek rû bidin, tedbîrên pêwîst bigirin û ger di vê mijarê de zanyariyên qanûnî yên pêwîst tunebin, em dixwazin bi rêya têkilî bi parêzeran daxwaz, îtîraz û giliyên pêwîst bikin. Em Serokatiya Baroya Rihayê, endamên lijneya rêvebiriyê û gelek hevrêyên me bi wê fikra ku em ê bi me re bin, wê rojê em ranakevin. Em ê heta sibê şiyar bin û ji bo ewlehiya hilbijartinê hemû piştevaniya qanûnî ya ji destê me bê em ê bidin.”