Malbatên ku xizmên xwe di qezeyê de windakirin: Em ê hesabê bipirsin

  • 09:15 1 Gulan 2023
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Malbatên ku xizmên xwe di qezaya Dêrîkê de windakirin vê qezayê wek “komkijî” bi nav dikin û bi lêv kirin ku bi ser bûyerê re 9 meh derbas bûye jî heta niha kesên berpirsyar nehatine darizandin. Malbatan, her wiha destnîşan kirin ku ew ê di hilbijartinê de ji îktîdarê hesab bipirsin.
 
Di 20’ê Tebaxa 2022’yan de li herêma Uçyol a navçeya Dêrikê TIR’ên aidê Fabrîkaya Etî Bakir a Cengîz Holdîngê dema barê xwe dibir qeza kir û li welatiyan qelibî û 21 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî qezayê serlêdanên sûc ên malbatan îdîaname piştî 5 mehat şûnde hat amadekirin û di 31’ê çileyê de yekemîn daneşîna dozê hat dîtin. Danişîna duyemîn a dozê jî dê di 2’ê Gulanê de ango sibê bê dîtin. Bi ser bûyerê ve heta îro 9 meha ku derbas bûye tu kesên berpirsyar nehatin darizandin.
 
Mihrîban Tanrisever û Hatîce Has ên ku xizmên xwe windakirin bi lêv kirin ku ev ne qezabû komkujî bûye û gotin ew ê hesap bipirsin.
 
Xwişk û bira bi hev re jiyana xwe ji dest didin
 
Mîhrîban Tanrisever a ku neviyên xwe Şervan (7) û Mihrîban Tanrisever (12) di qezayê de winda kir, hîn êşa wê wek berê ye û her digirî. Mihrîban, destnîşan kir ku bi ser qezayê de 9 meh derbas bûye lê heta niha kesên berpirsyar nehatine darizandin û wiha got: “Tenê du şoforên TIR’ê hatin girtine û ew jî tên darizandin. Frenê TIR’an xirapkirine û ji ber vê yekê jî ji vê qezayê xwediyê vê fîrmayê berpirsyar e. Me gelek caran anîbû ziman ku bila ev TIR ji vir derbas nebe, bi tehlûkeye. Ji ber qezayê cenaze hemû parçe bûbûn. TIR’ê hem Mihrîban û hem jî Şervanê min ji erdê xirikandibûn. Me dev li vê bûyerê berneda û ji xwe re parêzeran girt. Ev bûyer 9 meh in bûye û heta niha carekî doz hatiye dîtin. Piştî bûyerê Suleyman Soylu hat li ser goristana neviyên min û got ew ê destûrê nedin êdî TIR ji vir derbas bibin. Berê 10 TIR derbas dibû niha rojê 50 TIR derbas dibin. Wê rojê ez çûm min pêşiya TIR’ê girt û gotinan jê re got. Min ji wan re got we Mihrîban û Şervanê min kuştiye hûn çawa ji vir derbas dibin.”
 
‘Sedema vê qezayê îktîdar bi xwe ye’
 
Mihrîban, da zanîn ku ew heta dawiyê li pey vê dozê ye û tu carî dev ji bernade û wiha pê de çû: “Ev ji bo min ne qezaye, qetlîame. Di qezaya yekemîn de şofor qornê nexist û kesek nikarî bireviya. Ya duyem jî TIR bi lez tê dikeve nava gel û komkujiya duyem pêk tê. Heta Mihrîban û Şervan digihîjin hevdû ev komkujî dibe. Ji zarokan bigire heta kal û pîr hemû li vir hatin qetilkirin. Hemû malbat parêzer girtiye û xwedî li vê dozê derdikevin. Heta niha dozek tenê hatiye dîtin û ya duyem dê bê dîtin. Dê tu carî xwîna Mihrîban û Şervanê min li erdê namîne. Sedema vê qezayê îktîdar bi xwe ye. Ji ber ku ev fîrma ji xwe alîgirê îktîdarê ye. Ji ber vê yekê jî kesên berpirsyarê vê komkujiyê ne divê demildest bên darizandin. Her wiha xwestin pere bidin malbatan û li ser vê komkujiyê bigirin. Em tu carî wê pereyê nakirin û destûrê dan ser vê dozê bê girtin. Gelek ji wan ciwan bûn ku jiyana xwe ji dest dan. Dewlet berpirsyarê vê dozê ye. Ger ku berpirsyar ne ew bûna çima nîvê şevê hatin.”      
 
‘Em ê hesabê bipirsin’
 
Mihrîban, bal kişand li ser hilbijartinên ku pêk were û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev dixwazin ev îktîdar biçe û kesek baş vê welatê rêve bibe. Ew ê winda bikin û biçîn. Lê ez ê tu carî pey wan bernadim. Mihrîban û Şervan li min dinêrî. Erdogan û hemû kesên din ên AKP’yî dê windabikin û bên darizadin. Kesek ku edaletê û wekheviyê bîne vê welatê bila bê hilbijartin. Em ê teqez hesabê ji îktîdarê bipirsin. Lewma jî bi vê hikûmeta nû ku em dixwazin bê hilbijartin hem komkujiya Dêrikê û hem jî komkujiyên din ronî bike.”
 
‘Soza xwe bi cih neanîn’
 
Hatîce Has a ku xezûrê wê Îbrahîm Has (93) di qezayê de jiyana xwe ji dest da, bi lêv kir ku doza ku ew vekirine berdewam dike û ew jî şopdarê dozê ne. Hatîce, da zanîn ku di dozê de heya niha tu pêşketinek tuneye û dixwazin li ser vê komkujiyê û dozê bigirin. Hatîce, da xuyand ku tu carî qeza bi vê awayî pêk nayê û ji ber vê yekê vê wek komkûjî pênase kir û wiha axivî: “Ew kesên ku jiyana xwe ji dest dan tu carî bi vê awayî mirinê heq nedikirin. Piştî komkujiyê şûnde Wezîrek het hat û ji me re gotin ew ê rêya hawirdor çêbikin û êdî TIR ji vir derbas bibin. Lê ev 9 meh in rêya li derveyî bajêr nehat çêkirin û ji her carê zêdetir TIR ji vir derbas dibin. Me gelek caran anî ziman ku bila TIR ji vir derbas nebin. Sozên ku dan bi cih neanîn. Divê destpêkê de destûrê nedana ev erebe ji vir biçin, lê piştî komkujiyê jî tu tiştî nekirin. Lê kesên ku berpirsyarê vê komkujiyê ne jî nehatin darizandin.”
 
‘Em edaletê dixwazin’
 
Hatîce, destnîşanê hilbijartinên 14’ê Gulanê kir û got ji bo wan gelek girînge  û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ev pergal vê guhertin. Ev pergal di her aliyê de gelê me mexdûr kir û qeyranek mezin tên jiyîn. Bi taybetî jî îktîdara ku berpirsyarê vê komkujiyê ye em dixwazin di vê hilbijartinê de winda bike. Em dixwazin ev îktîdar winda bike û kesek baş vê welatê rêve bibe. Her wiha em ê hesabê vê komkujiyê bipirsin û bi çavên xwe bibînin ku kesên berpirsyar bên darizandin. Êdî bes e ji komkujî, şer û mirinê re. Em dawî vê şer û komkujiyê bînin. Ev îktîdar 20 sal in li ser vê welatê ye, her cure êriş pêk anîn. Em edaletê dixwazin. Êdî bes ji îktîdara AKP’ê. Em naxwazin êdî dilê dayikan bişewite û rondikan bibarînin. Heta em sax bin vê komkujiyê ji bîr nakin û dev ji vê dozê bernadin. Em tunebin jî dê zarokên me ji bîr nekin. Heta berpisyarên vê komkujiyê neyên girtin em dev ji vê dozê bernadin. Bila hemû gelê me xwedî doza Dêrîkê û komkujiyên dinê derbikevin û van ji bîr nekin. Bila li ser komkujiyan neyê girtin.”