Jin û ciwan dibêjin: Partiya Çep a Kesk

  • 09:02 1 Gulan 2023
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
WAN - Li Wanê ciwanên cara yekem di hilbijartinên 14’ê Gulanê de dengên xwe bi kar tînin diyar kirin ku ‘pêşeroja wan şert e’ û jinan jî diyar kirin ku divê ev şer bi dawî bibe, rondikên çavan bes bên barandin û peyama, "Dengek ji Kemal Kiliçdaroglu re dengek jî ji Partiya Çep a Kesk re" dan.
 
Ji hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên serdema 28’an re demek kurt ma û xebatên hilbijartinê yên partiyên siyasî bê navber didomin.  Bêguman nokteya esas ya hilbijaritnê jin in û ligel vê jî 6 mîlyon ciwan cara yekemîn di 14’ê Gulanê de diçin ser sindoqan. Hejmara welatiyên cara yekem denga xwe bikar tîne 4.904.672 ye.
 
Guherîn şert e
 
Li Wanê jin û ciwanên ku cara yekemîn diçin ser sindoqan  der barê hilbijartinan de axivîn û bertek nîşanê şer, zext û girtinan dan. Ciwanan diyar kirin ku ji bo pêşeroja wan guherîn şert e.
 
'Divê ev desthilatdarî biçe'
 
Fedîle Kurt diyar kir ku wê ji bo namzetê serokomariyê denga xwe bide Kemal Kiliçdaroglu û got wê ev ji bo me bi xêrtir be. Fedîleyê da zanîn ku ji ber Kurd e denga xwe wê bide namzetên Partiya Çep a Kesk û got divê ev desthilatdariya 20 salan biguhere.
 
‘Ev zilm wê biqede’
 
Welatiya bi navê Meryem Gul jî bi lêv kir ku wê denga xw bide Partiya Çep a Kesk û wiha dirêjî dayê: “Em aştiyê dixwazin. Bila ev xwîn raweste. Bila dayik negirîn. Em her roj bi zextan re tên rû hev. Rojnameger  ji ber nûçeyên xwe tên girtin. Hêvîdar im em ji zilma Erdogan xilas bibin.”
 
'Wê ciwan biguherînin'
 
Esra Gulmez jî da zanîn ku ew cara yekem denga xwe bi kar tîne û got ew bi guherînê bawer dike û wê ciwan biryarek rast bidin, ji bo guherînê jî wê denga xwe bide Kemal kiliçdaroglu.
 
‘Em Kurd in’
 
Zanan Seven balkişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û wiha domand: “Em Kurd in û HDP’î ne. Em dengê xwe didin namzetên ku HDP’ê diyar kirine.
 
Berfîn Helîn jî got ew cara yekem denga xwe bi kar tîne û wê bide Partiya Çep a Kesk.
 
'Partiya çep hêviyê dide'
 
Leyla Oztun jî diyar kir ku ew li alî edeletê ye û wê denga xwe bide Partiya Çep a Kesk û got ji ber hêviyê dide jin ciwanan.