Li Amedê hevdîtina jinan: Li dijî tundiya îqtîdarê têkoşîna me heye!

  • 14:09 30 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
AMED - Di hevdîtina ku Partiya Çep a Kesk li ser taştê bi jinan re kir de, peyama, "Di destê îqtîdarê de ji bilî tundiyê tu tiştek nemaye, lê di destê me  de têkoşîna me heye" hat dayîn.
 
Namzedên Partiya Çep a Kes ên parlamenteriyê yên Amedê li xwaringeheke navçeya Sûrê ya Amedê bi jinan li ser taştê civiyan. Berdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Berdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik, namzetên jin ên parlamenteriyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), MEBYA-DER, Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Gulîstan Atasoy, Komeleya Jinê ya Rosa, Lisa Çalan. Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û gelek jin tevlî hevdîtinê bûn.
 
'Me dest ji çîroka xwe berneda'
 
Di civînê de destpêkê Pinar Sakik axivî û bal kişand ser jinên bi sedsalan ked û têkoşînê didin û got, “Dîroka me ji çîroka me dirêjtir e, çîroka me dîroka me ye, lê dîrok şahid e; Me tu carî serî netewand û dest ji çîroka xwe berneda.”
 
Beyannameya hilbijartinê
 
Piştre ji namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglu axivî û bal kişand ser beyannameya jinan a partiya xwe. Halide, diyar kir ku di dema amadekirina beyannameya hilbijartinê ya jinan de TJA û tevgera femînîst a Tirk piştgiriyeke mezin dane wan. Halîde destnîşan kir ku di vê pêvajoya hilbijartinê de hevgirtin û têkoşîna jinan dewam dike û ew ê pergalek nû ava bikin.
 
'Baweriya me heye'
 
Herî dawî Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar jî wiha got: “Em têkoşîna jinan a ku ji cîhanê re modelek e, dimeşînin. Hilbijartinên 2023’an ji aliyê hemû beşên civakî yên tevlî hilbijartinê bûne gelekî bi nirx e. Rejîma yek zilamî ya heyî dixwaze rejîma xwe dewam bike. Lê beriya wî jin hene. Di wateya ku em jê re dibêjin Rêya Sêyemîn de tifaqa jinan heye. Desthilatdariya heyî ji tundiyê pê ve tiştek nîne, tekane amûra wê ya li hemberî her tiştî tundiyê. Lê di destê me de amûrek pir bi hêz heye: Têkoşîna jinan û têkoşîna ji bo Çepên Kesk heye.”
 
Piştî axaftinan namzetên jin derketin ser dikê û jin silav kirin. Di heman demê de dirûşmên "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Piştre civîn bi dawî bû.