Gelê Dîlokê: Hedef herî kêm sê parlamentere

  • 09:05 30 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Gulîstan Dursun
 
DÎLOK - Ji hilbijartinan re demek kurt ma û xebatên partiyên siyasî bê navber didomin. Welatiyan li dijî polîtîkayên AKP’ê diyar kirin ku ew Partiya Çep a Kesk tercîh dikin.
 
Ji hilbijartinan re demek kurt ma û partiyên siyasî xebfatên xwe bê navber dimeşîne. Partiya Çep a Kesk jî tax bi tax xebatan dimeşîne û eleqeyek mezin dibîne. Me atmosfera hilbijartinê û xebatên partiya Çep a Kesk ji siyasetmedar û welatiyan pirsî.
 
Karneya AKP’ê ya jinê
 
Namzeta Partiya Çep a Kesk ya Dîlokê Aysîma Mîhrîban Mehtap Aslan da zanîn ku ji bo denge bindest û ciwanan bibin meclîsê bûye namzet û balkişand ser zextên dema AKP’ê de hatine jiyîn û got: “Gelê Kurd û Tirk êdî van polîtîkayan naxwazin. Em ciwan dixwazin xwe bi awayekî azad îfade bikin. Dema AKP’ê de bi hezaran jin hatin qetilkirin. Peymana Stenbolê fesh kirin. Qanûna hejmar 6284 pêk neanîn.  Di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de hemû gel bûne yek. Em ê bi vê têkoşîna yekbûyî destilatdariyê bixînin. Karê me piştî ketina desthilatdariyê destpê dike. Divê em welat alî civakî, aborî û sosyolojîk de rakin ser piyan. Hedefa me li Dîlokê ev e ku herî kêm sê parlamenter bê derxistin. Ez bang dikim ku dengan bidin Partiya Çep a Kesk.”
 
‘Em jiyana nû bi hev re ava bikin’
 
Endama Partiya Sosyalîst a Bendestan (ESP) Satiye Ok jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “AKP erdhêjê de têk çû. Yên bin kavilan de man ne gel bû. AKP-MHP bû. Hilbijartin bo gelan pir girîng e. Ev hilbijartin wê hilbijartina ji zextan re bêjin êdî bes e be. Yekane rêya li dijî betalî û xizaniyê ev e ku em li dora Partiya Çep a Kesk bibin xelek. AKP-MHP ji bo gelan kedkar û karkeran tu tiştekî nade. Lê rêya sêyemîn ya wekheviyê esas digire heye. Ez bang li hemû kesî dikim ku bi Partiya Çep a Kesk jiyana nû bihev re ava bikin.”
 
Banga xwedîderketina li denga
 
Dayika aştiyê Habat Gengec daxuyakirin ku li dijî deshtilatdariyê yekitî pir girîng e û got êdî bila tu kes netirse û dest bidin hev, êdî zilmê naxwazin.
 
Fehîme Aslan jî destnîşan kir ku wê encama têkoşînê de destkeftî zêde bibin û got: “Ev 24 sale em li Dîlokê dixebitin. Em ê biserkevin. Em ê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê derxînin. Êdîla hemû gel vê bizanibe. Em ê vê êşê heta ku derê bikşînin.”
 
Hêvî di Çep a Kesk de ye 
 
Jina bi navê Fatma Yalçin jî wiha anî ziman: “Em her tim bi hêvî ne. Divê em denga xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Li hember kurdan êriş pêk tên. Hemû partiyên hêviya kurdan bûn hatin girtin. Lê rawestîn tune em ê bidomînin. Çiqas bigirin em ê vekin. HDP, Partiya Çep a Kesk. Partiyên hêviyê ne. Em jî wek hêvî dikevinê. Bawer dikim ku wê îcar hinek tişt biguherin. Em ligel hev bin. Ji ber li vir hêvî heye.”
 
‘Partiya jinê’
 
Semra Koyun jî bi lêv kir ku denga wê ji Partiya Çep a Kesk re ye û wiha domand: “Ya ku mafê jinan diparêze HDP ye û piştî HDP’ê jî Partiya Çep a Keske. Tu baweriya me bi desthilatdariyê nemaye. Dema wan de ji bo jinan tu tiştek nehat kirin.”
 
Rukiye Yilmaz jî wiha vegot: “Erdhêjê de encama polîtîkayên desthilatdariyê de bi dehezaran kes mirin. Ji ber wê denga xwe didim Partiya Çep a Kesk. Em ciwan wê demokrasiyê ava  bikin. Em di demokrasiyê de bi biryarin.”