Binçavkirinan bandor nekir, xebat didomin

  • 09:05 29 Nîsan 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Partiya Çep a Kesk ji bo ewlehiya sindoqan bigire xebatan didomîne. Namzeta Îzmîrê ya Partiya Çep a Kesk Semra Kiratli da zanîn ku binçavkirin ji bo ewlehiya sindoqan fikaran ava bike jî gel bi biryar e û bang kir ku bila welatî di alî ewlehiya sindoqan de piştgiriyê bidin. 
 
Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk) cara yekem dikeve hilbijartinê û ji ber vê jî nikare peywirdarên sindoqê derxe lê rayeya wan a îtîrazê ya ji bo lijneya hilbijartina navçeyê heye. Namzeta herêma yekemîn a Partiya Çep a Îzmîrê Semra Kiratli da zanîn ku ji ber vê xebatên muşahidiyê didomin.
 
Divê dildarên hilbijartinê herêma sindoqan terk nekin
 
Semrayê diyar kir ku hewcedariya civaka Tirkiyeyê bi guherînê heye û hilbijartin gelek girîng e. Semrayê wiha dirêjî dayê: “Ji bo xurtbûna parlamentoyê û avakirina komara demokratîk hilbijartin gelek girîng in. Ji bo ewlehiya sindoqan xebatên muşahidiyê didomin. Em bi partiyên muxalefet û hêzên demokrasiyê re di nava hevkariyê de ne ku encamên rast ên fermî bikevin qedan. Di vê hilbijartinê de dengek jî pir girîng e. Ji ber vê jî gelek piştgiriya dildaran gelek girîng e.”
 
‘Em ê destûrê nedin xîleyan’
 
Semrayê destnîşan kir ku ji ber Partiya Çep a Kesk yekem car dikeve hilbijartinan peywirdarên sindoqan nedane û ji ber vê gel bi fikar e. Semrayê diyar kir ku ew bi hestiyariya gel bawer dikin û got: “Tecrubeyek me heye. Bêguman fikar hene lê bawerî jî heye. Wê civaka me destûrê nede xîleyan. Biryarbûnek wisa xuya dike.”
 
‘Her kes bila li ser peywira xwe be’
 
Semrayê da zanîn ku divê herkes li ser peywira xwe bin û wiha dirêjî dayê: “Binçavkirina 152 welatî ku tê de parêzer, rojnameger û siyasetmedar hebûn bi armanca ewlehiya sindoqan hat kirin. Her partiyek xwedî berpirsyariyê ye ku sindoqan biparêzin. Li hember Partiya Çep a Kesk zext tê kirin û şaîbe tê kirin. Hevalên me digirin û dibêjin qey wê xebatan qels bikin. Lê her dildar wek xebatkarê partiyê dixebite û têdikoşe. Her kes ji bo tunebûna hevalan nedin hîskirin li ser peywira xwe ne. Gel li dijî binçavkirinan bêguman bi bertek e lê di alî girtina ewlehiya sindoqan de gelek bi biryar e.”
 
Bila welatî tevli xebatan bibin
 
Semrayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di pêvajoyek dîrokî de derbas dibin, bawer dikin ku wê ev rejîma otorîter biçe û wiha dawî lê anî: “Gel di her asta hilbijartinê de hem di alî xebatan de hem di alî ewlehiya dengan de bi biryar in. Em bang li hemû welatiyan dikin hem di xebatên hilbijartinê de hem jî di ewlehiya sindoqan de peywirê bigirin.”