Bertekên li hemberî binçavkirin û girtinan: Em serî natewînin

  • 09:38 28 Nîsan 2023
  • Rojane
Elfazî Toral
 
YALOVA - Bertekên li dijî operasyona qirkirina siyasî ya navenda wê Amed bû dewam dikin. Jinên li dijî binçavkirinan derketin wiha gotin:"Îktidara AKP-MHP'ê ji ber fam kir wê têk biçe loma jî polîtîkayên çewisandinê didomîne. Ew ê nikaribin me bêdeng bikin. Rojnamegerek biçe wê rojnamegerek din bê. Ew ê nikaribin çongê bi me bidin tewandin. Em ê di hilbijartinan de bersiva hewce dike bidin."
 
Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran derbarê 216'an kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Ji van kesan 134 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên binçavkirî 24 kes hatin girtin. Nûçegîhana ajansa me Bêrîtan Canozer, rojnamevan Mehmetşah Orûç, Abdurrahman Gok, Rremzî Akkaya, Devrîm Ronî Atîk, Kadîr Şencî, Berfîn Can, Muhsîn Acar, Osman Demîr, Rûmet Çetîn, Cotkar Amara Yurek, Mehdî Kaya, Hamza Cihangir, Hasret Yelboga, Suat Arda Işik, Şahin Biçimli, Hakim Kaya, Mikail Barut ûTacettin Araz jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girt. 18 kes jî serbest hatin berdan. 
 
Derbarê binçavkirinan de bertek û nerazîbûn her ku diçe zêdetir dibe. Jinên ku li Yalovayê dijin bertekên xwe ji ajansa me re anîn ziman. 
 
'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Sehem Onurme, diyar kir ku ligel zext û binçavkirinan dîsa jî bi hêz in û got: "Divê baş bê zanîn ku gel tu carî paşve gav navêje. Em li vir in. Tişt ku dixwazin bikin belavkirina tirsê ye. Nê hunermend, rojnameger û ne jî gel natirse û serî natewîne. Em ê bi her awayî têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê xebat û têkoşîna xwe bi dirûşma 'Jin jiyan azadi' bi domînin."
 
'Gel dê bersivê bide îktîdarê'
 
Hediye Polat, da zanîn ku ji îktîdar ji hilbijartinê ditirse û wiha bi lêv kir: "Bi nêzbûna hilbijartina 14'ê Gulanê bêtir zext zêde dibin. Îktîdar têk diçe û ji ber vê jî êriş dike. Hevalên me yên aktîf dixebitin hedef tên girtin. Lê di holê rastiyek heye ku gelê me natirse. Em ê bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe mezin bikin. Bi nêzbûna hilbijartinê operasyona binçavkirin û girtinê dan destpêkirin. Ev jî dizanin dê biçin û ji ber vê êriş dikin. Em ê ji îktîdara 21 sal in didome re bêjin êdî bes e. Hevalên me hatin binçavkirin û girtin ev tişt nayê qebûlkirin. Em carek din bang dikin armanc tirsandine û netirsin. Ji ber daxwaza azadî, aştî û edaletê niha hevalên me girtî ne. Tişta ku dikeve ser milê me jî mezinkirina têkoşînê ye û em ê roja hilbijartinê bersivê bidin îktîdarê." 
 
'Em serî natewînin'
 
Kader Kesîcî jî da zanîn ku ji ber ku têk diçin êriş dikin û got: "Dixwazin me bêdeng bikin. Lê belê dê bi ser nekevin. Rojnamegerek diçe yek din tê. Me tu carî serî netewand. Em tu carî nayên lîstîkê û em serî natewînin." 
 
'Nikarin dengê gel qut bikin'
 
Nurhan Tar, daxuyand ku êriş parçeyek xebatên hilbijartinê ya îktîdarê ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Lê divê bê zanîn ku em ê têkoşîna xwe mezin bikin Rojnameger, siyasetmedar û hunermend ji bo gelê xwe dixebitin û ji gel re dibin mînak. Lê tucarî nikarin dengê gel qutbikin. Em bi zilmê têk naçin û em ê bi hêzeke mezin têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê her tim li cem hevalên xwe yên girtî û binçavkirî re bin."
 
'Di tarîtiya xwe de bixweniqin'
 
Gulay Gul Eser, destnîşan kir ku tu carî li hmberî îktîdarê têk naçin û wiha axivî: "Em neviyên Seyît Rizan e û em çok danaynîn. Dizanin ku dê têk biçin û dê di tarîtiya xwe de bixeniqin. Hevalên me yên girtî û binçavkirî ne bi tenê ne em ê her bi wan re bin."