Jinên Bazarcixê: Em ê dengê xwe bidin darê!

  • 09:08 28 Nîsan 2023
  • Ramyarî
MEREŞ - Jinên erdhejzede yên Bazarcixê, diyar kir ku di pêvajoya erdhêjê de Kurd hatine alîkariya wan û gotin wê di 14’ê Gulanê de dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk.
 
Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê xwe amade dikin ku di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Jinên ku 21 sal in ji polîtîkayên desthilatdariyê bi bandor dibin, wê der barê jiyana xwe de biryarê bidin. Di erdhêjê de  mirov terkî mirinê hatin kirin û hatin mexdûrkirin. Li Bazarcixê jinan diyar kirin ku wê hesab ji desthilatdariyê bipirsin.
 
‘Ji ber em Kurd û Elewî bûn em ketin vê rewşê’
 
Dîlek Gezer destnîşan kir ku ji roja erdhêjê heta niha dewletê tu alîkarî nedaye wan û got alîkarî li aliyekî sersaxî jî ji wan nexwestine û wiha vegot: “Evqas kes mirin û hîna gelek kesî miriyên xwe nedîtine. Yên mirin ji xwe mirin lê yên winda hîna tu agahî jê nehatine girtin. Çend roj berê bahoz rabû û gelek kes birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Dîsa jî me tiştekî baş nedît. Mirov zehmetiyan dikşînin.  Bi alîkariyên gel em jiyana xwe didomînin. Alîkariyên gel tên desteserkirin. Me her tim ji dewletê zirar dît. Ji ber em Kurd û Elewî bûn li me wisa kirin. Dibêjin bila Kurd û Elewî bimrin.”
 
‘Partiya Çep a Kesk nebûna em ê ji birçîna bimrana’
 
Dîlekê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên alîkarî dan gel hatin binçavkirin an jî girtin. Li dora konbajar û konan têl hatine pêçan. Wekî ku mirovan bikin girtîgehan. Hema we têl kişand qe nebe alîkariya mirovan bikin. Dewletê em hemû kirin dijminê xwe. Em ê di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Partiya Çep a Kesk nebûna em ê ji birçîna bimrana.”
 
‘Ez dengê xwe nadim Erdogan’
 
Ji erdhejzedeyan Zeynep Signak jî destnîşan kir ku di erdhêjê de bi rojan li derve mane û wiha pê de çû: “Me ji dewletê yek alîkariyek negirt. Hîna me erdhej ji ser xwe navêtibû bahoz rabû. Em carek din mexdûr bûn. Konên me firiyan. Kurd hatin alîkariya me. Ez ê di 14’ê Gulanê de dengê xwe nedim Erdogan. Ez dengê xwe didim Partiya Çep a Kesk.”
 
‘Ez dengê xwe didim darê’
 
Îsaf Sari jî da zanîn di erdhêjê de li Hatayê nevî û bûka xwe winda kiriye û wê jî ev tişt vegot: “Bûk û neviyê min 14 roj piştî erdhejê hatin derxistin. Bûka min ciwan bû. Ez ji neviyên xwe têr nebûm. Dewletê tu alîkarî neda. Konek dan. Ew jî vala bû. Ne nivîn ne tiştek. Ez di konê vala de çawa bimînim? Li Hatayê sê cenazeyên me hebûn. Min girtin û anîn. Ez di 14’ê Gulanê de dengê xwe didim HDP’ê. Ez dengê xwe didim darê.”