Partiya Çep a Kesk li Eskîşehîrê ye: Em ê bi hev re bi ser bikevin

  • 15:14 27 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
ESKÎŞEHÎR - Berdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar, di hevdîtina gel a li Eskîşehîrê axiî û got:"Em ê bi hev re biguherin. Em ê bi hev re bi ser bikevin."
 
Berdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, namzetên parlamenteriyê li Navenda Çandê ya Taşbaşiyê hevdîtina gel pêk anî. EMEP, TÎP, Partiya Tevgera Kedkar, Komeleya Azadî, Bîr û Hiş û Jiyanê, ESP tevlî hevdîtina gel bûn.  
 
'Tu tiştekî ev îktidara faşîst bide gelan nemaye'
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, di destpêkê de axivî û got:"AKP di nava qeyranekê de ye. Îktidara AKP-MHP'ê bi salane êrişî destkeftiyên kurdan dikin. Tu tiştekî ev îktidara faşîst bide gelan nemaye."
 
Berdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar da zanîn ew ketine serdemeke nû û wiha got:"Em ê vê îktidarê biguherin. Me rêya sêyem da ber xwe." Çigdemê bal kişand ser operasyona 25'ê Nîsanê û got:"Operasyon wêneyê rejîma yekmêrî ye. Lê belê ya têkoşîn û serhildanê bilind dike jî wêneyê me ye."
 
Çigdemê bang li ciwanan kir û got bila bibin kirdeya serfiraziyê û wiha got:"Em ê bi hev re biguherin. Em ê bi hev re bi ser bikevin.Bila rêya me hemûyan vekirîbe."