Seroka Komeleya Esenyali Adîle Dogan: Jin bê çareserî tên hiştin

  • 09:11 23 Adar 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Seroka Komeleya Jinan a Esenyali Adîle Dogan der barê rapora ku encama serlêdana 1949 kesî hatiye amadekirin û her wiha polîtîkayên ku jiyana jinan hedef digire de axivî û diyar kir ku pergal hewl dide jinan bê çarserî bihêle.
 
Komeleya Jinan a Esenyali ji bo jin jiyana xwe ava bikin çareseriyan pêş dixînin û Dİ heman demê de jî derdixe holê ku mekanîzmayên ku jinan diparêzin nayên bikaranîn. Di rojên borî de raporek der barê serlêdanên li komeleya wan hatine kirin de aşkera kirin. Di raporê de  hat destnîşankirin ku 1935 jin, 10 zarokên keç û 4 zarokên kur bi giştî 1949 kesî serî li komeleyê daye. Di rapora ku daneyên der barê 1949 kesî cih digirt de hat diyarkirin ku 277 kesî ji ber tundî dîtiye, 64 heban ji bo kar, 50 heban ji bo piştgiriya  hiqûqî û piştgiriya rehberî, 11 heban jî ji bo piştgiriya psikolojik serlêdan kiriye.
 
Seroka Komeleyê Adîle Dogan der barê raporê û polîtîkayên li ser jinan axivî.
 
‘Jin bê çareserî tên hiştin’
 
Adîleyê da zanîn ku rapora amadekirinê ji meha çileyê ya 2022’yan heta meha Kanûnê  ji serlêdanên hatine kirin pêk tê û bi vê raporê hatiye dîtin ku jin ji aliyê desthilatdariyê ve çawa bê çareserî tên hiştin. Adîleyê wiha domand: “Rewşa 2 hezar jinî zêdetir heye. Serlêdana jinan tê wateya lêgerîna çareseriyê.  Jin çareseriyê dixwazin. Ji bo zarokên xwe serlêdanê dikin. Dixwazin ji tundiyê xilas bibin. Li vî welatî her roj jin tên qetilkirin. Di 8’ê Adarê de sê jin hatin qetilkirin.Van jinan serî li mekanîzmayên dewletê jî dane lê bê çareserî mane. Em bi raporan çareseriyê pêşkêş dikin. Daxwazên me hene. Divê dest ji newekheviya zayenda civakî bê berdan.”
 
‘Ji bo dengê wan bê bihîstin tên komeleyê’
 
Adîleyê wiha dirêjî dayê: “Di serî de ji navçeya Esenyali û bajarên Şirnex û Îzmîrê serlêdan tê. Jin bi rehetî dikarin serî li me bidin.  Komeleyê xebat meşand û bi ewlehiya vê serlêdan tên kirin. Jinên serî li me dane serî li dewletê jî dane. Ji ber ji emniyetê çareserî nedîtine tên gel me. Dixwazin dengê wan bên bihîstin. Tundiya li ser jinê li gorî salên berê zêde bûye. Ji jinên serî li me dane 307 heban gotin li malê tundiyê dibînin. Sedema zêdebûna tundiya malê xizanî ye. Yek ji sedemên din a herî girîng jî rakirina Peymana Stenbolê bû. Ji ber mêran got Peyman rabûye em çi bixwazin dikarin bikin. Vê jî tundiya mêr zêde kir. Jin li dijî vê tundiyê jî bê ewlehî dimînin.”
 
‘Ji bo dengan jinan hedef digirin’
 
Adîleyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku desthilatdarî li şûna pêşî li kuştinên jinan bigire jiyana jinan hedef digire û wiha dawî lê anî: “Beriya hilbijartinê desthilatdarî çiqas aliyên dijminê jinê hene li dora xwe kom dike. Bi bazara ku wê qanûnên jinan diparêzin ji holê rabikin li ser maseyan rûdinin û van aliyên dijminê jinê digirin gel xwe. Di her pêşniyarê de mafê jinan ji holê radikin.  Hedefgirtina jinan bi giştî polîtîk e. Ji bo van aliyên paşverû ligel xwe bigirin jinan hedef digirin, dixwazin bi hedefgirtina jinan dengan kom bikin. Em li dora daxwazên jinan xwe rêxistin dikin. Heta ku daxwazên jinan neyên cih wê têkoşîna me bidome.”