Jinên Amedê: Em dengê xwe didin xwe

  • 09:05 23 Adar 2023
  • Rojane
 
Medya Uren-Gulistan Dursun
 
AMED - Di Newroza Amedê ku bi hezaran lê kom bûn de jinan peyama xwe ya hilbijartinê da. Jinên me mîkrafon dirêj kirinê gotin: “Yên ku ji bo kurdan, ji bo Kurdistanê tiştekî bikin em ê dengê xwe bidin wan. Yên ku zimanê me, çanda me û nasnameya me tune nehesibînin em ê li pişt wan bin.” Li gel van gotinan hemû jinan pirsa hûn ê dengê xwe bidin kê bi gotina: “Em ê bidin xwe” bersivandin.
 
Li Amedê cardin bi hezaran kes bi heman peyamê qada Newrozê tije kirin û bi heman peyaman dengê xwe ji Amedê bilind kirin. Yek ji mijarên derketiye pêş hilbijartina ku wê di 14’ê Gulanê de were kirin bû. Jinên Amedê yên me mîkrafon dirêj kirinê qala hilbijartinê kirin û gotin em ê bersiva herî xurt weke Newrozê di hilbijartinan de jî nîşanî îqtidaran bikin.
 
‘Em ji xeynî xwe dengê xwe nadin kesî’
 
Fatma Altintaş: “Ji  salên 92’an ve ye ez tim têm Newrozê. Ev sed sal in rewşa me wiha ye. Em di bin zilmê de ne. Ji roja ez têm Newrozê heya niha ve yek daxwaza me çareserî ye. Em di van hilbijartinan de bi hêvîn e û em ê dengê xwe bidin xwe.”
 
'Em aştiyê dixwazin'
 
Fayîke Bulak: “Em her sal li Newrozê ne û her sal jî daxwaza me ew e ku çareseriyek pêk were. Di hilbijartinan de jî em bi hêvî ne ku em encamek baş bigirin. Hêviyên me azadiya Rêberê me û Kurdistanê ye. Em aştiyê dixwazin. Bila êdî dayikên me negirîn. Îsal li Parîsê 3 ciwanên me qetil kirin. Bi taybetî ez ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Em dibêjin yek ji me mir em sed zindî dibin.”
 
'Em ê di hilbijartinê de jî vê îqtidarê hilweşînin'
 
Bedriye Aydemîr: “Tu çi bêjî hate serê gel. Hinek di bin erdhejê de man, hinek di bin lêhiyê de man û yên din jî di bin qeyranê de difetisin. Gel xizaniyê dijî. Em ê di hilbijartinê de jî vê îqtidarê hilweşînin. Xwedê ya dilê me de ye bibe serî. Em ê bi ser bikevin. Em ê dengê xwe bidin xwe. Ez hatime vî temenî, min ji xeynî xwe dengê xwe nedaye kesî.”
 
‘Em ziman, çand û nasnameya xwe dixwazin’
 
Gulsumê bal kişand ser girîngiya çand, huner, ziman û nasnameyê û wiha pê de çû: “Newroza me pîroz be û bi hêviya bibe wesîleya bereket li ser axa me. Xweda alîkarê me be. Bi hêviya ev zilm li ser me rabe. Diya kurd û diya tirk jî êdî negirî. Ger wijdanê wan hebe wê vê xwînê bidin sekinandin. Ji bo me kurdan digotin ‘jin bin, zarok bin çi bin lêbixin.’ Ma ev karê edaletê ye. Me kurdan tune dihesibînin, axa me tune dihesibînin. Kurdistan heye, em kurd hene û li ser vê axê ne. Ew dibêjin ‘hûn tune ne’. Em jî dibêjin em hene. Maşalleh ji kurdan re, ji Kurdistanê, ji vê roja pîroz re, maşalleh ji şêrê çiyan, ji girtiyê zindanan, ji yên berxwedêr re. Em bi hemû hêza xwe ve hene em li her derê ne, em hene.”
 
'Em ê di hilbijartinê de bi ser bikevin'
 
Gulsum da zanîn ew ê di hilbijartinê de bi ser bikevin û wiha berdewam kir: “Ger ne ji pend û planên wan be em her sal qezenç dikin. Em ê di van hilbijartinan de jî qezenç bikin. Lê ew didizin û piştî qezençkirinê jî mafê me xesp dikin. Bi sedan siyasetmedarên me di girtîgehan de ne. Bila di serî de rêberê me û hemû girtiyên siyasî werin berdan. Em ê dengê xwe bidin xwe, ger ez nedim xwe karê min li Newrozê çiye. Kîja ji bo me bi xêr be em ê weke serokomar hilbijêrin. Kîja mirov be, kîja Kurdistanê ji hev belav neke em ê dengê xwe bidinê. Beriya tên li ser îqtidarê bi van hêviyan me dixapînin, baweriya me nemaye lê di halê hazir de Kiliçdaroglu xuya dike. Îqtidara heyî jî beriya were li ser îqtidarê bi nimêj, îslamiyet û van hêviyên azadiyê me xapand. Lê niha dijmintiya herî mezin ew dikin. Em niha jî axa xwe, ava xwe, zimanê xwe, çanda xwe û nasnameya xwe dixwazin. Yekî ku xwînê bide sekinandin ji bo me dibe weke mirşît.”
 
'Em ê di hilbijartinan de jî bi dengê xwe bersivê bidin zilma wan'
 
Edalet Laçîn: “Gelek zilm li ser me heye. Dikin ku çavên me derxînin, qey hew dikarin. Ger ku şeref û namus bi me re hebe em ê êdî dawî li vê zilmê bînin. Em ê di hilbijartinan de jî bi dengê xwe bersivê bidin zilma wan. Em ê bi îzna yezdan bi ser bikevin. Em ê dengê xwe bidin xwe, bidin Demîrtaş.”
 
'Em ê bêjin êdî bes e'
 
Şazîme Yakup: “Emê di vê hilbijartinê de bersiva herî baş bidin îqtidarê. Em ê bêjin êdî bes e, ji ser vê îktidarê here.”
 
'Ger em hemû yek bin em ê bê guman bigihêjin serkeftinê jî'
 
Cîhan Çeçen: “Em jî weke gelê kurd heqê xwe dixwazin. Em jî êdî bindestiyê naxwazin. Ger em hemû yek bin em ê bê guman bigihêjin serkeftinê jî. Em ê di hilbijartinan de jî bi ser bikevin. Em ê dengê xwe bidin xwe, em ê dengê xwe bidin Selahattin Demîrtaş.”
 
'Serkeftin a kurd û Kurdistanê ye'
 
Kadrîye Demîr: “Em azadî û aştiyê dixwazin. Ferqa tu nîjadan nake em şîrîkê van axane ne. Serkeftin a kurd û Kurdistanê ye.”
 
'Em dev ji partiya xwe bernadin'
 
Medya Torlak: “Ji bo aştî û ji bo jiyana xwe em qadan bernadin. Ji bo em hêza xwe û hebûna xwe nîşanî wan bidin em li vir in. Em naqedin û wê me neqedînin jî. Ji bo vê jî em ji Êlihê heya Amedê hatin. Em ciwan hertiştî dibînin û di ferqa rastiyan de ne. Îqtidar çiqasî hewl bide ciwanan bitirsîne jî em natirsin.  Ger partiya me HDP were girtin em ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Em dev ji partiya xwe bernadin.”