Peyama Newroza Amedê: Azadî bi Serok Apo pêkane

  • 10:10 22 Adar 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin-Dîlan Babat
 
AMED - Jinên ku tevlî Newroza Amedê bûn,  diyar kirin ku divê demildest azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin ku bêyî Abdullah Ocalan civak azad nabe.
 
Newroza ku îsal li 42 navendan hat pîrozkirin û diyarî kesên di erdheja navenda wê Mereş de jiyana xwe ji dest dan hat kirin, duh li Amedê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bi tevlîbûna sed hezaran kesî li Amedê fînala wê hat kirin, Li Amedê pêyamên girîng derketin pêş. Ji van peyaman yek jê jî bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû ku 23 sal in berdewam dike. Herwiha li qada Newrozê jî herî zêde ciwan hebûn û ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe kirin yek û bilind kirin. Li qadê bi taybetî dirşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Slav slav ji Îmraliyê re hezar slav”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” û “Em leşkerên Rêber Apo ne” hatin berzkirin.
 
Jinên ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn, tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin û azadiya wî ya fîzîkî xwestin.
 
‘Bê Serok jiyan nabe’
 
Zara Kultur diyar kir ku 23 sal in Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye û xwest ev tecrîd demildest bê rakirin. Zara, Newroz li Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha pê de çû: “Bi girankirina tecrîdê re şer jî berfireh bû. Em dixwazin tecrîd bê rakirin ku ev şer bi dawî bibe. Bila tecrîd bê rakirin û deriyê girtîgehan jî vebibin. Em dixwazin Serokê me di nav me de be. Em hêvî dikin ku Serok azad bibe ku Newroza sala bê em bi hev re pîroz bikin. Em azadiya Birêz Ocalan dixwazin. Ev sê sal in em tu agahiyê ji Serokê xwe nagirin û em ji rewşa wî gelek bifikarin. Em dixwazin demildest bi Birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin. Heta Serok Apo azad nebe civak jî azad nabe. Bijî Serok Apo. Bê Serok jiyan nabe.”
 
‘Bila ciwan û gelê me heta dawiyê têbikoşin’
 
Hedla Baran jî Newroza Abdullah Ocalan û hemû girtiyên di girtîgehan de pîroz kir û bertek nîşanê tecrîda girankirî da. Hedla, destnîşan kir ku heta kengî ev şer û kuştin dê bidome û wiha pê de çû: “Zarokên me şehît ketin û hatin girtin. Êdî bes e. Serok rê li pêşiya hemû gelan vekiriye û em ê jî bi berxwedanê tecrîdê bişkînin. Dawiya dawî em ê bi ser kevin. Em ne azad in. Em bi awayek azad nikarin biçin her derê. Em Kurd in  û serbilind in. Ez ê heta dawiyê li pey Serok Apo bim. Ev welat dê rojekê azad be. Em ê zora Erdogan bibin.  Bila ciwan û gelê me heta dawiyê têbikoşin.”
 
Azadiya Ocalan hat xwestin
 
Zehra Gulpinar, tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û Newroza wî pîroz kir. Zehra, got ew azadiya Abdullah Ocalan dixwazin û wiha domand: “Rojek berî rojekê bila Birêz Ocalan were berdan û di nav gelê xwe de be. Bila Serok azad be û em jî Kurdistanê azad bikin. Azadî bi wî Serok pêkan e.”
 
‘Kesê ku dikare azadiyê pêk bîne Birêz Ocalan e’
 
Rojda Bîlge jî destnîşan kir ku 23 sal in li ser Abdullah Ocalan tecrîdek giran tê meşandin û wiha axivî: “Em îro ji bo Birêz Ocalan hatine qada Newrozê. Em heq, edalet û wekheviyê dixwazin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê em ê li qada Newrozê dengê xwe bilind bikin. Kesê ku dikare azadiyê pêk bîne Birêz Ocalan e. Ji bo vê yekê em li vir in.”  
 
‘Em bi cil û bergên xwe nikarin bikevin qadê’
 
Îpek Kaçmaz jî bi lêv kir ku neheqiyek û bêhiqûqiyek mezin li dijî Abdullah Ocalan tê kirin û wiha axivî: “Em  li welatê xwe nikarin bi awayek azad bijîn. Bifikirin em bi cilên xwe nikarin bikevin qadê û ev yek jî neheqî ye. Ji bo ku azadî û edalet pêk bê divê tecrîd bê şikandin. Hemû gel azad e û xwedî vînek azad e. Divê tu cudahiyek di aliyê ol, ziman û nasnamê de tunebe û azadî pêk bê. Ez vê tecrîdê wek bêedaletiyê dibînim. Ger Birêz Ocalan azad be dê civak jî azad be. Em dixwazin ev tecrîd bê bidawîkirin û bigihîhe azadiya xwe.”
 
‘Bila gel rabe ser piyan’
 
Fethiye Selkî jî da zanîn ku bi salan e tecrîdek li dijî hiqûqê tê meşandin û ew vê yekê qebûl nakin û axivî: “Neheqî hertim li dijî me tê kirin. Em jî azadiya Birêz Ocalan dixwazin. Divê gel dengê xwe bilind bike û rabe ser piyan.”
 
‘Abdullah Ocalan dikare azadiyê bîne’
 
Esma Ateş jî da xuyakirin ku bi salan e li dijî kurdan zilm tê meşandin û got ji van yek jî tecrîda li Îmraliyê ye û şermezar kir. Esma, da zanîn ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê gel  dengê xwe bilind bike û rabe ser piyan û got: "Azadiyê encak Ocalan dikare bîne. Ger ku ew azd be dê dawî li şer jî bê,”
 
‘Em wekheviyê dixwazin’
 
Kader Karagoz jî azadiya Birêz Ocalan xwest û wiha pê de çû: “Em azadî û wekheviyê dixwazin. Azadiyê jî Birêz Ocalan dikare bîne vî welatê. Azadî bêyî Birêz Ocalan nabe. Bila demildest tecrîd bê bidawîkirin.”