Bi yekîtî û yek dengî: Bê Serok Jiyan Nabe

  • 09:16 22 Adar 2023
  • Rojane
Medya Uren 
 
AMED - Di Newroza nîşaneya serhildan û serkeftinê ye de gelê Amedê bi dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” re agirê xwe yê serhildanê gur kir. Bi hezaran bi vê yekîtiyê û peyama xwe re çarenûsa encamên hilbijartinê jî eşkere kirin.
 
Newroz îsal bi dirûşma “Her Der Newroz, Her Dem Azadî” li 42 navendan hate pîrozkirin. Fînala Newroza ku diyarî qurbaniyên erdheja li 10 bajaran bi bandor bûye hat kirin, li Amedê hate dayîn. Bi sedhezaran kesî qada Newrozê tije kirin û peyama xwe kirin yek. Li qadê azadiya rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi yekîtî û yek dengî hate qêrkirin.
 
Kelecana Newrozê
 
Bernameya Newroza Amedê saet di 11:00’an de dest pê dikir. Hîna saet di 8.00'ê serê sibehê de bi sed hezaran welatî li ber deriyên lêgerînê yên ketina qada Newrozê kom dibûn. Welatiyên kom bûn bi stran û dirûşman li benda saeta ketina qadê man. Her ku diçû girse zêde dibû li ber deriyên lêgerînê Newrozê dest pê kiribû. Li aliyekî jî esnafên laçikên kesk sor û zer difirotin jî cihê xwe girtibûn, dest bi firotina laçikan dikirin. Amedê ji niha de rengê xwe yê qadê nîşan dikir.
 
Bêtehmiliya li hember cilên kurdî
 
Ber bi saet 11.00’an ve welatî di 5 cihên lêgerînê yên polîsan re derbas dibûn û diketin qadê. Hîna di xala yekem a lêgerînê de laçikên kesk sor, zer hatin girtin û avêtin nava barîkata polîsan. Cardin destûr nedihat dayîn ku kesên cil û bergên kurdî, şal û şapik li xwe kirine bikevin qadê. Ew bi hinceta “Cilên rêxistinê ne” hatin astengkirin. Ango polîsan her carê bi gefên “Em ê we binçav bikin re” dixwestin gel bitirsînin. Astengiyan hev dişopandin û ruxmê wê bi hezaran kes bi cilên xwe û rengê xwe ve diketin qadê. Li qada ku rêjeya herî zêde ji jin û ciwanan pêk dihatin de cil û bergên kurdî herî zêde bal kişand. Jin û ciwanan astengî nas nekirin.
 
Ala PKK’ê û posterê Abdullah Ocalan hat rakirin
 
Ruxmê ewqas lêgerîna şidyayî ya polîsan ku destûra derbas bûna rengên kesk, sor û zer jî nehate dayîn de ciwanan peyama xwe bi wêneyan jî eşkere kir. Li qadê wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ala PKK’ê hate rakirin. Girseyê û bi taybetî ciwanan bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Ciwan Fedayîyên Rêber Apo Ne”, “Slav Slav Ji Îmralî re hezar Slav” berz kirin. Ciwanan peyama xwe ya azadkirina Abdullah Ocalan li qadê bi şeklê herî xurt anîn ziman. Vê yekê jî nîşan da ku ciwan ji tu astengî û gefan natirsin û xwedî biryar in. Peyama li qadên Newrozê derket pêş jî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bû.  Di heman demê de hem girse û hem jî axaftvanan ji bo çareseriya demokratîk Îmrali nîşan dan. Her wiha bi salane ku daxwaza aştiyê tê kirin di vê Newrozê de jî banga “aştiyê” careke din dubare hat kirin.
 
Bi raperînê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hat bilindkirin
 
Li aliyekî din dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ku li hemû cihanê belav bûye û jinan careke din li qada Newrozê raperîna xwe bilind kir. Jinan, ji bo jiyanek azad û polîtîkayên şerê taybet ên îktîdarê bi dawî bibe dengê xwe bilind kirin.
 
Kemal Kurkut hat bibîranîn
 
Di Newroza 2017’an de Kemal Kurkut ê ku ji aliye polîs ve hatibû qetilkirin, nehat jibîrkirin.  Siyasetmedar û gel Kemal Kurkut bi bîr anîn. Her wiha di qadê de wêneyê Kemal Kurkut û pankarta “Tu kulîlka biharê ya ku hîn venebûyî yî” hat vekirin.
 
Welatiyên Efrîkayê jî li qadê cih girtin
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku hemû nasname û ziman di nav xwe de dihewîne, welatiyên Efrîkayê jî li Qada Newrozê cihê xwe girtin û nîşaneya serkeftinê kirin. Ciwan jî bi tembûrên xwe ketin qada Newrozê û stranên xwe gotin û demên xweş hatin jiyîn.
 
Kurd difirin
 
Wekî her sal di Newrozê de dîsa ciwan li hewayê firiyan û ligel têlên ku polîsan di qadê de bi cih kiribûn jî ciwanan ev yek nas nekir û derketin ser wan. Newroz bi dirîşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe" dest pê kir û bi heman dirûşman bi dawî bû.