Ji Newroza Bandirmayê peyam: Tecrîd wê bidawî be

  • 22:08 21 Adar 2023
  • Rojane
BALIKESÎR - Li navçeya  Bandirma ya Balikesîrê bi beşdarbûna sedan kesî agirê Newrozê hat vêxistin. Parlementerê HDP'ê Erol Katircioglu ku di pîrozbahiyê de axivî, got: "Em ê di 14'ê Gulanê de bi agirê Newrozê berbi sindoqan ve biherikin. Em ê bi hev re vê desthilatê di sindoqê de binax bikin." 
 
Li Taxa Yuzuncuyilê ya navçeya Bandirma ya Balikesîrê bi beşdarbûna sedan kesî agirê Newrozê hat vêxistin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Erol Katircioglû, Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Turgut Çatar, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Elem Saruca, nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê û gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Jin bi kincên xwe yên kurdî û bi flamayên kes û sor û zer herikîn qadê. Li qada Newrozê pankarta ‘Newroz pîroz be’ hat daliqandin û dirûşmeyên ‘Jin, jiyan, azadî’ hat berzkirin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bernameya pîrozbahiyê dest pê kir. Hevseroka HDP'ê ya Balikesîrê Gulay Çelîkê Newroza welatiyan pîroz kir û bang kir ku her kes di hilbijartinên 14'ê Gulanê de xwedş li sindoqan derkeve. Paşê Hevberdevkê Partiya Çepgir a Keskan a Balikesîrê Bedrî Arik, Nûnerê SYKP'ê yê Balikesîrê Tûrgût Gelegen, ji EMEP'ê Burkay Rende, ji TÎP'ê Ogozhan Fîl û Hevberdevka HDK'ê ya Balikesîrê Harîka Şîşmanlarê welatî silav kirin.
 
Aktivîsta TJA'yê Eylem Saruca bilêv kir ku berpirsê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane desthilat e. Eylemê bal kişand ser têkoşîna jinan jî û got: "Ji bo bilindkirina dengê 'jin, jiyan, azadî'yê ku li seranserê cîhanê olan daye em careke din li hizûra we soz didin." Her wiha Eylemê ji bo pergala tecrîdê ya Îmraliyê jî got: "Tekane daxwaza me ya sereke û herî girîng bidawîbûna tecrîdê ye."
 
Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglû jî got: "Em ê di 14'ê Gulanê de bi agirê Newrozê ber bi sindoqan ve biherikin. Em ê bi hev re vê desthilatê di sindoqê de binax bikin."