Cizîra Botan gotina xwe kir: Em ê îqtîdara faşîst hilweşînin

  • 17:04 21 Adar 2023
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - Di Newroza ku li Cizîrê bi dirûşma, "Ji Abdullah Ocalan re azadî" hat destpêkirin de, bihezaran kesên ku li qadê kjom bûn gotin ew ê di 14'ê Gulanê de îqtîdara faşît hilweşînin.
 
Di Newroza li Cizîra Şirnexê ku bi dirûşma "Her der Newroz, Herdem azadî" li taxa Bangê Xanê hat pîrozkirin bi hezaran kes tevli bûn.  Di pîrozbahiyê de ji navçeyên derdorê û ji Şirnexê jî gelek kes tevli pîrozbahiyê bûn. Qda Newrozê bi filamayên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kesk a Çep (YSP) hat xemilandin. Ciwanên ku hatin qadê fîşekên hewayî teqandin. 
 
Li qadê, dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Be Serok Jiyan na be", "Bijî Newroz", "Bijî berxwedana zindanan", "Şehîd namirin" hatin berzkirin.
 
Pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir û pişte agirê Newrozê hat pêxistin.Piştî agir Hevşaredarên Cizîrê ku li Şûna wan qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirix derketin ser dikê û axivîn. Bêrîvan bang li serokê MHP'ê Devlet Bahçelî kir û got, "Gelê me navê Amedê bi xwîna xwe nivîsand û ne hedê we ye ku hûn biguherin."  Mehmet jî got,  "40 roj ma ku em wan bişînin cihê jê hatine."
 
Piştî silavkirinê Kolektîfa Awazên Botanê derket ser dikê.
 
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, di pîrozbahiyê de wiha axivî: "Newroz berxwedan e, Newroz hebûn e. Îro li vir dîrokek hat nivîsîn. Em kurd in û li vir in. Kes nikare têkoşîna me asteng bike. Kesek nikare vîna gelê Botanê teslîm bigire. Em ê li dijî polîtîkayên tecrîd û binpêkirina mafên girtiyan têbikoşin. Em ê di 14'ê Gulanê de dawî li wan polîtîkayan bînin. 
 
Piştî axaftina Nûranê hunermend Mehmet Atli derket ser dikê. 
 
Parlamenterê HDP'ê ya Wanê Sezaî Temellî jî bal kişand ser mexdûrên erdhejê û got: "Em di nava êşeke mezin Newrozê pêşwazî dikin. Em êşa wan parvedikin. Em tu carî êşa wan ji bîr nakin. Em ji bo hesab pirsînê civiyan. Em tu carî Mehmet, Asya, Dayika Taybet û Pakizeyan ji bîr nakin. Em ê teqes çareseriyê ji bo Gelê Kurd û Tirk pêk bînin. Em soz didin ku em tu carî paşve gav navêjin. Rêya me rêya 3'yemîn e. Rêya çareseriya demokratîk e. Rêya rizgariyê ye. Em ê teqes aştî û demokrasiyê bînin vî welatî. Muxatabê çareseriya pirsgirêkê jî Birêz Ocalan e. Bi tunehesibandina muxatabê hûn nikarin çareseriyê pêk bînin. Ji ber vê divê hûn bi muxatap re diyalogê pêk bînin. Em ê di 14'ê Gulanê de di sindokan de bi ser kevin. HDP, dê bi ser keve, Tifaqa Azadî û Kedê dê bi ser keve. Em dawî li faşîzmê bînin. 
 
Piştî axaftinan hunermend Xecê derket ser dikê. Bi govend, tilîlî û çepikan pîrozbahiya Newrozê ya sala 2023'yan bi dawî bû.