Ji Bazîdê bang kirin: Wê tecrîd bişkê

  • 13:44 21 Adar 2023
  • Rojane
 
AGIRÎ - Bi hezaran kesên ku tevli Newroza Bazîdê bûn, diyar kirin ku wê Newroz bibe wesîleya bihîstina dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin ku ew ê hesabê bi hearan kesên di erdhejê de di bin kavilan de hatin hiştin bipirsin.
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Bazîd a Agiriyê, piştî vêxistina agirê Newrozê, axaftinan û muzîkê bi dawî bû. Di pîrozbahiya ku dirûşmên "Bijî Serok Apo" lê bi dawî nebûn, di axafitnên hatin kirin de jî azadiya fizîkê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwestin. Di axaftina ewil a ku ji aliyê Hevseroka HDP'ê ya navçeyê Gonul Ozturk ve hat kirin de wiha hat gotin, "Em vê Newrozê bi berxwedan û baweriyeke mezin pêşwazî dikin. Gelê me yê ku hat vir careke din diyar kir ku çareserî li ser maseyê ye." 
 
'Kurd li her cihî agir vêdixin'
 
Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Serhat Ceylan jî got, "Kurd li her derê agirê Newrozê vêdixin, gelê kurd li dijî zaliman wê serdema Erdogan -Bexçelî bi dawî bike. Wê e Newroz bibe Newroza guhertin û vejînê."
 
'Yekitiya di Newrozê de hat bibîrxistin'
 
Piştre endama Komîteya Lihevanînê ya HDP'ê Dîba Keskîn axivî û got, "Wê gel pêşeroja xwe mîna Newrozê ronî bikin. Newroz; gelê Kurd e. Newroz; Kurdistan e, bajar û çiyayên wê ne. Ev agir îro di dilê her kesî de vêdikeve. Li pêşiya me hilbijartineke girîng heye. Ev Newroz ji bo me Newroza yekîtiyê ye. Heger em li hev xwedî dernekevin kuştin û zulm jî para me ye. Ger em li hev xwedî derkevin, pêşeroj ya me ye. Bi van hestan em diçin hilbijartinan. Dîsa erdhejek çêbû û 11 bajarên me wêran bûn. Ev mirin ne çarenûs E. Em vê yekê qebûl nakin."
 
Ji Abdullah Ocalan re silav hatin şandin
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel ku bi gotina “Em hevrêyên xwe yên li girtîgehan û birêz Ocalan silav dikin” dest bi axaftina xwe ki got, “Hinek ji wan bi polîtîkaya şaş dixwazin birêz Ocalan bidin  ji bîrbikin. Lê ev ne pêkan e. Ev felsefe, ev hêvî, ev bawerî wê te nede jibîrkirin. Divê tu kes hewl nede gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd bixapîne. Çi dibe bila bibe wê tecrîd bê şikandin. Ev tecrîd wê teqez bê şikandin û em ê dîsa wî dengê pîroz bibihîzin.”
 
Piştî axaftina Tayyîp agirê Newrozê hat hat vêxistin û pîrozbahiyê bi stranan berdewam kir.