Li Îdirê gelan Newroz pîroz kir: Em ji hikûmetê rizgar bibin

  • 14:12 19 Adar 2023
  • Rojane
 
ÎDIR - Li Îdirê gelên ku Newroz pîroz kirin, xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn û peyama ku wê "Ji hikûmetê rizgar bin hat dayîn"
 
Li bajarên Serhedê cihekî din ku Newroz lê hat pîrozkirin jî Îdir bû. Newroz bi tevlibûna gelan li Kiliçlar ku qada Newrozê bû hat pîrozkirin. Qda bi flalmayên TJA, DBP, HDP û Partiya Çep a Keskan hatibû xemilandin û pankartên bi dirûşma "Herder Newroz, Herdem Azadî" û "Jin jiyan azadî hatin daliqadnin.
 
Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn
 
Jinan bi kincên kesk, sor û zer û kofiyên rengîn  cihê xwe di qada Newrozê de girtin. Bi coşa jinan wêneyên rengîn derketin holê. Tevlîbûna xurt a ciwanan bal kişand. Nûnerên saziyên sivîl ên bajêr jî di Newroza ku bi hezaran kes tevlî bûn de cihê xwe girtin,. Li qadê  "Hikûmet îstifa" û "Bijî serok Apo" hatin berzkirin û bername ji bo kesên di erdheja 6'ê Sibatê ya li Mereşê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Em ê bi ser kevin
 
Hevserokê DBP'ê yê Bajêr Mehmet Sekman axaftina vekirinê ya bernameyê de kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Hevseroka Giştî ya Partiya Çep a Keskan Bahar Etrecî, bal kişand ser hilbijartinên 14'ê Gulanê û got, "Bi vê coş û kelecanê em ê di 14'ê Gulanê de welat ji desthilatdariya zalim û zalimkar rizgar bikin. Em ê di gulanê de qedera welat biguherînin.  Bi ruhê Newrozê em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin."
 
Bersiva tecrîdê
 
Endama MYK'ê ya DBP'ê Aynur Sarica jî destnîşan kir ku dîroka Kurdan "dîroka berxwedanê" ye û got, "Em çiqasî li ber xwe bidin, sîstem ewqas hovtir dibe. Li Îmraliyê êrîş û tecrîdeke mezin heye. Tecrîd tenê bi Îmraliyê re sînordar nîne, îro li hemû girtîgehan didome. Kesên azadî û demokrasiyê dixwazin di nava çar dîwaran de ne. heta ew kes rizgar bibin em ê têkoşînê bidomînin.”
 
Piştî axaftinan jinan agirê Newrozê pêxist. Piştre hunermend Hediye Alkan derket ser dikê.