Li Îdîrê gel li qada Newrozê ne

  • 11:07 19 Adar 2023
  • Rojane
 
ÎDIR - Li Îdrê gel ji bo pîrozbahiya Newrozê li qadê kom dibin.
 
Newroza Idîrê ku her sal kurd jî di nav de ji gelek nasnameyên cuda gelan tîne gel hev îro jî gele ji bo pîrozbahiyê diherikin qada Newrozê. Qada ku Newroz wê lê bê pîrozkirin a Kiliçlarê, bi flamayên DBP, TJA, HDP û yên Partiya Çep a Keskan hat xemilandin. Li qadê pankartên bi dirûşmên, "Herde Newroz herdem azadî û "Dem dema jin jiyan azadî ye" hatin daliqandin.
 
Jinên kurd wekî her sal vê salê jî qada Newrozê bi cil û bergên kurdî yên kesk sor û zer xemilandin.
  
Bernameya Newrozê bi axaftina Hevserokê DBP'ê Mehmet Seman wê bê destpêkirin û piştî axaftinan wê bi stranên Hunermend Hediye Kalkan bê bidawîkirin.