Newroza Qoserê dest pê dike: Bijî Serok Apo

  • 10:32 19 Adar 2023
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Newroza Qoserê, welatî bi cil û bergên xwe yên kurdî diherikin qadê. Gel dirûşma "Bijî Serok Apo" berz dike. 
 
Îsal Newroz bi dirûşma “Her dem Newroz, her der azadî” li 39 navendan wê were pîrozkirin. Yek ji wan navendan jî Qosera Mêrdînê ye. Amadekariyên ji bo Newroza Qoserê êvarê hate temamkirin. Qad bi filamayên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çep a Kesk (YSP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) hate xemilandin.
 
Polîsan nokteyên lêgerînê dan bicîhkirin. Welatiyên ku ji nokteyên lêgerînê tên derbaskirin bi cil û bergên xwe yên kurdî diherikin qadê. Li qadê zêdebûna ciwanan balê dikşîne. Gel dirûşma "Bijî Serok Apo" berz dike.