Jina erdhejzede wê di şertên nebaş de zaroka xwe bîne dinê

  • 09:09 18 Adar 2023
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR - Jina bi navê H.Ş ya Sûriyeyî ku 8 mehî ducaniye li Meletiyê piştî xaniyê wan hilweşiya şûnde koçî Menemen a Îzmîrê kirin û ev demek dirêje kontrolên xwe nekiriye. H. ku travma şer û erdhêjê jiya wê di şertên zehmet yên jiyanê de zaroka xwe bîne dinê.
 
Jina bi navê H.Ş ku ji ber şerê li Sûriyeyê di 2018’an de ji Halepê koçî Meletiyê kirin piştî travma şer vê carê travma erdhêjê jiyan. 5 malbatên ku xizmên hevin û 40 kesin, xaniyê  wan di erdhêjê de hilweşiya û ji ber vê koçî Menemen a Îzmîrê kirin. Ji 5 malbatan 4 hebî koçî Îzmîr û Manîsayê kirin. H. û malbata xwe jî koçî Menemenê kirin. Malbat bi piştgiriya HDP’a Menemenê li dukanek vala hatin bicihkirin. H. piştî mehekê wê zaroka xwe bîne dinê. H. û malbata xwe di şertên giran de têkoşîna jiyanê didin.
 
‘Ba konê me serobino kir’
 
H. diyar kir ku piştî erdhêja navenda wê Mereş bû mala wan ya Meletiyê hilweşiyeye û 5 malbatî koçî Menemenê kirine û got: “Malbatên din koçî navçeyên cuda yên Îzmîr û Manîsayê kirin. 4 zarokên min hene. Mehek şûnde zaroka min ya din wê bê dinê. em hatin vir em ketin kon. Ne kon bû me ji betaniyê kon çêkir. Lê ba hat konê me xera kir. Ev cih dan me. Em bi alîkariya cîranan li vir dimînin.”
 
Kesî alîkarî neda me
 
H. got li Meletiyê bi komkirina kaxizan debara xwe dikirin û got: “Me pereyê xwe qezenc dikir. Em li vir kar nabînin. Hevjînê min ji sibehê heta êvarê li kar diğere. Pereyê me tune. Ev cih dan me. Gele kes hatin şaredarî hat. Tên li nasname me dinerin û diçin. Tu alîkarî tune.Li Meletiyê beriya erdhêjê çûm doktor. Ji wê demê de neçûme. Min kontrolên xwe nekirine. Hewcedariya me bi xanî heye. Ji bo xwarinekê em çêkin pere tune. Cîran alîkarî didin.”