‘Newroza Stenbolê wê bibe wêneyê îradeyê’

  • 09:08 18 Adar 2023
  • Rojane
 
 
STENBOL - Endama Komîta Tertîp a Newroza Stenbolê endama Meclîsa HDP'ê Aylîn Hacaloglu der barê Newroza ku wê li Qada Yenîkapi pêk bê de axivî û diyar kir ku wê Newroz bibe wêneyê îradê û banga tevlibûnê kir.
 
Newroza îsal wê bi armanca piştevaniya welatiyên herêma erdhejê bi dirûşma ‘Her der Newroz her dem azadî’ pêk bê.  Xebatên ji bo Newrozê li her derê didomin. Li Stebolê jî xebat ber bi dawîbûnê ve diçin.  Endama Komîta Tertîp a Newroza Stenbolê endama endama Meclîsa HDP'ê Aylîn Hacaloglu beriya Newroza Stenbolê ku wê di 19’ê Adarê de li Qada Yenîkapi pêk bê nirxandin kir.
 
‘Newroz wê bibe wêneyê îradeyê’
 
Aylînê da zanîn ku bi hêrs, şîn û hilweşîna ku erdhejê afirandiye Newrozê pêşwazî dikin û wiha got: “Newroza 2023’yan di heman demê de mîlad e. Newroz sembola berxwedanê ye. Em vê wek pêvajoyeke mezinkirina berxwedanê ya gelan dibîne. Qadên Newrozê, tevlibûna gel wê bibe wêneyê îradeyê. Gel wê hesabê vê pêvajoya nebaş bipirse û jiyana nû bihûne.”
 
Ji bo zarokan pênûsên boyaxê…
 
Aylînê destnîşan kir ku amadekariyên Newrozê didomin û xebatên cuda pêk tînin û wiha domand: “Me li hemû navçeyan broşur belav kir. Me civîn pêk anîn. Me serdanên malan û bazaran kirin. Li navçeyan xebatên Newrozê bê navber didomin. Ji bo zarokên herêma erdhejê pênûs, lênûsk, pênûsên boyaxê û pirtûk tên komkin. Gel îsal bi hêrsa xwe tên qadên Newrozê.  Li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan wê deng bê bilindkirin.”
 
Em berxwedanê mezin bikin
 
Aylinê herî dawî banga tevlibûna Newrozê kir û wiha got: “Newroz bilindkirina hêvî, berxwedan û têkoşînê ye. Em êşa gelê xwe yê herêma erdhejê parve dikin. Em hemû kesî di 19’ê Adarê de vedixwînin Qada Yenîkapi.”