Erdhejzedeyên konên wan ketin ber lehiyê: Ev dewlet li ku ye!

  • 09:06 18 Adar 2023
  • Rojane
 
Marta Somek
 
SEMSUR - AFAD’ê rojek piştî lehiya ku kon û malên welatiyan wêran kir şûnde peyama wê lehî rabe tedbîrên xwe bigirin şand.  Erdhejzedeyan diyar kirin ku desthilatdariyê carek din ew terkî mirinê kirine û gotin: “Ev dewlet li ku ye? Pereyên 34 roj berê hatin komkirin li ku ne? Divê demildest her kes derbasî konteyniran bibin.”
 
Di erdheja navenda wê Mereş bû 11 bajar bi bandor bûn bi dehezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Bîlanço her diçe giran dibe. Li bajarên ku erdhej lê pêk hatibû lehî rabû û konê welatiyan di bin avê de ma. Ji ber lehiya li Semsûrê rabû du kes  li ya Rihayê jî 12 kesî jiyana xwe ji dest da.  Hemû konên ku Kilay û AFAD’ê dabûn di encama lehiyê de serobino bûn.
 
Welatiyên hîna travma erdhejê ji ser xwe neavêtibûn carek din ji aliyê desthilatdariyê ve terkî qedera wan hat kirin. Desthilatdariya tu tedbîrê nagire rastî bertekên welatiyan hat. Welatiyan tiştên jiyî ji ajansa me re parve kirin.
 
Bend hilweşiya
 
Beşek mezin a Çelîkhanê bi lehiyê re tune bû. Kon û wesayîtên li taxê di bin avê de man. Benda ku tahliyeya ava benda Gomikan a li ser Çemê Han a 25 km ji navendê dûr e jî hilweşiya. Gundiyan diyar kirin veguhestina ji bo Gomikan nikare bê kirin.
 
Dîlkan carek din wêran bû
 
Gundê Dîkan ê di erdhêjê de hilweşiya û gundî neçar man gund terk bikin riya wê ji ber lehiyê hemû tune bû û nikare bê bikaranîn. 
Ev dewlet li ku ye?
 
Li navçeya Tût jî  welatiyên ku di erdhêjê de xaniyên wan hilweşiyabûn, vê carê malên prefabrîk yên tê de diman ji ber lehiyê zirarek mezin dîtin. Welatiyan diyar kirin ku bi zor canê xwe xilas kirine û gotin konên AFAD û Kizilayê hemû wêran bûne. Welatiyan gotin ji ber konên wan di bin avê de mane di malên prefabrîk de dimînin û wiha gotin: “Ne kes tê ne kes diçe. Me hîna travma erdhejê ji ser xwe neavêt. Me carek din dît ku kes xwedî li me dernakeve. Her tim me terkî mirinê dikin. Kes dengê me nabihîze. Ev dewlet li ku ye? Pereyê 34 roj berê hatin komkirin li ku ne? Divê demildest her kes derbasî konteyniran bibin.
 
Li gorî walîtiyê alîkarî tê kirin!
 
Di daxuyaniya ku Walîtiya Semsûrê da de hat gotin ku Pira 2 a Gulam a ser riya Çelîkhanê ji ber baran têk çûye, riya Çelîkhan Semsûrê ji bo demekê ji trafîkê re hatiye girtin û xebatên Midûriyeta Riya Bejayî didome. Lê welatiyên Semsûrê diyar kirin ku ji bilî dildarên xwe gîhandine herêmê tu xebat nayên kirin û  gotin: “Dildar hatine bi xîzê hewl didin pêşî li avê bigirin. Gelek kes bi rewşa nexweş dixebitin. Seranserê hefteyê wê baran hebe. Wisa biçe wê zarok, kal û pîr gelek bi bandor bin. Divê tedbîr bên girtin. Kon hilweşiyan, di bin avê de man. Demildest divê alîkarî bê Semsûrê.”
 
Roja piştî lehiyê peyam şandin
 
Dildarên li bajar jî  wiha gotin: “Ji ber baranê divê bi sedan kon bên paqijkirin û cih bê guhertin. Malbatên ku zarokên wan kal û pîrên wan hene wisa mane. Zêdetir hewcedarî bi dildaran heye. Ji ber av ketiye konan welatî neçar man sobeyên ceyranê bigirin. Welatî li ser zemîna şil, di hewaya cemidî de dijîn. Binesaziyek ku welatî bi tena serê xwe tedbîran bigirin tune. AFAD roja şiliyê peyam şand û got wê lehî rabe. AFAD di peyama xwe de dibêje tedbîra xwe bixwe bigirin. Li şûna rayedaran bişînin  welatî hişyar kirin û mirov jî terkî neçariyê hatin kirin. Yanî  AFAD’ê tenê peyam şand.”
 
Daxwaza alîkariyê
 
Erdhejzedeyên Semsûrê diyar kirin ku tu bendewariya wan ji desthilatdariyê tune divê lezgîn konteynir bên û banga alîkariyê li dildaran kirin.