Şahidên Newroza Cizîrê: Em ê xwedî li berxwedana şehîdan derkevin

  • 09:04 18 Adar 2023
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX – Newroza Cizîr û Şirnexê ya di sala 1992’an de hê jî di bîra gele Kurd de cihê xwe digire. Şahîdên Newroza Cizîrê behsa wan rojan kirin û destnîşan kirin ku çi dibe bila bibe ew ê Newroza xwe pîroz bikin û xwedî li mîrateya şehîdên Newrozê derkevin.
 
Newroz, mizginiya jiyanek nû û mizgîniya biharê ye. Newroza ku ji bo gelê Kurd tê wateya vejînê, bi taybetî li Rojhilata Navîn û li gelek deverên cîhanê di 21'ê Adarê de tê pîrozkirin. Beriya bi rojan ji bo Newrozê amadekarî tên kirin û di 21'ê Adarê de Newroz tê pîrozkirin.  
 
Ligel têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, Newroz jî bi berxwedan û serhildana li dijî zilmê li Kurdistanê tê pêşwazîkirin.  Girêdayî vê têkoşîn û berxwedanê,di destpêka salên 1990’î de piştî ku tevgera azadiyê di nav gel de belav bû, dewletê li dijî nirxnên gelê Kurd êrîşên xwe zêdetir kirin û bi hêzên kontrgerilla êrîşî gel kir.  Newroz jî ku yek ji nirxên herî girîng ên gelê Kurd e û bi girseyî tê pîrozkirin para xwe ji van êrîşên hovane girt. Yek ji wan Newrozan ku tê de bi hovane êrîşî gel hat kirin jî Newroza Şirnex û Cizîrê ya ku di sala 1992'yan de hat pîrozkirin e. 
 
Hêzên dewleta tirk li navenda Şirnex û Cizîrê êrîş birin ser hezaran kesên ku xwestin Newrozê pîroz bikin. Di encama van êrîşan de bi dehan kes hatin qetilkirin.
 
Li Şirnexê êrîş
 
Yek ji van navendên ku qetlîam pêk hatin Şirnex bû. Roja 21’ê Adarê, bi hezaran Şirnexî ji gund, navçe û taxên xwe ber bi qada newrozê bi rê ketin. Berî ku gel ji bo pîrozkirinê bikeve qada Cumhuriyetê hêzên dewletê ew gulebaran kirin. Ev êrîş di demek kin de belavî taxên din ên bajêr jî bû. Li kuçe û kolanên bi xwîn, gelek birîndar û kuştî hebûn. Êrîşan heya saetên nîvro dewam kir. Piştî nîvroyê li Şirnexê derketina kolanan hate qedexekirin. Vê qedexeyê di 22’ê Adarê de jî dewam kir.  Li gorî raporên saziyên mafên mirovan, di Newroza 92’yan a Şirnexê de 38 welatî hatin qetilkirin û 120 kes jî birîndar bûn.
 
Li Cizîrê Newroz
 
Di heman salê de yek ji navendên ku Newroz lê bi xwîn derbas bû jî navçeya Cizîrê ya Şirnexê bû. Di sibeha 21’ê Adarê de welatiyên ku xwestin goristana kesên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin ziyaret bikin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û gulebarankirin. Di êrîşên polîsan de 24 welatiyên ku xwestin Newrozê pîroz bikin hatin qetilkirin û ji 60’î zêdetir kes jî birîndar bûn. 
 
Şahîdên Newroza Cizîrê ya sala 1992’an ku tê de bi sedan kes hatin qetilkirin axivîn. 
 
‘Bêrîvana Cizîrî pêşengtî dikir’
 
Cemîle Acar ku yek ji şahidên Newroza Cizîrê ye, di destpêka axaftina xwe de cejna Newrozê pîroz kir û wiha behsa wê rojê kir: “Her sal em Newrozê bi biryar pîroz dikin lê Newroza Cizîrê ya sala 1992’an ji bîra me naçe. Wekî her salê me cil û bergên xwe yên kurdî li xwe kirin.  Dema ku  em diçûn serdana gorîstanan li Cizîrê pêşiya me girtin û nehiştin ku em biçin. Piştre ku gel xwest biçe bi gazên îsotê û ava şîd êrîşî me kirin. Wê rojê heta dawî gel li ber xwe da. Ciwanan li dijî êrîşên dewletê bi tiliyên xwe nîşana serkeftinê dikirin û dihatin tehdîtkirin. Lê ciwan gelek bi hêrs bibûn û sekna xwe berdewam kirin. Piştre êrîş kirin bi sedan kes jiyana xwe jidest dan. Min kuştina 6 kesan dît. Bi gaza îsotê êrîş kirin û min êdî tiştek nedidît. Di wan êrîşan de gel alikariya hevdû dikir. Berîvana Cizîrî ji gel re pêşengtî dikir. Berîvan ji her aliyê ve banga berxwedanê dikir. Ew çaxê hevalek bi navê Huseyîn Erten hebû, gava dît ku ez ji ber qaza îsotê jixwe diçim av dît û avêt serê min.  Piştre ez hatim ser hişê xwe. Piştî demekê min bihîst ku Huseyîn li kolanê hatiye qetîlkirin.”
 
‘Ew roj ji bîra me naçe’
 
Cemîle bal kişand ser hovîtiya ku wê rojê hat kirin û wiha pêde çû: “Gelek birîndar hebûn, wek qada şer bû, hikûmetê bi çekan êrîş dikir. Hikûmetê welatî ji malên wan derdixsit. Gel dîsa jî berxwedana xwe berdewam dikir. Me xwe li paş kolanê veşartibû. Piştre min kuştina 3 kesan dît. Ewqas kes hatin kuştin ku kolana Nisêbînê de ma.  Gelek kes hatin binçavkirin û li wan îşkence kirin. Yên ku bi çeke nekuştin bi îşkenceyê qetîl kirin. Êdî me nezanî çi bikin, ew roj tu carî ji bîra me neçe. Li hemberî wê em her sal bi hêztir diçin Newrozê. Çi bibe jî em Newrozê pîroz dikin. Di Newroza Cizîrê de gelek şehîdên me çêbûn, em di Newrozê de li berxwedana wan xwedî dertên.”
 
‘Sekna Bêrîvanê ji hişê me naçe’
 
Yek ji wan şahîdan jî Sedîqa Erden e. Sedîqa, daxuyand ku gelê Botanê ji Newroza 1992’an wê de heta niha li ber xwe dide û wiha behsa tiştên ku jiya ye kir: “Em hemû taxên Cizîrê ji bo pîrozbahiya Newrozê li termînalê kom bûn ku biçin gorîstanê. Em ê bigihaştina hevdû lê ji me re astengî derxistin. Bi panzer û ava şid êrîş kirin. Helîkopter li ser me difiriya û toz diavêtin ser me. Me ewil got qey baran dibare. Me li ber xwe da û hewil da ku li taxên Cûdî û Yafesê bigihêjin hevdû. Em heta tirba Mem û Zînê hatin. Lê polîsan guleyên plastîk avêtin ser gel. Gelek birîndar çêbûn. Berîvan li dijî êrîşan xwe kir mertal  û berxwedanek mezin da. Sekna Berîvanê ji hişê me neçû. Hêvîyek mezin da gel. Me li ber xwe da û xwe avêt kolanan. Em bi kîjan kolanê ve dîçûn dihatin pêşiya me û qaz û ava şid diavêtin. Heta Dortyolê nehiştin ku kes bigihêje hevdû. Gel bi pêxwas bez dida. Ji gundan jî kes hatibûn ku Newroza xwe pîroz bikin. Gelek şehîdên me çêbûn. Hovîtiyek mezin bû. Jin, ciwan, kal,pîr û zarok hemû kirin hedef. Ji hev cuda nekirin.”
 
‘Em ê tim Newrozên xwe pîroz bikin’
Sedîqa, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me tu carî li dijî zilmê paşve gav neavêtiye. Di Newroza Cizîrê de hovîtiyek mezin hat kirin. Lê zilmê hêza me mezintir kir. Girîngiya Newroze her sal ji bo me zêdetir mezin dibe. Bi çi şiklî bibe jî em ê Newrozên xwe pîroz bikin û xwedî li berxwedana şedîdên Nerozê derkevin.”