Malbata Şenyaşar: Em di doza xwe de mafdar in

  • 11:55 17 Adar 2023
  • Rojane
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar dewam dike. Malbatê got:"Em di doza xwe de mafdar in."
 
Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin.  Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 725’an de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar di danê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê, pankarta “ji bo Malbata Şenyaşar edalet” vekirin û dest bi çalakiyê kirin. 
 
‘Em di doza xwe de mafdar in ’
 
Ferît Şenyaşar di çalakiyê de got ku nobeda wan 725 rojan li pey xwe dihêle û ev tişt anî ziman: “Em di doza xwe de mafdar in û hemû kes jî bi vê dizane. Serdozgerê dewletê jî, walî jî dizane ku em mafdar in. Li gel ku kesê ev komkujî pêk anî parlamenterê îktîdarê ye jî, parlamenterên wan bi xwe jî vê komkujiyê qebûl nakin. Lê hêj jî serokkomar vî parlamenterî diparêze. Lewma dadgeh peywira xwe bi cih nayîne. Birayê min 5 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Piştî 4 salan doza komkujiya nexweşxaneyê vebû lê birayê min hê jî girtî ye. Ji ber wê jî nobeda me ya edaletê hê jî berdewam dike. Daxwaza me edalet e û heta edalet pêk tê jî em ê çalakiya xwe bidomînin.”