'Ev Newroz dê bibe Newroza hesabpirsînê'

  • 09:06 17 Adar 2023
  • Rojane
AMED - Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, ji bo tevlîbûna Newroza ku îsal dê bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" bê pîrozkirin bang kir û got: "Ji bo hesabpirsînê, li dijî tecrîdê û ji bo avakirina jiyaneke nû dê li qadan bicivin." 
 
Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiyên Tifaqa Kurdistanî, bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” Newroz bê pîrozkirin.
 
Newroza Amedê wekî her sal îsal jî dê di 21’ê Adarê li Parka Newrozê bi tevlîbûna mîlyonan kesan bê pîrozkirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê ya Giştî Salîha Aydenîz, Hevserokê HDP’ê yê Giştî Mîthat Sancar, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliç Gun Uçar, Hevşaredarê Bajarê Mezin a HDP'ê ya Mêrdînê ya ku li şûna wî qeyûm hat tayînkirin Ahmet Turk û Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Mehmet Kamak wek axaftvan dê tevlî Newrozê bibin. Her wiha hunermend Mîkaîl Aslan, Şêrzat û Koma Aryen jî wek hûnermend dê derbikevin ser dîkê.
 
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulîstan Atasoy, banga tevlîbûnê li gel kir û got werin li dijî faşîzmê jiyanek nû ava bikin.
 
‘Em ê di Newrozê de hesabê bipirsin' 
 
Gulîstan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser erdhejê û diyar kir ku bi hezaran welatî jiyana xwe ji dest da û got: "Em ê îsal di Newrozê de kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin û her wiha kesên ku bûn sedema mirina welatiyan jî hesabê bipirsin. Di heman demê de Newroza 2023’yan wê bibe Newrozeke dîrokî ya ku hemû gel, jin, ciwan, kedkar û hemû beşên civakê ji bo avakirina jiyaneke nû ji bo bi dest xistina van hemûyan ku tê de daxwaza azadiyê tê îfadekirin, bi dengekî bilind û daxwaza wekhevî û aştiyê di asta herî jor de tê vegotin. Ji van Newroza herî bi heybet wê li Amedê be. Li aliyek em ê kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin, li aliyê din jî em ê hesab ji kesên ku bûn sedema mirina van welatiyan bipirsin. Em ê wan nedin ji bîr kirin."
 
‘Roja erdehejê balafirên şer ji Amedê rabûn' 
 
Gulîstan, da zanîn ku rojev çi dibe bila bibe, îktîdar tu carî di siyaseta xwe ya şer de paşve gav navêje û wiha bi lêv kir: "11 bajar ji ber erdhejê wêran bû, lê heman rojê serê sibê li Amedê balafirên şer rabûn. Me wisa dest bi rojê kir. Ji ber vê yekê gelên ku heta niha di qadên Newrozê de ji ber sedemên berdewamkirina vî şerî ji hikûmetan hesap dipirsîn, dê îro jî li qadên Newrozê bêtir dengê xwe bilind bikin. Em dizanin polîtîkayên şer di heman demê de polîtîkayên rantê xwedî dike û di heman deme de polîtîkayên şer jî polîtîkayên kedxweriyê ye. Tiştek ne serbixwe û ne jî tesadufî ye. Çawa ku îro mirina ji ber erdhejê ne tesaduf e, îro jî ne tesaduf e ku dayik ji ber şer her roj şîna zarokên xwe dikin.”
 
'Tecrîd dê bibe rojeva sereke' 
 
Gulîstan, destnîşan kir ku ji bo dawî li windakirin, komkujî û şer bê pêwîste tecrîda li ser Abdullah Ocalan û girtîgehan bi dawî bibe û wiha axivî: “Ev tecrîd di erdhêjê de ser Gelê Kurd hat meşandin. Welatiyan ji ber ku gotin konên me tunene zext li ser wan hat kirin. Bi gotina ‘Em nîşe digirin’ ve sînyalên ku piştre hesapbipirsin hatin dayîn. Bi kurtasî welatiyên xwe xwestin denge xwe bidin bihîstin, hat xwestin ku dengê wan bê qûtkirin. Ne pêkan e ku ev hemû ji tecrîdê serbixwe were destgirtin. Bi rakirina tecrîdê re mafê azadiyê, mafê gihandina edaletê, daxwaza pêkanîna edaletê, mafê aştî û wekheviyê û bi taybetî jî mafê jiyana civakê pêkan e. Ji ber vê yeke di Newrozê de bi bîranîna kesên di erdheja jiyana xwe ji dest dane û hesab ji kesên ku bûn sedema mirina welatiyan bê pirsin û her wiha wekî hemû Newrozan îsal jî tecrîd dîsa di rojeva me de be.”
 
‘Dê hêviya aştiyê mezin bikin' 
 
Gulîstan, bi bîr xist ku di Newroza 2022’yan de polîsan mudaxale û astengiya welatiyan kiribû û wiha domand: “Di Newroza Amedê ya 2022’yan de gel bi zextên giran re rû bi rû ma. Destûr nedidan ku gelê Amedê bikevin qada Newrozê. Lê belê li dijî vê yekê li her aliyê Amedê vegûherî qada Newrozê. Dê Newroza îsal de bi mîlyonan kes dê bibin dengê ku kesên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dane û birînên mexdûrên erdhejê bi hev re bipêçin. Di heman demê de wê hêviya aştiyê mezin bikin, deriyê jiyaneke nû ji hemû gelan, jinan, ciwanan û hemû beşên civakî re vekin."
 
Banga tevlîbûna Newrozê
 
Gulîstan, di dawiya axaftina xwe de got dê wekî her îsal îsal jî li Qada Newrozê pîrozbahiyê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê di 21’ê Adarê saet 10.00’an de li Qada Newrozê bin. Em ê birînên xwe bi hev re bipêçin û dengê xwe bilind bikin. Çawa ku heta îro gel xwedî li Newrozê derketiye, em li qada Newroza Amedê jî ji bo parastina mafê welatiyên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bicivin. Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin, em bi hev re jiyaneke nû ava bikin.”