‘Ez gundê xwe terk nakim’

  • 09:05 17 Adar 2023
  • Rojane
Gulistan Dursun 
 
DîLOK – Şêniya taxa Kayabaş Hanîfe Durmaz diyar kir ku piştî redhêjê ji ber zinarên ketibûn rêyan alîkarî dereng hatine û wiha got: “Nêzî 10 sewalên min telef bûn. Lê naxwazim gundê xwe terk bikim. Em di kon de dimînin. Dema bahoz û baran tê em zehmetiyan dikşînin. Em dixwazin ji me re çareseriyek bê dîtin.”
 
Di 6’ê Sibatê de erdhêjên bi pêla 7.7 û 7.6 pêk hatin bandor li 11 bajarna kir. Yek ji van bajaran Dîlok bû. Gundiyên Kayabaşi yê girêdayê navçeya Islahiye ya Dîlokê niha bi derfetên xwe têkşîna jiyanê didin. Ji ber erdhêjê zinarên ketin riya rê girtin. Ji bre vê alîkarî sê roj şûnde gihiştin gund. Hîna li herêmê hewcedarî bi gelek tiştî heye û rîska ketina zinaran jî didome.
 
Welatî di konan de jiyan axwe didomînin û hewl didin alavên xwe ji kavilên xaniyên xwe xilas bikin. Li aliye din di 1996’an de jî li herêmê lehî rabibû û gelek kesî jiyana xwe ji dest dan û zerara malî çêbû.
 
Ji bo xilaskirinê kes nehat...
 
Jina bi navê Hanîfe Durmaz da zanîn ku di erdhêjê de gelek xizmên wê jiyana xwe ji dest dane û mala wê zirarek mezin dîtiye û alîkarî pir dereng hatine. Hanîfeyê wiha dirêjî daye: “ Gel bi derfetên xwe cenaze ji kavilan derxistin. Xaniyên ji axê wêran bûn. Ji bo xilaskirina mirovan kes nehat. 10 rojan konê me tunebû. Em 14 kes bi hev re di axur de man. Em bi çêlekan re ligel hev man. Li aliyekî sewal li aliyekî jî em hebûn. Riya gundê me hat girtin. Zinar ketin rê. Ji ber vê alîkarî jî nehatin.” 
 
Ez gundê xwe terk nakim’
 
Hanîfeyê bi lêv kir ku bi sewalkarî, çandinî û cotkariyê debara xwe dike û wiha dawî lê anî: “10 sewalên me telef bûn. Lê axa me baxçe û rezê me li vir in. Ez naxwazim gundê xwe terk bikim. em di kon de dimînin. Dema bahoz û baran tê em zehmetiyan dikşînin. Em dixwazin ji me re çareseriyek bê dîtin.”